Îran: Me dikarî balafira DYE’ya 35 kes têde bûn, bixista!

Fermandarê Mûhafizên Şoreşê yê Îranê got; “Me dikarî li balafira DYE ya ku 35 kes têde bûn ku bi balafira keşfê re bû, bixista.”

Li gorî ajansa nûçeyan a Tasnîm, Şefê Hêzên Hewayî yê artêşa îdeolojiya fermî ya Îranê, Muhafizên Şoreşê Emîralî Hecîzade got, balafira DYE ya P-8 jî kete qada hewayî ya Îranê.

Hacîzade got; “Me dikarî bixista, lê me ne kir”. Hacîzade bi vê daxuyaniyê re bersiva da gotinên Serokê DYE Donald Trûmp ku têkildarî xistina balafira keşfê gotibû ‘Eger pîlot têde bûya, wê rewş cudatir bûya’.

Roja Pençeşmê piştî xistina balafira keşfê ya Emerîkayê di navbera herdu welatan de rîska şer zêde bûbûn.

Îranê ragihand ku balafira keşfê li nêzî Geliyê Hurmuzê qada hewayî îxlal kiriye, lê DYE vêya red dike.

Roja Înê televîzyona dewletê ya Îranê dîmenên têkildarî balafira keşfê ya RQ-4 weşandibû. Hacîzade diyar kir ku weşandina van dîmenan delîlê ku balafira keşfê ya li ser qada hewayî ya Îranê ye.