Zihniyeta liberal

"Em pênaber in, ciwan in, karker in, bêkar in û kesên bindest in, li navçeyên Parîs û li 'poblasyonên' Santiago ne. Em hemû bi şerekî hundir li hember zîhniyeta liberal ku bi mêtîngerî û koçberî ava bû rûbirû man."

‘Xweneparastin tinekirina hebûnê ye’
-- Abdullah Öcalan

Wek kadroyekî biyanî di nav rêxistinekî ku ji bo rizgariya netewî têdikoşe, nebûna min a nasnameyekî netewî carna ji min re zehmet hat. Dema ez li Sîwêd mezin bûm, bi bavek û dayikek ji Şîlê, min fêm nekir eger ez Şilime an jî Sîwedîme. Civaka Ewrupî me ti cara wekî endamê xwe qebul nedikir û di nav serdanên me ji bo Sîlê de min hertim wekî yekî biyanî mezêdikirin. Ji ber vê, min carna wekî endamê PKK zehmetî kişand ji ber ku lehûrbûna PKK bi piranî li ser femkirina kesayeta kurd û bi têkoşina rizgariya netewa kurd re mijûl bû.

Rûxme ku mirov pir caran difikire ku em bi kêmasiyên xwe pir ji netewên din cuda ne min fêm kir ku bi rastî jî em pir nêzî hev in. Lê dîsa min di nav xwe de bi rêbazên ku em di nav PKK de fêr dibin fêm kir ku hindek aliyên me jî hev dû cuda ne û ji ber kû em wekî kesên beyanî carna bi pirsgirekên xwe bi tenê dimînin ez mecbûr mam van tiştan bi xwe fêm bike û derbas bike. Lê ez dizanim ku dervê min kesên cuda jî hene ku van tiştan jî jiyan dikin. PKK her tim rêxistînekî dixwast praktîkekî navnetewî bimêşe bû û her sal jî ew xwastek ji ber ku dostên me yên beyani tevlî dibin zêdetir pêk tê. Li ser vê esasî min xwast fikiren û tecrubeyên xwe parvê bike. Belkî tu bi xwe ji dervê hatî an belkî tu li gel hevalên beyanî kar dikî û dixwazî van baştir fêm biki.

Vê demê ez kî me? Eger ez ne Şilî me ne jî Sîwedî me vê demê divê ez xwe çawa bidim nas kirin? Dema ez li ser jiyana xwe difikirim ez dibinim ku wekî kesekî ku li welatekî Ewrupî, li bajara metropolan, li navçeyekî ku di nav de bi piranî pênaberan dijîn – ne wekî pismamên xwe li Sîlî ne jî wekî Sîwediyên ku li heremên din yên kemekî dewlementir dijîyan hist kir. Min herî zêde wekî hevalên xwe ku li derdora min jiyan kirin hist kir. Hindek ji van Ermenî bûn, hindek jî ji Lûbnanê bûn, hindek jî Kurd bûn û hindek jî van Sîwedî bûn. Yanî em bi etnîsîtê xwe neda naskirin em bi cihê ku em tê de mezin bûn û bi bandor ku pergal li ser me kir nasnameya xwe û çanda xwe ava kir û di encam de çandekî li diji çanda Sîwêdî ya hegemon ava bû. Ez bawerim ku em berhemê Moderniteya Kapitalist ya Ewrupî bûn û ji ber vê em di bin bandora Zihniyeta Liberal bûn lê hemandemî jî em her tim li dijî vê zihniyetê di nav şerekî de bûn.

Pergala ku li ser me bandor kir di dema ciwantiya endustriyalisma Ewrupî de ava bû û li ser şaniyên xwe û hem jî bi rêya mitîngerî û durvê jî bi rêya liberalisma ya nû (neo-liberalism) li Emerîqa, Efrîqa, Asya û cihên din di astên cuda de li ser gelên din jî hatiye ferz kirin. Her wiha yên ku bi fem kirina zihniyeta liberal ya Ewrupî dikarin zihniyeta xwe baştir fem bikin pir in. Em pênaberin, ciwanin, karkerin, bêkarin û kesên bindest in, li navcêyên Parîs û li ‘poblasyonên’ Santiago ne. Em hemû bi şerekî hindurin li hember zihniyeta liberal ku bi mitîngerî û koçberî ava bû rûbirû man.

ZÎHNIYETA LÎBERAL

Pûçkirina zihniyeta mirov, zayendparestî û çînetî ku şarestanî bi xwe re anî di berbanga şarestaniya Sumeran 5000 hezar sal berî de bi bindestkirina jinê destpêkir. Duvrê vî pergala bêexlaqî û dewletparêz asta xwe ya herî xirab bi sedema Moderniteya Kapitalist gihand, wextê ku Ewrupiyan li Emerîqa Latîn, Avustraliya û Efrîqa yekdestiya xwe ya cihanî bi diziya nirxên xwazayi û koleyan misoger kirin. Piştre bi çûyina Emerîqa Bakur rêwîye xwe yê diz berdewam kir û bi hêza endustryalizmê gihîşt astekî nû. Ji ber ku di Rojhilata Navîn û Asya de van deman dewlet û emperatoriyên bi hêz hebûn û ji ber ku carna ji hevkarên bazirganî bûn bandora Kapitalizma Ewrupî li van deran hindek dêrengtir mabû. Piştre derketina endustriyalismê sedema kapîtalîzm a finans pêşket û bi vê re rêbazen nû ji bo bidestxistina hereman derketin holê. Vêcar bi reformên aborî yên lîberal ku carna ji diktatoriyên leşkerî destek girtin çêbûn wekî di salan 1970’an de li Emerîqa Latîn an bi dîlgirtina aborî wekî di salan 2010’an de li Yûnanîstan an jî bi propaganda û şerê modern wekî li Iraq di sala 2003’ê de.

Di encam de nefûsekî cihanî ku di astên cuda cuda de di bin bandora zihniyeta lîberal ya Ewrupî de ye çêbû, tiştek ku Moderniteya Kapitalîst dixwast li ser me ferz bike ew bû. Yê metînger ku xwe li ser her tişt mafdar dibîne, kurbana wî ku bê zanebûn çanda xwe û pîvanên xwe radest dike an jî pênaberan ku ji zilmkarî direve û dikeve pey jiyanekî xeyalî wekî ser telewizyon tê ditîn lê bi rastî li Ewrûpa û Emerîqa peyda nabe ne.

Wekî her pergal taybetmendiyên wî di nav kesayetên endamên xwe de pêk tên. Di nav pergalekî ku tê de adalet tune ye kesayetên xweperest û maddiyatperest derdikevin. Bi vî awayî li cihên ku feodalizm serwere taybetmendiyên weki teng mezekirin û baviksalarî carna li pêş in. Ew naye mahne ku hevalên me yên kurd ne di bin bandora liberalizme de ne; ciwanên Başûrî pir di bin bandora liberalizma ya nû ku DYA’ê wekî bombabaran li ser Iraqê berda di sala 2003’ê de ne. Kurdên li metropolên Tirkiyê û nifsên nû yên li bajarên Bakurê jî her roj zêdetir dikevin bin bandora liberalîzme. Lê wekî kesên Ewrupî an Emeriqî an jî kesên ku li heremekî ku di bin metîngeriya van de mezin bûn divê em bi bandorekî ku bi sedan salan berdawame bişkin lewra têkoşina me bi vî awayi kemekî cudaye.

Ji ber ku pergala cihanî piralîye mecbure ji bo her şoreşger hêzên civakî ku kesayetên me didin ava kirin fêm bike ji bo ku em wisa bikaribin şewazên ku vî zihniyetê ava kir bişkînin û li ser ava kirina fikirên û terzên nû ku dikarin mirovekî xweşîk, bihêz, sosyalist û azad e bidin destpê kirin.

Di nav vî nivîsê de ez ê hindek ji van taybetmendiyên ku PKK wekî liberalizm, piçûk burjuwaz an jî wekî Ewrupî bi nav dikin ku di nav şervanên biyanî de zêdetir li pêş in behs bikim. Ew ji bo min bû wekî destpêkekî ji bo ku ez fêm bikim ez çima wisa me û pêwiste ez çawa bikim ji bo xwe jinûve ava bikim ji bo bibim hêzekî ku civak ber bi sosyalism û demokrasi birêvedibe ye.

ZANISTÎ WEKÎ OL

Nakokiyek ku divê em wekî beyaniyan li Rojhilata Navîn pê re bijîn ew e ku çanda Rojavayê Cihanê zêdetir li ser zanebûna zanistî xwe dispêre û çanda Rojhilata Navîn zêdetir mahnê dide zanebûnên ku bi baviksalarî belav dibe. Ango di navbera baweriya zêde ku zihniyeta lîberal dide zanistî û xwe spartina kevneşopiyan û mitolojî de ku di çandên devkî wekî ya çanda Kurdan de. Şaşetiya me ya ewil wekî kesên ku di bin bandora metingerî de bi terbiyê bûn ew e ku em difikirin ku dervê zanebûn ku bi rêbazên zanistî peyda dibe ti zanebûn bi nirx nîne û van zanebûnan ku bi tecrubê û bi rêka axaftin peyda dibin em piçûk dibînin.

Baweriya me bi zanist ya zêde kesayetekî sar û ji derdorên xwe durxistî ku nikare tekiliyên normal bi kesên din dayne ava dike. Em pir caran ewqas bawerî didin zanistî ku em vê bixin berî her tişt û wisa dihêlin di navbera me de mesafeyekî ava dibe. Ew ji dibe sedem ku di nav tevgerên çepger ên Rojavayê Cihanê de pir zêde parçêbûn heye. Pir caran komên piçûk ku li aliyê birdozî ji hev du zêde ne dûr in lê disa jî nekarin bihevre karekî bimêşin. Wextê em cudahiyên van dinêrin pir piçûk dixuyên lê dibin sedema tevgerekî sekter û çepekî ji potensyale xwe ya rastî lawaztir dimîne. Wekî din jî dervê komên çepger bandora zanistî ya pozitivîst zêdeye; di hala herî xirab de wekî hincet ji bo bûyerên di dîroka mirovahiyê de yên herî berbat tê bikaranî. Şerên cihanî, jenosîd û xirab kirina hawirdorê hemû ji aliyê ‘Think Tanks’, saziyên zaningehan û zanistvanên hatin pîştgirî kirin.

Yek ji encamên herî xirab ji helwestên wisa potensyalên van yên xwexapandin in. Tu dikarî xwe bide bawer kirin ku her cure terz û şêwaz ku tu li vê keliyê bikartînî, ji ber ku te ji xwe re sedemekî mantiqî ava kir, raste. Lê rastî jî dibe ku tu xwe an ji kesên li derdor zarar didî an ji dibe ku pêşiya pêşketinan kesayeta te digire. Bi taybet ên ji me ku di nav zaningeh demekî xwendin divê vê mijarê diqat bikin ji ber ku em ji bo hincêt ava kirin ji bo kêmasiyên xwe vêşêre bûn pispor û kêsên li derdora me belkî nekarin bînin ser ziman çima em kemasî dikin rûxme ku tiştek ku dizanin raste, ango em terzên xwe yên çewt didomînin û em jî bawer dikin ku rastin. Min bi xwe pir caran hist kir ku hincêtên min ne rast bûn lê zihniyeta min ne hîşt ku ez ji xwe re dûrûstbim.

Em nebêjin ku zanist amurekî yekser xirabî bixwere tîne, bi rastî jî em zanistî weki xusûsekî esasî di nav têkoşina heqiqetê û adaletê de hesab dikin. Lê dervê zanistî rêyên cuda ku berbî heqiqet û zanebûn diçin jî hene - xwe bi zanistî kilît kirin carna berbî dogmatizm ve diçe û dikare bigihîne ayne ast an jî xirabtir ji yê ku ol carna digihîne. Divê mirov mutlaqa ji bo tiştên ku me belkî bixwe jiyan nekir an ji ku bi awayekî cuda ji me re tên ravê kirin vekirî be.

FERD Û KOMINALTÎ

Tiştê balkêş bi bajarvanî ew e ku di nav bajarê de çiqas mirov hebin ewqas ji bêkesbûn û ji derdorên xwe qut bûn çêdibe. Ez di nav navçeyekî mezin bûm ku belkî li gorî pîvanên cihanî piçûk e. Lê ji aliyê din jî Siwêd wekî pêşengê ferdpereztiya lîberal û ava kirina mirovên bêkes ya cihanê tê naskirin. Parçê kirina malbata min dema ku me ji Şîlê koçber kir destpêkir. Dervê me kes jî malbata yê mezin nehat an jî ne ma û pir pênaberên din parçêbûnekî wisa dijîn.  Ez di nav bahçê zarokan mezin bûm û ev jî bû sedem ku di navbera min û malbata xwe mesafeyekî ava bû. Bav û dayika min ji bo aboriya me çareserbike her tim di nav kar de bûn û dema ez 9 salî bûm ji hev dû cuda bûn û ew bûyer parçêbûna me bir astekî nû. Dema ez bûm ciwan piranî tiştan ku bala min kişand li dervê malê bûn wekî heflêyan û konseran ango min navîngekî civakî ava kir kû malbata min tê de nebû. Edî di navbera min û malbata min nakokiyekî ava bû û min hist kir ku dixwastin ji bo min astengî çêbikin lê elbet meraqa van hebû ji ber ku mesafe di navbera me de her diçû zêdetir bû.

Ez 18 salî bûm dema ez fermî ji mala xwe derketim û ji xwe re malekî nû ava kir. Hevalên min yên nêz û yên dûr hebûn lê di nav jiyana me yê nû de disa parçekirin bi awayekî cuda hebû. Eger kesekî hebu ku keyfa min jê re nehat min yekser dev jî berda û xelas. Min ti car pêwistî bi çareserkirina tekiliyên xirab nedidît. Ew terzê jiyane wisa berdewam kir haya ku ez tevlî bûm û çûm çiya, vê demê min nêzaktiyekî li hember komîna xwe pir cuda naskir.

Di nav şoreşê de derfet û mafê te nîne hilbîjêre tu bi kî re kar dikî û jiyan dikî û di nav şoreşekî ku dixwaze hemû civak birêxistîn bike de, ne bi tine kesên ku wekî me ne, mecbur dimînî fêr bibî bi her kes re nakokiyên xwe çareserbike. Tu yê bi taybetmendiyên nijadparêz, zayendparêz û her curê kêmasiyên birdozi re rûbirû bimînî. Bi gelemperî dema min kesekî nijadparêz naskir min rastûrast dev jî berda û têkilî pê re qut kir. Carna me kesên wisa ji navîngê xwe ya siyasî an civakî avet dervê. Lê di dema ava kirina civakekî nû de terzên wisa dibin lûks. Eger hevalê te gotinên nijadparêz bikartîne divê tu pê re kar bike. Alîkariya wî/wê bike ji bo ku bikaribe bikeve ferqê û dûvre van tiştan derbas bike. Wisa tû li cihê ava kirina parçebûn tu civakekî nû ava dikî.

Li çiya û bi lêkolînên kesayeta xwe û dîroka xwe min fem kir ku van kemasiyên ku min li ser kesên din dit û red kir di kesayeta min de jî hebûn. Li kesayeta min nijadpareztî hebû û hîn zêdetir jî zayendpareztî hebû û hemû kemasiyên girêdaye Moderniteya Kapitalîst ku min li kesên din şermezarkir. Weki din min fêm kir ku eger ez di hindûre xwe nekarim van tiştan çareserbikim vê demê ez ê çawa kesekî ku van taybetmendiyên zêdetir vekirî nişan dide red bikim. Divê ez li destpêke hindurê xwe de van tiştan çareserbikim berî ku ez kesên din bi van tiştan alikarî bikim an jî rêvebibim ji bo ku civak bi giştî van tiştan derbas bike. Di dawî de şoreş ew ê ku tu bikaribî kemasiyên xwe rast bike ji bo ku wisa ferî jiyan kirin bi kesên din be ji ber ku dîrok ava kirin bi tenê serê xwe zehmete.

Ji bo her şoreşger erkekî şoreşgerî ew e ku tu li hember xwe dûrûst be ji bo rê ber bi dîtin û rast kirina kêmasiyên xwe vêke û rastiya xwe ji hevalên xwe re dayina nişandan ji bo ku bikaribin kemasiyên ku tu hîn nasnakî te bidin ferq kirin. Em ji bo kemasiyên xwe vêşerin bûn pispor ji ber ku di nav pergala kapitalîst de kesayeta xwe rast nişan dayin xetere. Li cihe kar zêde dûrûst bûn dibe ku ji aliyê hevalên te yên kar red kirin ava dike an belkî jî tu yê karê xwe winda bikî. Di nav hevalên xwe yên civakî de zêde dûrûstbûn dibe ku yê red kirin bi xwe re tîne an ji di nav malbat de dibe ku hata asta ji dewlet re şikayetkirin bigihîne. Lê di nav navîngekî li ser bingehekî exlaqî û bi pîvanên mutevazibûn û rexneyên çêker dimêşe dibe ku tu yê hebûnekî nû û erênî biafirîne.

ÇALAKVANIYA DEMKÎ

Dûşem haya În kar an xwendin e û di dawiya heftê de tu xwe serxweş dikî ji bo ku belkî kêmek zindî hist bikî û eger tu roja din zêde giran nebû û eger wijdane te ji keyfiyeta te xurtir be belkî tu xwe bigihîne çalakiyekî an jî mêşekî û bi vî şiklî bi gelemperî em jiyana xwe di nav civaka liberal de dimeşînin. Bi mezekerinekî mantiqî em zû fem dikin ku eger yên ku dixwazin li hember dewlet serbikevin wisa jiyan dikin vê demê hêza me yê têre nake. Yên ku dewlet diparêzin memurên, karkerên û siyasetmedarên ku biryarên hiqûmet pêk tînin in. Curbicur in, memurin ku karê lobi dimeşin an belkî polîs ku çalakiyên gel didin sekinandin an jî dema ku gel dixwazin pirsgirêkên xwe bi xwe çareser bikin mudaxalê dikin. Van kesan ji bi maaş kar dikin, perwerde dibin û profesyonel in û wexte tu dixwazi li hember pergal şer bikî yên ku dixwazin te bidin sekinandin ew in. Ji ber vê rewşa yên ku dixwazin civakekî nû ava bikin baş temaşê bike, bi terzêkî wisa lîberal em ê bikaribin erka xwe pêk bînin?

Avantajê pergal ew ê ku ji aliyê rêxistin kirin xurt in lê desavantajê van ew e ku pirsgirêkên civakî ku pergal ava dike nekarin çareser bikin. Avantajê me jî ew e ku potensyale me çareserkirina pirsgirekên xwe heye lê desavantajê me ew e ku em parçê ne û ji ber vê nekarin erkên xwe ji bo binxistina pergalê pêk tînin. Wekî şoreşgeran em ji xwe re armançên dîroki daynin pêşiya xwe. Em wekî şoreşger biryara feda kirina jiyana xwe ji bo guhartina herikandîna dîrokê didin û dijminê me yekê hêrz û hêz bi astekî dîrokî bikartîne. Ango divê em hemû hêzên xwe yên mejî, fizikî û ruhî kom bikin û bixin di nav vê şerê de eger em dixwazin rêya serkeftinê vêbikin.

Ji bo min guhartin çêbû dema ku min li ser Şoreşa Rojava bihîst û me karê kom kirina para û alikariyên maddî ji bo bişîne ji bo Kobane mêşand ji bo şervanên YPG’ê û YPJ’ê piştgirî bikin. Van deman hindek xebatkarên kurd ji bo me nasbikin û ji bo ku em bihevre kar bikin hatin gel me. Di destpêkê de mijar bi xwe bala min kişand, çawa şoreşekî sosyalîst li cihekî ewqas zehmet pêk bû? Piştre demekî min ferq kir ku hevalên me yên kurd wekî aktivîstên din ne bûn, dawiya heftê û hemû rojên heftê ji bo têkoşinê dan. Bi dem jî min fem kir ku rûxme ku wekî tucarên normal xuya kirin pir caran şirketên xwe bi para an bi alîkariyên maddî jî xistin xismeta tevgerê. Yên ku karkêr bûn carna jî karekî dûyemîn ji xwe re peyda kirin ji bo parayê ku maye bişînin ji rêxistinê re. Di navbera vê û rewşa çepgeran ku min haya vê demê de naskir ferqekî pir zêde hebû, wir me çarna serxweşî an keyfiyet berî aktifbûn hilbijart.

Di rêxistinên çepger ku min haya vê demê naskir de me heftanê civinan lidarxist û di nav van civinan de me karê xwe bi pilansazî kir û karê xwe ye heyî nirxand. Pir caran me karê ku me da pêşiya xwe ji ber kar an xwendinên zaningeh nekir û dema me erkekî pêkanî bi gelemperî encamên wî pir mutevazî bûn – me nivisekî nivisand an belkî em beşdarê civinekî an jî meşekî bûn. Carna me hefleyan ji bo para kom bike rêxistin kir ji ber ku vê demê me hist kir ku em dû aliyên ji jiyana xwe de di carekî de çareser kir – vexwarin û bûyina aktivîstan. Vê curê çalakvaniya demkî min belkî 15 sal berdewam kir û encam ku jê re derket pir kêm bû, ez hertim di nav nakokiyekî de bûm ji ber ku min zanîbû ku ji bo pêkanîna karekî şoreşger kedekî mezintir pêwistbû lê min jî hist kir ku dem têre nekir. Lê diyar bû ku pêwistiya min hebû bi navîngekî cuda (ji xwe xapandin bi xeyalên sexte li ser para, kariyêr an ketina pey evîn) ji bo ku ez bikaribim lêhurbûna xwe bidim û karekî bi rastî gihîşt astekî şoreşgerî.

EVÎN Û TÊKILÎ

Dema ez li ser têkilyên xwe yên evînê yên berî difikirim ez pir cara şerm dikim ji ber helwesta min li hember hevjînên xwe û ez dikevim ferqê ku ruxme ku belkî van bi xwe ji nezanibûn min pir cara bandorekî neyenî danî li ser van. Di wexte xwe de min bawer kir ku têkilîyên me pir wekhev bûn û ku em ji bo cotên li derdora xwe ku belkî kêmtir wekhev bûn an kêmtir li ser van mijaran fikîrin mînak bûn. Carna ez bi tenê li ser xwastekên û pêwistiyên xwe fikirim û min histên wê qet hesab nekir bi taybet di nav têkiliyên min yên dem kurt de. Di derbare têkiliyê min yê herî ciddî de hindek aliyên xwe erênî hebûn, herî kêm xwastekekî me hebû ji bo rast bijî lê dema ez ser difikirim ez dibînim ku tiştê ku me jiyankir ne evîn ne jî hevaltî bû. Me pir zêde şer kir û me ji bo hev du re zêde êş kişand û vê yekê nişand dide ku me jiyanekî bi tenduristî û hevsengî ji bo hev du re nekaribû ava bike. Em 7 sal bi hevre bûn û ez îro mecbur dimînin piraniya van salan wekî eşkencê bi nav bikim. Ez îro jî dibînim ku wekî mêr pir caran avantaj li aliyê min bû lê vê demê min vêya qebul nekiriba. Li hember wê bendawariyekî mezin hebû ji bo min keyfxweş bike û wê ji min zêdetir koldan kir û pêwistiyên min mezêkir. Ez bawerim gihîşt vê astê ku wê histên pêxirtengî û nêçaretî û belkî hata xwexeydî ji ber tesîra min li ser wê jiyan kir. Evînê rast ne wisa ye le me bawer kir azwerî tiştekî wisa bû.

Eger ez îro tekiliyên jin-mêr li derdora min û di nav civaka giştî de mezêdikim ez bawerim em bi piranî heman tiştan derbas dibin. Em nezanin bi awayekî normal û bi tendurûst nêzî hev dû bin. Mêr nekarin jin wekî mirov mezêbikin. Em fêrî neçirvaniya jinan dikin û em jiyana xwe li gorî vê eyar dikin. Em cil dikirin û ji xwe re şewazekî ava dikin, em dixwazin bal bikişînin ji bo jinan di nava tora xwe bigirin. Em diçin bar û dîsko û em xwe serxweş dikin û wekî reptîl me lê tê û em dikevin pey seyfan û em her tiştê xwe ji bo van bandor dike eyar dikin. Em vê neçîrê mutlaq dijîn lê carna em dixwazin xwe wekî ji mêrên din cuda bibinin, ‘ez ne wisa me’.

Ew ji naye wî mahne ku em her tim bê sinor hama tiştan ku em dixwazin em ji xwe re bigirin. Bi misoger di hindurê me hemû de şerekî ku nahêle em hindek sinoran derbas dikin dimêşe û carna jî dihêle em tecrubeyên erênî ji kom dikin. Lê taybetmendiyên neçirvan di nav me de kûr in û hem jî tirsekî saf li hember bêkesbûyin van taybetmendiyan hêz didin. Her kes evîn dixwaze lê di nav pergalekî zayendparêz evînekî rast mûmkûne?

Ez bawerim ku dive em di destpêkê de ferî tekiliyên normal bi jina bibin û ew tê mahneyê ferî hevaltiyekî rast bin. Eger em nekarin bi hevalên xwe yên xort û hin xirabtir jî em nekarin bi xwe re hevaltî û evînekî rast ava bikin vê demê em ê çawa tekiliyên rast bi jinê ava bikin? Xuyaye hîn zêde maye berî ku em ê bikaribin evînekî rast di navbera jin û mêr fêr bibin. Belkî baştire eger em hevalên xwe yên jin derfetekî bidin ji bo azadiya xwe peyda bikin berî ku em lêhurbûna xwe didin têkiliyên wisa. Van ji me zêdetir qezanc dikin eger em bendawariyên tekiliyên jin-mêr ji holê radikin.

Wekî din ji bo mijara cinsiyet dixuyaye ku di nav civaka liberal de giredanbûnekî asta nexweşî pê re heye. Min bi xwe hist kir ku giring bû bi pir jinan bikeve tekilî. Dema ku demekî dirêj derbas bû bê ku ew hebû min xwe biçûk hist kir û min neçîra xwe her car bilind kir haya ku min peyda kir. Encam bi piranî xwe bi zorî bi kesekî xerîb xistina di nav de bû û durvê ez puşmam û li hember wê û li hember xwe bêzar bûm. Neçîrekî wêrandar bû ji ber ku min xwast valatiyekî ruhî bi tiştekî xirab dagire. Li kilêk jî madê, bi taybet alkol ku ketina min di nav de hin kûrtir kir û min bi vê kêmtir mahnê da kî objeyê lêgerîna min bû. Ez bawer nakim ku min kariba bi kesekî xerib biketiba di nav rewşekî ewqas acîb de bê ku serxweş buma. Fişarê peyda kirina cotek û çanda alkol bi hevre ji bo ava kirina kesên ku di nav lêgerin ji bo evîn de ne lê bi tinê xemgintî peyda dikin cotekî pir bi bandore.

Tiştên ku vî zihniyetê, ji jin dûrketin û tekîliyên seqet ava dikin objekirina van ku em ji çanda tirek a kapîtalist fêr dibin. Ango jin di nav reklam, filîman û medyayên girseyî çawa nişan didin. Wekî zarok em ji van tiştan hemû bandor dibin berî ku em dikarin van fem bikin û li hember van xwe biparêzin em mezêkirina jinê wekî objeyekî çinseyî fêr dibin berî ku em fêrî têkiliyên normal dibin.

Bi tinê bi red kirina têkiliyên cinsiyetî, xwe bi awayekî fizikî dûr xistin ji civakê û xwe perwerdê kirin ez gihiştim cihekî ku ez dikarim ji xwe re qebul dikim pirsgirêk çiqas kûre û li dijî wî têbikoşîne. Ez bawer nakim min karibû xwe gihandiba vê derê eger min terzê xwe yê jiyanê yê berî berdawam kiriba.

PARASTIN

Di dema mezinbûna min li Sîwêd de ku welatekî dewlemend e min carna şerm kir ji ber ku rewşa min ye maddî ji rewşa piraniya zarokên li cihanê baştir bû. Histên wisa dikarin bibin sedema têkoşîn ji bo gelên bindest lê di welatên lîberal de bi kesayetekî parastî zarokan tên terbiyê kirin. Tê mahnê ku em ji rastiya cihanê hindek qut in ji ber ku bav û dayik nahêlin em van jiyan bikin. Wekî din cihê ku em lê dimînin bi rastî cihêkî li gorî cihên din rihate, ew jî ji ber ku van welatan diçin dervê û bi taktîkên emperyalîst rewşa xwe misoger dikin. Di encamê de mirovekî ji rastiya cihanê durê ava dibe. Îro wekî şervanê gerîla li herêmekî ku zordestî asta herî jor li ser tê meşandin carna şaşfemkirin û şaşmayin derdikevin.

Ji bo piraniya kadro hindek taybetmendiyên me hene ku dubare li ser van rexne te dayin û ku em bi van re hertim têdikoşin. Di rêwiya min de mijara hesasbûn wisa ye. Berî di nav civakê de taybetmendiyekî bi gelemperî wekî tiştekî erênî hat dîtin. Xortên hesas kû histên xwe nasdikin wekî kesayetekî rasteqîn û carna wekî alîgerê têkoşina jinê tê ditin. Lê eger em bi perspektifekî şoreşgerî lê binêrin tê de hindek şaştî hene. Eger tu dihêle histên xwe te rêvebibin carna biryarên şaş tên girtin û di nav şerekî li hember dijminekî de ew tişt yê pir biha derbikeve. Di bingehê de mezêkirinekî wisa zêde ‘parastî’ ye ji ber ku derfetê te hebû li gori dilê xwe û histên xwe dijî. Ew naye vê mahnê ku em hîstên mirovê yekser red dikin, em şervanên evînene û me rêya xwe ji ber hezkirina me ya jiyanê hilbijart, lê ew jî hêz ji me dixwaze ji bo ku em bikaribin jiyan biparêzin. Di bin histên xwe de kolêbûn û mahne dayina histên xwe û yên hevalên xwe ji hev dû cuda ne.

Wekî kesayetên lîberal em carna ji aliyê bav û dayikê xwe zêde hatin parastin. Bendewariyekî wisa ji bo van ji aliyê pergal heye ji ber ku li gorî modela malbata esasî ku ji aliyê zihniyeta zayendparêst tê pêşxistin ew terzê herî raste. Bi malbatên piçûk ku li derdora bav-dayik tên sazîkirin hem ava kirina kedkaran tê misoger kirin û hem jî hêza malbat tê kêmkirin û desthilatdariya zilam jî xurt dibe. Bi vî rengî hemû berpirsyartiya terbiyê kirina zarokan li ser mile jinek û zilamek tê danin, berovajî terzê berî ku di nav malbatên mezîn de û bi alikariya hemû kesên li gund re hatin mezinkirin bû. Wisa mirovekî ewqas parastî çênabe û dikare baştir nakokiyan bi kesên din re çareser bike û wekî me ewqas hesas dernakeve.

Wekî din zarokekî zêde parastî hat mezin kirin dibe ku zêde ji xwe hez bike û pir caran tiştan ji jor de mezêdike. Ji ber xwendina me yê dirêj li dibistan em carna difikirin ku tiştan ku em difikirin rastin û yên din şaşin. Ji vê hîn xirabtir jî em hewl ji nadin bidin fem kirin dema ku em difikirin ku nêrîna me rast in. Em niqaşan dev jî berden li cihê ku em mutevazi nêz dibin û hevalên xwe didin fêm kirin. Em zêde berpirsyartî li ser derdorên xwe ranakin û pir caran em xwe zu aciz dikin li cihê ku em bi sebir ji bo perwerde kirin û pêşxistina civaka xwe bikartînin.

Ji cihê me yê bilind em kêm zêde pêwistî bi xwe lêpirsin kirin nabînin û bendewariyekî me heye ku kesên li derdora me yê li gorî dilê me tevbigerin an jî bila biçin. Bi vî rengî kesêkî lîberal di nav pergala lîberal de jiyana xwe derbas dike lê ji bo şoreşgerekî ku dixwazî rêxistinekî biparêze û wekî din civakekî ku tê de her curê mirov hene ava bike terzêkî wisa nabe. Pir cara tê mahnê ku divê tu serbilindiya xwe an jî histên xwe yên şexsî dev ji berde û mezintir bifikire û hewl bide çareseriyekî peyda bike ji bo destkeftiyên ku ji xwerazîbûn an rihatiya te giringtirin.

DÎKTATORÎ

Yek jî tiştên herî balkêş ku min li gel heval ku ji civakên lîberal hatin, û di nav kesayeta xwe de têkiliya me bi desthilatarî ye. Min xwe wekî kesekî demokrat dît û dibe ku li aliye teorîk giraniyekî hebû. Lê bi tevlibûna min erkrakirin destpêkir û hindek taybetmendiyên cuda derketin holê.

Di nav PKK’ê de pir caran ji te re erka fermî ya komtantî tê dayin. Dervê erka te ya fermî tu erka gerdûnî li ser derdorên xwe jî fêr dibî. Pergal histên me yên berpirsyartiya xwezayî ku di nav mirov di rewşekî normal her hebû kêm kir. Eger wisa nekiriba yê çawa xirabkirina hawirdor û mirov xistina di nav pêşbirk li hember hev dû bide qebul kirin? Ji bo karekî, ji bo para an jî ji bo hevjînekî xweşik... Lewra em ji exlaqa xwe hatin dûrxistin ji ber vê dema ku tiştekî nebaş li derdora me diqewîme em bêçalak dimînin. Bûyina mirov ku li gorî exlaqê xwe tevdigere dema ku tiştekî nebaş derdikeve wêrek dixwaze û pir caran jî tê mahnê ku divê tu kesên li derdora xwe birêxistin bike ji bo ku bikaribin bihevre pirsgirêkan çareser bikin. Kesan di nav karên rojanê an karên stratejîk xistina tevger pêşengtî dixwaze û ew jî bi xwe hunerekî ye.

Min di nav kar li civakê de dît ku belkî patron nêrînên te carna guhdar kir lê herî dawî tiştek ku wî digot gotina dawî bû. Eger biryara wî şaş bû pirsgirêka wî bû û xilas. Wekî komtan di nav tevgera me de carna hierarşîyekî askerî ku divê her kes li gor wê tevbigere heye lê naye mahnê kû yekê berpirsyar dikare li gorî dilê xwe haya dawî bê ku kesekî din esas bigire tevbigere. Tesîrên xurt hene ku ji te performansêkî baştir dixwaze. Pir cara tekmilên rojane hene û di nav van de tîma te dikare û divê li ser te rexneyan pêşbixe. Û raporên mehanê hene ku ji berpirsyarên te re tên şandin. Ango bendewarî ji jêr û jor li ser te heye ku tu yê her car karekî baştir bidî meşandin. Şiroveya ‘karekî baş’ di nav pîvanên birdoziya me diyarin ango karekî xirab meşandin bi dem dirêj zehmete. Wekî din jî hevalên li derdora te ku bi piranî kesayetên exlaqî, karaktêrên xurt û ku mafê xwe ye rexnê kirin bikartînin in ji ber vê tesîrekî mezin li ser pêşengan ava dibe. Ji ber vê min carna xwe teng hist kir û aciz bûm. Min wekî çareserî otoritê ku min fikir ku rêxistin da min li hember hevalên xwe bikar anî ji bo ku talîmatan guhdar bikin. Esas wisa di nav civak de tê kirin. Belkî patronê te başe lê herî dawi gotina wî emire.

Min haya vê demê xwe wekî pêşengekî baş dît lê niha mecbur mam terzê xwe jinûve fêrbibim ji bo bikaribim bibim pêşengekî demokrat û encamgir. Mirov ji nişqê ve derdikeve û derdora xwe talîmatan belav dike belkî ji bo demekî derbas dare lê pistrê demekî mêzekerinên jiyane yê cuda bibin û hûn ê zehmetî bikşînin. Ji ber vê ava kirina jiyanekî di cewhera xwe de di hemû qadên xwe de komînal e ji bo karêkî serkeftî mecburiyetekî ye. Wisa mezekerinekî jiyanê ku hevpar e tê ava kirin û wextê kar belkî jî talîmat ne pêwiste. Di nav jiyanekî komînal û radîkal de hûn dikarin rexneyan zû bînin ser zîman ji bo ku pirsgirêk mezin nebin. Guhdar kirin, bûyina alîlkar û hevaltî bingehiyên karekî serkeftî ne.

Rûxme ku em van tiştan dizanin em di xistina pratîke de zehmetî dikşînin ji ber ku di jiyana civakê de em ferî bihevre jiyan kirin nebûn.

BUROKRASÎ

Eger em seranser civakên Rojavayê Cihanê û Rojhilatê Cihanê mezêdikin dibe ku em dibînin ku li Rojavayê Cihanê her tişt bi rekupêk û baş birêxistinkirî dixuye. Di vê mezekerinê de hindek oryentalism heye lê hem jî hindek rastî heye lê ne bi tenê bi mahneyê erênî. Terbiyebûn di nav pergalekî ku bi rekupek e de belkî dihêle faliyetên rojane rihatir derbas dibin lê hem ji mirovekî têkoşin ji bo pêwistiyên xwe fêr nebû mezin dike. Hem jî ferd li ser hindek biryarên jiyanî bê berpirsiyartî dihêle û her tiştê ji dewlet re tê hîştin. Terzê jiyanê ku wisa ye ferd jî berpirsiyartî ‘rizgar’ dike û nahêle xweberpirsyar hist bike dema ku terzê wî yê jiyane li ser kesên li derdor an jî li ser hawirdor bandorekî neyenî ava dike. Nêzikatiya ‘ez nezanim… kural wisa ne’ ava dibe û dihêle her cure terzên neyenî derdikevin. Çima kesên li welaten lîberal dikarin yekê ku ser erdê êş diksîne derbas bikin û xwe bê sûç hist bikin? An jî dema ku kesêk lêdan dixwe bê mudaxalê derbas dikin? An jî çawa dibe ku em ku di nav pergala lîberal mezin bûn bi ewqas derfet ji bo li ser rewşa cihanê agahdar bin dikarin jiyanekî giştî derbas bikin lê disa mûdaxalê nakin? Me neberpirsyartiya xwe qebul kir û em difikirin ku dewlet an NY an ji saziyekî din divê van tiştan çareser bike û em qebul dikin ku keda me herî çar sal deng dayina di nav hilbijartinan de ye an jî belkî em hindek para didin rêxistinekî ku alîkari dişîne cihekî û ewqas. Em burokratin ku difikirin ku divê saziyan her tiştê dervê eleqeyên me yên şexsî çareserbikin û em zêde bawerî didin pergal û wijdanê xwe bi fikrê ku ‘ez nekarim… karê min nîne’ paqij dikin.

Di nav jiyanekî kominal de ku bi pivanên exlaqî tê rêvebirin taybetmendiyên wisa dibin pirsgirêk. Taybet dema ku tu di nav hawirdorekî bidisiplîn terzên lêşkerî ku bi pîvanên şoreşgerî dimêşe dijî. Tu rihat dikarî bikeve kêmasî û bihêle kuralan bikevin di navbera te û hevalên xwe de. Rûxme ku di rêxistinekî leşkerî de carna kuralan ji bo netbûn ava bike mecburin û carna jî mecbure biryaran ku her kes hesnake bigire divê tu hertim exlaqe xwe guhdar bike wexte ku tu biryarên zehmet digirî. Her rewş û her mirov cudaye û divê tu her tim histên xwe û hêza xwe ya exlaqî di nav jiyanê de bikartîne. Xwe her tim sipartina kuralan yê bê adaletî û bê empatî di têkiliyên we de ava bike. Bi demê de jiyanekî parçeyî çêdibe û mirovên ku baweriya xwe nadin mirovên din, baweriya xwe didin pergalekî û hemdemî hûn li hember vê pergalê pasîfin bi vî awayi bindestiya xwe qebul dikin. Li cihê ku hûn piçûk bûyina mirovên ku serbixwe nekarin bifikirin û ku xwe di bin kuralan vêdişerin qebul dikin rakirina berpirsiyartiyekî exlaqî li ser biryarên ku li ser kesên din bandorekî ava dikin jiyanekî hevpar ku bi pîvanên exlaqî tê rêvebirin ava dike û ruxmê ku zehmetire hûn yê pê re xurtir bin û hûn ê civakekî bi adalêt ava bikin.

SIYASET

Ji ber siyasetmedarên rizî û çawa ji xwe re hêz kom dikin ji bo gel behêz bihêle, siyasî edî bû tiştek ku bi tinê ji bo çîna siyasetmedaran e. Ji ber ku bingehiya xwe listoka zilamên mezin ku bi diz û derew berjewendiya xwe diparêzin siyaset bi xwe rizî bû. Siyaseta rast ne wisa ye. Siyaseta rast ji bo gel e, ji bo hemû civak e. Ji bo ku her kes tesira xwe bikartîne ji bo derdorên xwe li gorî pêwistiyên û pîvanên xwe şikil bide. Tê mahnê ku her kes hertim ji bo ava kirina pergalekî ku xizmeta her kes dike di nav kar de ne.

Kesekî ku di nav pergala lîberal ya rizî mezin dibe pir caran pasîf û xemsar dibe ji ber ku hîst dike ti mahna xwe nîne xwe bixe di nav tiştan de ji ber ku herî dawî hêza wî tinê ye. Wekî şoreşger divê tu disa ferî xwezaya mirovî bibe, tu yê çawa bibe hebûnekî siyasî.

Dema ku tu kesayeta xwe ne li gorî pergal ava dikî lê li gorî armancekî mezintir û rastire û dema ku tu pirsgirêkên jiyanî ne li gorî berxwekên hisî ku encame tesira pergalê li ser te ne lê li gori heqiqetê exlaqî, vê demê tu kesekî bi zanebûn tevdigere û hêzekî ku cihanê ber bî çareserî bibe yî. Bi peyvekî cuda tu bibe siyasetmedarekî rast an bi peyvekî baştir tu bibe şoreşgerekî.

Pratîka ku em behs dikin ne bi tinê li ser ava cihanekî azad e, ji vê zêdetir rasteraste. Divê tu jiyana xwe bi armancên diyar û bi zanebûn nêz bibe û na wekî berî bê fikir û bi tenê li gorî berxwekan xwe jiyan bike. Wekî din ji divê tu hêza xwe hemû ber bi armancekî kom bike ji bo ku tu li hember dijminekî di asta profesyonel de kar dike ji bo hemû hewl danên te ber bi azadî vala derbixe bi hêztir bî. Bi vî awayi hemû hêza xwe kom kirin û tevgerandina xwe xistina zanebûn bingeha tişta ku em dikarin bi nav bikin siyaseta rast e.

Di nav demajoya tevgerandin û pirsgirekên hişmendî ku haya niha ji bo te bûn asteng ferq kirin de tu yê pirsgirekên xwe çareserbike û wekî mirov mezintir bibî. Wekî din jî dema tu ferî pirsgirekên xwe çareserkirin bî tu yê bikaribî ji bo hevalên xwe bi derbas kirina pirsgirekên van jî alikar be û ew yek jî bingehiyên rêverbirin ya herî giringe. Hêza çareserkirina pirsgirekên komînal ava kirin dibê zemînê ji bo civakekî nû têkoşin ku di nav de em ê bikaribin hev dû ji bo kesayetên xwe yên parçeyî û xirab ku pergala moderniteya kapitalîst li ser me ferz kir disa çêbikin alîkarî bidin.

RADÎKALBÛN

Ji bo ku ez bigihînim cihê ku ez bi rastî hist dikim ku ez xwe ji terz û fikirên xwe yên wêrandar û kevn azad dikim pêwistî bi pir êşkişandin hebû. Tiştê herî zehmetkêş guhartina kesayeta xwe ye ji ber ku hertim egoyê te heye ku nahêle tu terzên xwe yên heyî diguherî û dixwaze her tişt wekî berî bihêle. Egoyê wekî zarokekî ku digire û neçarî bi tiştên heyî xwe girêde û nekare berde. Ji ber vê guhartin ciqas bi watê bû ewqas mecbûr mam êşekî kûr bikşînim. Wekî gelek tiştên din guhartina kesayetî ya rastî bi tinê ji qeyranêkî mezin derdikeve – wexte tu rêyên cuda nabinî û tu gihîştî cihê herî kûr tiştek ku tu winda biki nîne tu ji rewşa xwe ya heyî rizgar dibî û dikarî tiştan bi ronahiyekî nû bibînî û ji wir şûnde tiştên nû ava bike. Ji ber vê ez hewl didim xwe ji komîna xwe vênaşerim ango hewl didim rastiya xwe bidim nişandan rûxme ku carna zehmetî dikşînim an belkî şerm dikim jî. Li herî dawî ez bawerim ku yê bibin alîkar.

Yek jî amurên me yê serekê rexne û rexnedayin e. Me soz daye ku em ê hev dû rexne bikin dema ku me kêmasiyek dît ku dikare li ser jiyana me an li ser karê me bandorekî neyenî bike. Em ji soz didin ku em ê rexneyên ku li ser me tên baş guhdar bikin rûxme ku belkî rexneyên giran bin an ku zehmet be vana bibihîse. Bi vî awayi em pêşketinên bê navber di nav kesayeta xwe de misoger dikin. Naye mahne ku her rexne ku li ser me te mutlaqa rast be lê ihtimala mezin tê de dundikekî rastî heye. Hevalê min çima histdike ku dixwaze min rexne bike? Tevgerandina min çawa li ser vî hevalê bandor kir ji bo ku bigihîne vê noqte? Her rexnê derfet ji bo tiştên nû li ser xwe fêmbike ye û eger em van bi giranî digirin dest bi misogerî em ê kesayeta xwe pêşbixin. Eger tu hist dike ku rexne ku li ser te tê bi misogêr şaş e disa derfet bide xwe ji bo berxwekên destpêk derbas bike, dibe ku tu yê bibîne ku fikirên te zêde hestiyar bûn û bi dêm dibe ku tu zêdetir amade ji bo van rexneyan bi awayekî komîserhevkirî nêz bibe be û wisa dikarî baştir ji van ders bigire.

Terzê herî baş disa li ser rêbazê rexnedayin serwerî ava kirine. Eger tu bi awayekî dûrûst vê bikartîni tu yê gavên mezin bavêje û ji ber ku em ji hev du zêde ne cuda ne dibe ku rexnedayinên te ji bo hevalên te ji derbasdar bin û wisa tu ji bo van jî alikarî bidî. Û ji bo rexne û rexnedayin ya herî dawî û herî giring li ser tiştên ku hatin gotin ser sekinandin e. Di destpêkê de dem û lêhurbûn bide an jî bi hevalekî li ser van tiştan niqaş bike lê bê ku tu dikevî parastin û di encam de rexneyan vala derbixe ji ber ku egoya te dixwaze hertim wiha bike. Dûrve dema te rexneyan fem kir an eger te herî kêm jê re tiştek ji bo xwe girt divê tu vê bixe pratîkê. Ew terzê radîkal yê xwe guhartin û kesayeta serkeftî ava kirin e.