'Sivîl'ên SADAT'ê di êrişên leşkerî de têne bikaranîn

Eşkere bû ku sivîlên ji aliyê SADAT'ê ve hatine perwerdekirin, piştî ku tevlî êrişên leşkerî yên artêşa Tirk ên li bejahiyê bûne, ji aliyê dewletê ve maeş jê re tê dayin.

Desthilatdariya AKP'ê ya bi serkêşiya Tayyîp Erdogan, piştî hewldana darbeyê ya 15'ê Tîrmehê ya di bin kontrolê de, li Kurdistanê û Tirkiyeyê polîtîkayên qirkirina civakî xiste meriyetê û bi vî rengî dixwaze civakê paralîze bike. Bi taybetî komeleyên ku di bin navê 'rêxistinên civakî yên sivîl' ve piştî 15'ê Tîrmehê hatin vekirin bi Erdogan û Soylû ve girêdayî ne û karên wan ên qirêj dimeşînin. Hêzên paramîlîter ên ku beriya 15'ê Tîrmehê hatin birêxistinkirin û berdan nava kolanan, eşkere bû bû ku hemû bi destê van komeleyan hatine birêxistinkirin. Beşek ji kesên li van komeleyan wezîfedar in berê, beşek jî piştre tevlî perwerdeyên SADAT'ê bûn.

Gelo SADAT çi ye? Çawa ava bû? Çima ewqasî di rojevê de ye? Li Kurdistanê çi karî dike?

SADAT ÇI YE, ÇIMA DIKEVE ROJEVÊ?

SADAT ku bi şandina çekan ji bo rêxistina El Nûsra ya li Sûriyeyê tê naskirin, xwe weke 'şîrketeke ku li qada parastinê karê şêwirmendiyê û perwerdeya leşkerî dide" pênase dike. Lê belê têkildarî SADAT'ê ji roja ku ava bûye û vir ve îdîayên cuda têne kirin.

SADAT 28'ê Sibata 2012'an ji aliyê Tûggeneral ê teqawîtbûyî Adnan Tanriverdî û 23 efserên teqawîtbûyî ve hate avakirin. Di naveroka damezrandina şîrketê de tê gotin, li qada navneteweyî perwerdeya leşkerî û navxweyî, şêwirmendiya parastinê û kirîna cebilxaneyan dike. Endamên damezrîner ên şîrketê dibêjin, 'SADAT' ku kurtenavê Şêwirmendiya Parastinê ye, ji ber ku bi Erebî tê wateya 'seyîd' wan ev nav hilbijartine.

DAMEZRÎNERÊ SADATÊ ADNAN TANRIVERDÎ KÎ YE?

Tûggeneral ê teqawîtbûyî Adnan Tanriverdî ku li Daîreya Şerê Taybet a Fermandariya Giştî û Serokatiya Rêxistina Parastina Sivîl a KKTC'ê nêzî 30 salan kar kir, damezrînerê SADAT'ê ye. Tanriverdî li Akademiya Şerê Bejahî weke perwerdekar ders da. Yek ji şagirtên Tanriverdî jî Wezîrê Parastinê yê Tirk Hûlûsî Akar e. Tanriverdî di dema 28'ê Sibatê de bi rengekî fermî bi hinceta 'bêkadrotiyê' teqawît bû. Lê belê wê demê gelek personelên leşkerî ji ber ku 'îslamî' bûn, dawî li karyera wan a leşkerî hate anîn.

Tanriverdî, piştî kariyera xwe ya leşkerî tevlî Komeleya Parastvanên Edaletê (ASDER) bû ku tevî leşkerên pê re teqawît bûn, hate avakirin. 5 salan serokatiya giştî ji vê saziyê re kir. Piştre jî bi rêya Komeleya Navenda Lêkolînên Stratejîk (ASSAM) bi fikrên xwe yên li ser jinûve avakirina Hêzên Çekdar ên Tirk (TSK) kete rojevê. Tanriverdî beriya ku SADAT'ê ava bike ji şîrketên taybet ên Emerîkî yên ku li ser rêbaza karkirinê ya şîrketên taybet ên Emerîkî yên li qada stratejiya leşkerî kar dikin, xebitî.

TÊKILIYA TANRIVERDÎ Û ERDOGAN

Sala 1994'an dema ku Recep Tayyîp Erdogan ji bo şaredariya Stenbolê hate hilbijartin, li nava leşkeriyê kêm kesan piştgirî dan wî ku yek ji wan jî Tanriverdî bû. Di dema namzetiya Erdogan de Tanriverdî li Maltepe ya Stenbolê wezîfeya Fermandariya Tûgayê dikir. Erdogan û Tanriverdî wê demê bi rêya nasekî hevpar hev nas kirin û têkiliya herduyan bi demê re xurtir bû. Tanriverdî bû kesekî ku Erdogan jê bawer dike û Tebaxa 2016'an ji bo Şêwirmendiya Sereke ya Serokkomariyê hate tayînkirin. Tanriverdî bi taybetî li qada parastinê bû yek ji şêwirmendê herî girîng ê Erdogan.

Di Kanûna 2019'an de axaftineke Tanriverdî ya li kongreyeke li Stenbolê bû sedema nerazîbûnên mezin. Tanriverdî gotibû, "Divê em xwe ji hatina Mehdî re amade bikin". Nerazîbûna ku li hemberî vê yekê hate nîşandan bû sedem ku di Çileya 2020'î de ji wezîfeyên li şêwirmendiya sereke û endametiya desteya polîtîkaya derve û ewlehiyê bê girtin.

KARÊN SADATÊ

Beriya ku Tanriverdî ji şêwirmendiyê re bê tayinkirin, tê zanîn ku bi rêxistina xwe ya SADAT'ê di 'têkbirina hewldana 15'ê Tîrmehê' de bi roleke girîng rabû. Yek ji nîşaneyên wê şlevê jî ew e ku bi serkêşiya SADAT'ê çekên giran li gelek sivîlan hatin belavkirin. Her wiha nayê zanîn ku ew çek niha bi kê re ne. Sedat Peker ku bi têkiliyên qirêj ên dewletê hemûyan zane, di gotinên xwe de yek bi yek eşkere kiribû ku SADAT çawa hêzeke paramîlîtere.

ÇEKÊN KU RADESTÎ RÊXISTINÊN ÇETE YÊN LI SÛRIYEYÊ HATIN KIRIN

Di sala 2014'an de eşkere bûbû ku SADAT'ê bi rêya TIR'an çek ji çeteyên El Nûsra û DAÎŞ'ê yên li Sûriyeyê re şand ku li Sûriye û Rojava komkujî kirin, her wiha êrişî Iraqê û Başûrê Kurdistanê jî kirin. Çekên ku ji Sûriyeyê re hatin şandin li Kobanê, Şengal, Kerkûk, Mûsil, Reqa, Eyn Îsa, Girê Spî û Minbicê li dijî Kurdan hatin bikaranîn. Desthilatdariya Erdogan red bike jî muxalefeta Tirk bi xwe gihîşte wê astê ku rastiyan nîşan bide.

TÊKILIYA NAVBERA SADAT Û KOMELEYÊN 'OCAK'

Yek ji karên SADAT'ê jî avakirina kampên leşkerî û perwerde ye. Tevî ku li gorî qanûnên Tirk ji bilî TSK, emniyet û MKE'yê ti sazî nikare çekan hilberîne, bifiroşe yan jî bi rengê saziyî bi kar bîne, SADAT bi navê 'şîrketa taybet' perwerdeyan dide û li qada navneteweyî çekan difiroşe. Vî karê xwe jî bi rengekî neqanûnî bi destûra dewletê dike.

Her wiha eşkere bû ku SADAT'ê perwerdeya leşkerî da kesên li nava komeleyên piştî sala 2016'an bi navê 'ocak' hatin vekirin. Her wiha di êrişên leşkerî yên artêşê de jî bi rengekî nefermî bi armanca 'wergirtina tecrûbeyê' cih girtin. Li gorî agahiyan ev hêzên paramîlîter ên sivîl û ti fermiyeta xwe nîne, piştî ku xwe ispat kirin ji aliyê dewleta Tirk ve hatin fermîkirin û maeş jê re hate dayin. Ji van hêzên paramîlîter re hate dayin ku dema mirin wê veşartî bêne hiştin û malbatên wan jî di vê mijarê de neaxivin. Piraniya 'sivîl'ên navborî di navbera salên 2015-2016'an de li Kurdistanê ji bo tepisandina berxwedana xwerêveberiyê hatin bikaranîn.

HEBÛNA VAN KOMELEYAN LI KURDISTANÊ

Li gorî agahiyan, ji van komeleyan re perwerdeya wê yekê hatiye dayin ku dema li Kurdistanê û Tirkiyeyê şerekî navxweyî rû bide divê çawa tevbigerin û çi bikin. Yên ku li şaxên van komeleyan ên li Kurdistanê dimînin, ne tenê pwerdeya leşkerî werdigirin û radihêjin çekan. Di heman demê de tevî asîmîlasyona çandî û dejenerekirina exlaqî karên fûhûş û narkotîkê yên ji bo paralîzekirina civakê dimeşînin. Li Kurdistanê û Tirkiyeyê her roj yek ji van komeleyan tê vekirin. Komeleyên li Kurdistanê jî diçin gel malbatên berê hatine diyarkirin. Ji ber ku zanin malbatên welatparêz wê pêşniyara wan qebûl nekin. Lewma bi rêya malbatên ku serweriya dewletê qebûl kirine û xiyanet li gelê xwe ferz dike, dikare hîn bi hêsanî li Kurdistanê bi cih bibin.

Sibe: Lîsteya komeleyên 'Ocak', karên wan û têkiliya malbata Barkin a li Silopiyayê ya bi dewletê re