Îran: Beriya ku em li firokeya Emerîka bixin, me 2 caran dengê xwe li wan kir

Zêrevanên Şoreşê ya Îranê ragihandin, Pêrşemê beriya ku ew li Firokeya Bêmirov ya Emerîkayê bixin du caran dengê xwe li DYE'yê kirin.

Şefê Hêzên Hewayî yê artêşa îdeolojiya fermî ya Îranê,  Zêrevanên Şoreşê, Emîralî Hecîzade got, ''Me du caran dengê xwe li wan kir''.

Genaralê Tûxayê Hecîzade got, ''Mixabin, ji ber ku bersiv nedan û berê xwe neguherandin ji bêgavî me anî xwarê.''

Medyaya Îranê bermahiya amûra hewayî ya hatî xistin weşand.

Xistina firokeya bêmirov a Emerîkayê rageşiya di navbeyna du welatan de zêdetir kir.

Peywirdarê taybet ê Emerîkayê yê Îranê Brîan Hook, li Siûdî axivî û got, Îran, ''Ne bi hêzê, bi dîplomasiyê bersivê bide dîplomasiyê''.

Hook piştî hevdîtina bi rayedarên Siûdî re got, ''Îran ji girankirina rageşiya herêmê berpirs e. Hewldanên me yên dîplomatîk red dike.''

Beriya vê daxuyaniyê  hate gotin Serokê DYE'yê Donald Trûmp Îran agahdar kiriye ku her gav dibe ku êrîşekê bbibin ser û dixwazin bi Tehranê re nîqaş bikin. Li gorî rayedarên Îranê Trûmp ji bo bersivê demek ji bo Tehranê diyar kiriye.

Beriya vê rojnameya New York Tîmesê got ji bo 21'ê Hezîranê bibe, ferman daye ku li dijî Îranê êrîşeke leşkerî bibe lê piştre ji nişka ve dev jê qeriyaye.