Trump peyama 'êrîşê' da Îranê, dem jê re nas kir!

Çavkaniyên hikumeta Îranê ragihandin, Serokê DYE'yê Donald Trump der barê nêta xwe ya êrîşê û diyalogê de Îran agahdar kiriye.

Çavkaniyekî ji hikumeta Îranê ji Reutersê re ragihand ku ev peyam bi rêya nûnerên sûltaniya Ûmmanê hatiye ragihandin.

Çavkaniyê Îranî got, "Trump di peyama xwe de dibêje ku ew li dijî şerekî bi Îranê re ye û di gelek mijaran de dixwaze bi Tehranê re nîqaş bike."

Heman çavkanî got, "Ji bo bersiv jê re bê dayin demeke kurt daye" û ji bo bersivê jî bal kişand ser lîderê olî yê Îranê Ayetûllah Alî Hamaney.

Rayedar got, "Me bi rengekî vekirî ragihand, lîderê me yê olî li dijî hemû nîqaşan e, lê belê ji bo biryarekê bide wê peyam jê re bê ragihandin (...) Tevî vê yekê me hişyarî da rayedarê Ûmmanê ku eger êrîşek li dijî Îranê bê kirin wê encamên xwe yên herêmî û navneteweyî rû bidin."