Çînê peykên nû şand fezayê

Çînê roja Sêşemê roketa barhilgir a Long March-11 bi awayekî serketî ber bi fezayê ve şand û 3 peyk li dora cîhanê bi cih kir.

Navenda Şandina Satalaytê ya Taiyuanê, li gorî dema Pekînê saet di 06:39'an de roket li peravên Yangjîang ê li eyaleta Gûangdong a li başûrê Çînê hat şandin.

Li gorî çapemeniya Çînê, peykên bi navê Shiyan-24C wê bi giranî ji bo ceribandinên li qada zanistiya fezayê û teknolojiyê bên bikaranîn. Ev pêşketin ji bo roketa barhilgir a Long March a Çînê (APS) peywira firînê ya 503’yan bû.

Peyka yekemîn a xwecihî ya Çînê Donfanghong 1 di sala 1970'î de tevî roketa Long March 1 şandibûn fezayê.

Kanala televîzyonê ya dewletê CCTV’yê, diyar kir ku operasyona herî dawî ya şandina satelaytê bi awayekî serketî pêk hatiye.

Li gorî ajansa fermî ya Çînê, satalayta bi navê Einstein Probe (EP), teknolojiya tespîtkirina tîrêjên X’yê pêk tîne.