Îran wê du sataleytan li fezayê bi cih bike

Serokkomarê Îranê Hasan Rûhanî ragihand ku wê ‘rojên bê’ du satalaytên Îranî li fezayê bi cih bikin.

Daxuyaniya Rûhanî ji aliyê televîzyona dewletê ya Îranê ve hate weşandin. Rûhanî got; “Em ê rojên pêşiya me du satalaytan bişînin fezayê”.

Rûhanî wiha jî got; “Satalayta Peyam û moşekên wê li welatê me ne û ji aliyê ciwanên me  ve hatin hilberandin.”

Li gorî televîzyona dewletê satalayt wê 600 kîlometreyan li bilindahiyê li derdora cîhanê bizivire. Serokkomar Rûhanî diyar kir ku her du alav (ahrez) li Zanîngeha Teknolojî Amîrkabîr a li Tehranê hatine hilberandin.

Çarşema borî Wezîrê Ragihandinê Mûhammed Cead Azerî Cehrûmî ragihandibû ku bi satalayta Peyam re satalayta duyemîn ‘Dosstî’ bi serketî test kirine û wê demê pêş nûçeyên baş rabigihînin.

Hate ragihandin ku Dosstî ya ku wê li bilindahiya wê 250 kîlometreyan were bicih kirin wê bi Peyam re heman erkê bike.

Rêveberiya DYE’yê 3’ê Çileyê daxuyanî dabû û bang li Îranê kiribû ku dev ji ceribandinên moşekên di çarçoveya bernameya fezayê de berde. DYE van xebatan weke ‘provakasyon’ dibîne.

Wezîrê Karê Derve yê DYE’yê Mîke Pompeo ragihand ku ceribandinên wiha yên Îranê li dijî biryara bi hejmara 2231 ya Konseya Ewlehiya ne.

Pompeo ev hişyarî kiribû; “DYE wê li dijî politîkayên Îranê yên ku îstikrar û ewlehiya netewî dixe metirsiyê de bi awayekî destgirêdayî nesekine.”

Rêveberiya Tehranê jî ev sûcdarî red kiribû û ragihandibû ku xebatên fezayê biryara NY binpê nake.