Çeteyên Boko Haram li Nîjeryayê 15 kes kuştin

Çeteyên Boko Haram êrîş birin ser gundekî li bakurê rojhilat ê Nîjeryayê û herî kêm 15 kes kuştin.

Çeteyên Boko Haram êrîş birin ser gundekî li bakurê rojhilat ê Nîjeryayê. Ji ber êrîşê herî kêm 15 kes mirin.

Gundê li nêzî bajarê Maîdûgûrî ye, ku ev der navenda operasyonên ji bo qedandina Boko Haram e. Nehat eşkerekirin bê yên ji ber êrîşê mirine sivîl in an jî leşker in.

Hikumeta Nîjeryayê daxuyaniyan dide û diyar dike ku operasyonên ji bo qedandina Boko Haram tên kirin, bi rengekî erênî dewam dike û encamên baş bi dest ketine. Lê belê çete hîn jî li dora bajarê Maîdûgûriyê êrîş dikin.