177 koçber 48 saet in li nava deryayê tên hiştin

Li keştiyeke Parastina Peravên Îtalyayê ku 177 koçber tê de ne, 48 saet in li peravên Girava Lampedûsa ya Îtalyayê ye û destûr nayê dayin ku xwe nêzî bendergehekê bike. Koçber li cihekî navbera Malta û Îtalyayê hatin rizgarkirin.