Êrîşa çekdar hate ser baregeha leşkerî ya Texasê

Vê sibehê êrîşeke çekdarî hate ser baregeha leşkerî ya Texasê ya DYE'yê, leşkerek birîndar bû. Kesê ku gule reşandî mir, lêpirsînê dest pê kir.

Polîsê federal a Emerîkayê FBI'yê têkilî êrîşa çekdarî ku saet 06.15'an rû da, lêpirsîna 'dij-terorê'' da destpêkirin.

FBI'yê ragihand kesê ku guman jê tê birîn miriye lê agahî neda bê ka çawa miriye. Piştî ku êrîş aniye xwe kuştiye an hatiye kuştin hê ne zelal e.

FBI'yê ragihand bi çarçoweya lêpirsînê li kesekî dî jî digerin û diyar kir rûdana baregeha hêzên derya û hewayî pêk hatî encama rûdaneke 'terorîstî' ye.

Şûbeya Hustonê ya FBI'yê li ser Twîtterê daxuyanî da û dema êrîş hatiye deryagerek birîndar bûye lê rewşa wî baş e.

Berdevkê baregeha leşkerî Françoîse Kîeschnîck di daxuyaniyê de ya ku berniya niha dabû, gotibû kesê ku êrîşa çekdarî aniye, bi hêzên ewlehiyê re şer kiriye.

Corpus Chrîstî ya li başûrê Texasê weke yek ji navenda herî mezin a perwerdekirina pîlotan a DYE'yê tê naskirin. Ji bilî pîlotên Emerîkî gelek pîlotên welatên hevalbend jî li vir têne perwerdekirin.

Kanûna 2019'an êrîşek hatibû ser bareha deryayî ya li Florîdayê leşkerekî Siûdî 3 leşkerên Emerîkî kuştibûn û 8 ji wan birîndar kiribûn. Leşkerê Siûdî jî ji hêla polîsan ve hatibû kuştin.