Xerabûyî û xayinê malbatê!

Rola hevkariya kurdan pir kirêt û bêexlaqî ye. Ji ber ku vê gavê yekane rizgarkerê dewleta Tirk a qirker, faşîst û hevkarên wê ye, niha qîmet dibîne.

Rejîma Tirk a faşîst di salên 2021 û 2022’yan de polîtîkaya xwe ya qirkirinê ya li dijî gelê Kurd derxist asta herî jor. Li hemberî vê yekê hêzên gerîla ev 3 sal in li heman çeperiyê li dijî artêşa Tirk şer dikin.

Bê şik ev rewş di dîroka Kurdistanê de mînakên wê nîne. Ne di serdema Osmaniyan de, ne jî di serdema komarê de; Ti carî şerekî bi vî rengî ya dijwar û bênavber çênebûye. Ev mînaka berxwedanê ji bo Kurdan vediguhere stratejiyeke hebûnê. Ev diyarde hem ji bo dewleta Tirk a faşîst û hem jî ji bo beşa Kurd a hevkar her ku diçe dibe tirsek. Îcar çima ev diyardeya berxwedanê dibe tirsek? Ji ber ku gerîlaya azadiyê ya Kurd li dijî şerê qirkirinê yê li ser gelê Kurd tê ferzkirin bi refleksên herî xwezayî, bê hincet li ber xwe dide. Bi kurtasî di her zindiyekî de reflekseke parastinê ye û Rêber Apo ev diyarde bi sazî kir û veguherand stratejiyeke parastinê ya bingehîn.

Gelê Kurd ku ji aliyê hêzên emperyal û sîstema nûjen a cîhanê ve hatiye paşguhkirin, ev sed sal in di bin kêra her cure qirkirinan de tê qetilkirin. Di rewşeke wiha de ancax bi refleksên parastina cewherî dikare xwe biparêze û hebûna xwe bike. Gerîlayên Kurdistanê bi taybetî ev 3 sal in di vê çarçoveyê de têdikoşin û li dijî dagirkerî û êrîşên qirkirinê li ber xwe didin. Ger welatê we were dagirkirin, mafê we yê xwezayî ye ku hûn li ber xwe bidin. Ev maf di tu qanûn û pergalekê de wek sûc nayê hesibandin. Ji bo ku hê hêsantir bê fêmkirin, ger kesek hewl bide we bifetisîne û bi her du destan we bixeniqîne, ji bo ku hûn xwe xilas bikin lêdan an jî kuştina wî ne sûc e, ew xweparastin e. Di halê hazir de helwesta ku li hemberî êrîşên tunekirinê tê nîşandan, refleksa parastinê tenê hewldanek ji bo xilasiya ji xeniqînê ye. Ji ber vê yekê ne rejîma faşîst û ne jî hevkarên wê nikarin vî mafê parastina rewa weke hewldaneke ne rewa pênase bikin. Gelê Kurd bi awayekî herî mafdar li berxwe dide û ji wê pêve wê tiştek nepejirîne.

ROLA HEVKARIYA KURDAN

Rola hevkariya Kurd a li vir pir kirêt û bêexlaqî ye. Ji ber ku yekane rizgarkerê dewleta Tirk a qirker, faşîst û hevkarên wê ye, niha qîmet dibîne. Bi hizirandina du deqeyan, em dikarin xirabiya rewşê bibînin û fêm bikin ka ew çiqas rezîlane ye. Werin em bi çîrokek wiha bifikirin; Malbatek bînin ber çavan ku dewlemendin û bi halê xwe ne. Lê cîranek wan yê xirab heye ku çav berdaye mal û milkê wê û ji bo dest dane ser mal û milkê vê malbatê her cure êrîş pêk tîne. Pêşî, bi awayên cuda ew mezinên malbatê dikujin. Paşê jî hemû endamên malbatê bi hincetên cuda yek bi yek dikin hedef. Cîranê ku bi xirabiya xwe tê nasîn û zordestiyê li tevahiya gel dike. Hemû mal û milkên di destê wê de bi qetilkirin û zordestiyê bi dest xistiye. Hemû wezîfedar bi pereyan ve daye girêdan û kes cihek ku zilma wan gilî bike nabîne. Zilm û neheqî li her derê serdest e. Tirsa tarî û mirinê serdest e.

Endamên malbatê dikujin û bi darê zorê tên ser milkê wan rûdinin. Ew malbat di mala xwe de mîna kirêdar dibe û rastî her cure heqaret û çewsandinê tê. Bi awayekî xwezayî zarokên malbatê yên di nava vê zilmê de mezin bûne, li dijî cîranên xwe yên xerab û çewisandina wan derdikevin û niha her kes ji bo ji malbat rizgar bibe, şûna ku rojekê bi vê zilmê re bijîn li dijî vê zilmê heta dawî li ber xwe didin û di nava seferberiyê de ye. Her kes dizane ku ev malbat bi darê zorê hatiye derxistin û li ser vê jî rastî zextên giran hatiye. Lê li hember xerabiyeke wiha her kes kor, kerr, lal e û di dawiyê de jî dibe hevkarê vê zilmê. Bi kurtasî zarokên malbatê di têkoşîna xwe de dikevin cihekî girîng, cîranên wan û gelên din ên bindest êdî cesaretê ji vê têkoşînê digirin û tê rewşek wiha ku li dijî vê zilmê dest didin hev û li ber xwe didin. Her kes dizane ku wekî cîranê xerab û zalim her cûre hîle û fêlbaziyê ceribandine.

Hakimê ku wê biryarê bide û bi cîranê xerab re hevkariyê dike jî êdî ne di wê rewşê de ye ku li hember rastiyê îtîraz bike û cîranê xerab rewa bike. Delîlên ku ji dadgehê re hatine pêşkêş kirin ew qas eşkere û zelal in ku, ji bilî cîranê xirab, heyeta dadgehê û hevkar û bertîlên din ên ku bi salan bi wî re hevkarî kirine, dê bêne mehkûm kirin. Lê her kes dizane ku di dawiyê de hemû rastî derketiye holê û piştî demekê divê dadgeha hevkar vê çewsandinê qebûl bike û vê xerabiyê mehkûm bike. Ji ber vê yekê, pêkanînên çewisandinê yên dawî tenê sûcê cîranê xerab eşkere dike û sûcên nû li sûcê wî zêde dike. Çare nîne, roja mehkûmiyetê nêzîk dibe.

Di dawiyê de roja rûniştinê tê û her kes li salona dadgehê bi hêviya ku ev zilm, ev zordestî, ev bêexlaqî bê ceza nemîne kom dibin. Hakimê hevkar niha bi neçarî divê biryara dawî bide û dîsa li delîlên malbatê dinêre, li şahidên xwe guhdarî dike û ji bo ku biryara dawî bide carek din berê xwe dide cîranê xerab û zalim û dibêje gelo îtîrazên we li hember wan hene. Cîranê xerab û zalim dibêje erê, şahidê me heye û em hemû sûcdariyê red dikin. Ew dibêje, "Em rastî zilmê hatine." Ji nişka ve hakimê hevkar jî matmayî dimîne û dibêje: “Şahidên te û delîlên te çi ne, bidin dadgehê û em bibînin.” Cîranên xerab û zalim gazî şahidên xwe dikin û her kes bi tiştên ku dibîne matmayî dimîne. Mexdûrê herî mezin ên vê zilmê endamekî malbatê ye ku bûye şahidê aliyê din û ji dadgehê re dibêje ev hemû derew e, malbata min rastî zilmê nehatiye, malbata min neheqî li cîranan dike. Xwedî mal û milkê cîranên me ne.

Hakimê hevkar li ber çavê her kesî dibêje, "ji bo delîl û şahidên heyî tunê çi bibêjî? Birayên te qala qetilkirina endamên mezin ên malbatê kirine hûn çi dibêjin? Endamê malbatê ji bo delil û şahidan derew bide derxistin, dikeve nava hewldaneke mezin. Û bi vî awayî, ji cîranê xerab û zalim û hakimê hevkar û hevkarên din ên cîranê xerab hêvî tê dayîn ku careke din ji sûcên xwe xilas bibin. Îcar ew mîna çavê xwe li vî endamê malbatê dinêrin, ji ber ku hêviya wan a rizgariyê ew tenê ye. Hakimê hevkar û hemû aliyên din ên hevkar firsenda sûcên xwe li demê belav bikin bi dest xistin. Ewrên tarî dîsa xuya dibin, dixwazin bêhêvîbûn û tirsa mirinê serdest bibe. Ferdê malbatê yê xayîn û rizyayî jî, di berdêla xiyaneta li hemberî malbata xwe, hewl dide serweriyê qezenç bike.

Hevalno rewşa me ya PDK'ê û bi taybetî jî li gel Barzaniyan, weke gelê Kurd ev e. Niha mijara sereke li vir ew e ku ev endamê malbatê dibêje ku ew şahidê dadgehê ye û nûneratiya hemû malbatê dike û ya trajîk jî ew e ku malbat li hember van îdiayan bêdeng e. Niha pirs ev e ku gelo dê hemû malbat li hember vî kesê rizyayî û xayîn li ber xwe bidin an ew ê bêdeng bimîne û dev ji hemû hebûn û têkoşîna xwe berde?