Êrişa Kabîlê: Ji bo kuştina dayikan hatin

Li paytexta Efganistan Kabîlê Nexweşxaneya Deştê Barşî 12'ê Gulanê bû hedefa êrişê. Doktorên Sînonenas (MSF) diyar kir ku "Ji bo kuştina dayikan hatibûn."

Berpirsyarê servîsa ji dayikbûnê ya MSF'ê ya bernameya li Efganistanê Frederîc Bonnot got, "Rojek piştî êrişê li cihê bûyerê vegeriyam. Tişta ku min dît ew bû ku êrişkaran bi rêk û pêk gule berdanbûn dayikan."

Bonnot got, "Ketin odeyên jidayikbûnê û gule berdan dayikan. Dîwar qul kiribûn, li odeyan xwîn hebû, wesayit hatibûn şewitandin, pace hatibûn şikandin."

Li gorî daxuyaniyên fermî piraniya wan nexweş 24 kes hatin kuştin, herî kêm 20 kes jî birîndar bûn.

Li gorî MSF'ê li servîsa jidayikbûnê ya nexweşxaneyê 26 dayik hebûn. 10 ji wan û beşek jî personelên tenduristiyê xwe li odeya ewle girtibûn.

16 dayikên mayî hemû bûn hedef. 3 ji wan li devera jidayikbûnê 11 hatin qetilkirin û 5 jî birîndar bûn.