Sala 50’emîn û Newroza azadî ji Rêber Apo re

Ev Newroz wê bibe Newroza pêncîyemîn a bi PKK’ê re. 50 sal berê di Newrozekê de bingeha rêxistinî ya Zayîna Rêbertî ya Apoyî û Tevgera Apoyî ya li Kurdistanê hatibû danîn.

Xweşbûna rojê ji serê sibehê ve diyar e. Hatina Newrozê jî ji 8’ê Adarê diyar dibe. Di 8’ê Adara 2022’an de jin dîsa lûtkeyeke nû ya azadiyê bi ser xistin. Bi taybetî jî di warê jinên Kurd bi rihetî ev tişt dikare were gotin. Him di warê girseyî, him di warê kûrahiya îdeolojîk û him jî di warê zelalbûna helwestê, mirov dikare vî tiştî bibêje. Ji niha ve bi rihetî dikare were diyarkirin ku sedsala 21’emîn wê ya jinan be.

Nexwe wê Newroza 2022’an jî di têkoşîna azadiyê de wê lûtkeyekê biafirîne. Him wê pêvajoya têkoşîna borî derxîne holê û him jî wê pêvajoyeke nû ya têkoşînê bide destpêkirin. Gelê Kurd ê bi pêşengiya jin û ciwanan wê dakevin kolanan û qadan, daxwazên xwe yên azadî û demokrasiyê li ser bingeha azadiya Rêber Apo wê bi awayekî şênber daynin holê, wê helwesteke zelal û eşkere nîşan bidin û vî tiştî bi ser bixin.

Bi vê Newrozê de PKK dikeve sala pêncîyemîn a têkoşînê. Ev Newroz wê bibe Newroza pêncîyemîn a bi PKK’ê re. 50 sal berê di Newrozekê de bingeha rêxistinî ya Zayîna Rêbertî ya Apoyî û Tevgera Apoyî ya li Kurdistanê hatibû danîn. Rêbertiya Apoyî û Tevger wekî rêbertiya Newroz û tevgera wê teşe stend. Ji ber vê jî Partiya Newrozê ya wekî PKK’ê û rastiya gelekî dibe Newroz a gelê Kurd a azad derket holê. Newroz bi Rêber Apo û PKK’ê wateyeke nû stend û bedewtir bû.

Di sala pêncîyemîn de wê her kes ji xwe bipirse û binirxîne ku bi Rêber Apo û PKK’ê re çi guherîn û çi hatin afirandin. Bêguman vê dîroka pêncî salî ji gelek aliyan ve dikare çavdêriya wê were kirin û lêkolîn li ser wê were kirin. Lê ya herî watedar û şênber ev e ku mirov li ser Newrozan bisekine. Pêncî sal berê li Kurdistanê Newroz ketibû çi halî û a niha di kîjan rewşê de ye. Eşkere ye ku pêdivî pê tune mirov bide ber hev jî. 

Bêguman di nav civaka Kurdan de bîra Newrozê tu carî winda nebû. Wekî ruhê berxwedan û azadiyê ji 2600 salan zêdetir jiya. Lê beriya niha pêncî sal berê di salên 1970’î de ev ruh û bîr gelekî qels bûbû û xweliyê girtibû ser. Di nava xwe de wekî bizotan bûya jî tu carî dernediket holê û nedibû agir. Ji ber ku feraset û siyaseta faşîst û qirker ew qir dikir. Ji ber vê jî bîr, tarz û rêxistineke ku karibe wê feraset û siyasetê têk bibe, dernediket holê. Rêber Apo bû ev ruh, bîr û tarz. Dermanê ku tu kesî nedidît, Rêber Apo bi xwe dît. Navê rêxistin û çalakiyê jî bû PKK. Rêya serkeftin û serfiraziyê bi Rêber Apo û PKK’ê hate vekirin.

Gelo Rêber Apo û PKK’ê ev tişt çawa kir? Beriya her tiştî bîra jiyana azad a dîrokî bi dest xistin, di asta azweriyê de bi vê ruh û bîrê hatin girêdan, îradeyeke jiyanê ya azad a xurt ava kirin. Rastiya Rêber Apo vê bîra azadiya dîrokî, baweriya di asta azweriyê de û îradeya xurt îfade dikir. PKK jî bû şênberiya rêxistinî û çalakiyê ya bîr, bawerî û îradeyê.

Mirov carekê bîra jiyana azad, bawerî û îradeya wê bi ser bixe û tu carî dev jê bernede, tiştên piştî wê jixweber tên. Tarz, taktîk, cesaret û fedakariya vî tiştî li pey derdikevin holê. Geşedanên pratîk li pey hev rêz dibin. Rêber Apo û PKK beriya her tiştî bîr, bawerî û îradeya azadiyê ava kirin û piştre berdêla herî mezin dan ber çavê xwe, bi cesaret û fedakariyeke mezin tarz û tempoya vî tiştî afirandin.

Nexwe di serê van geşedanan de, rastiya Rêbertî heye ya ku tu kes cesaret nake ku wisa bijî û bixebite. Tişta ku wî şênber dike û nahêle têk biçe jî, rastiya şehîdan e ya ku berdêlên herî giran dane. Ev tişt bi saya bîr, cesaret û fedakariya kadro û milîtaniyê pêk tê. Girêdayîna gel a xurt û piştgiriya bêdawî jî vî tiştî temam dike. Jixwedema Rêbertî, helwesteke şehîd û milîtan a wisa derdikeve holê, girêdayîna gel û piştgiriya wê jî wisa ava dibe. Girêdayîna xurt a gel û piştgiriya wê ya bêdawî, Rêbertî, şehîdan û pêşengtiya di nav partiyê de her dem xurt dike.

Ev rastî xweliyê dadiweşîne û bizota di binî de sor dike. Ango Rêber Apo, şehîdên qehreman û rastiya PKK’ê ye. Di salên 1970’î de Newroza ku li Bakurê Kurdistanê pêk dihatin û li parçeyên din ên Kurdistanê jî ji wateya wê ya îdeolojîk û siyasî dihat valakirin û bûbû wekî seyraneke biharê, Rêbertî û rastiya şehîdan Newroz gihandin wateya wê ya rastîn. Rêber Apo dema 24 salî bû ruh û bîra Newrozê rêxistin bi wî da avakirin û berê wê da têkoşîna azadiya Kurdistanê. Ruh û bîra Newrozê berê Mazlûm Doganê 27 salî da berxwedana qehremaniyê ya ku tarîtiya 12’ê  Îlonê ronî kir. Heke ew ne xwedî bîreke azad a xurt û kûr a Newrozê nebûya, Mazlûm Dogan dikaribû çalakiyeke wisa bikira?

Di pêncî salan de ji rewşa ku bîra Newrozê bi awayî veşartî dihat jiyîn, bi awayekî veşartî û bi tirs li hin cihên xewle agirê Newrozê dihat vêxistin û wekî seyranê dihate pîrozkirin, îro li her çar parçeyên Kurdistanê û li her der dera dinyayê bi milyonan kes tevlî Newrozan dibin. Berxwedana gerîla ya di bin fermandariya artêşa şehîdên qehreman û Rêber Apo de, pêşengtiya vî tiştî kir. Heke rastiyeke wisa ya Rêbertî û berxwedana gerîla ya qehreman a di xeta fedaî de tunebûya, wê îro ev geşedanên ku hêviya azadiyê li hemû mirovayetiyê belav dike jî tunebûya.

Bi awayekî zelal bi rastiya Rêbertî û berxwedana gerîla em dikevin sala pêncîyemîn a têkoşînê.  Newroza pêncîyemîn a bi Rêber Apo û PKK’ê re tê jiyîn, bi pêngava Dem Dema Azadiyê ya ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo, têkoşîna me geştir dike. Li hemberî faşîzma AKP û MHP’ê pêvajoyeke berxwedanê ya nû îlan dike. Li ser vî esasî bang li gelê Kurd û dostên wan tê kirin ku bi awayî coş û watedar Newrozê pîroz bikin û têkevin saleke nû ya berxwedanê.

Bêguman feraset û siyaseta Apoyî pêşengtiyê ji berxwedana sala serfiraziyê ya pêncîyemîn dike û dibe afirînerê her tiştî. Şerê gerîlayê qehreman wekî îro jî têkoşîna heyî şênbertir dike û dibe afirînerê serfiraziyê. Bi vê re jî berxwedana jin, ciwan û gel mîsogeriya serfiraziyê ava dike. Şoreşgerî û welatparêziya ku li Kurdistanê van geşedanan diafirîne, bi vî awayî teşe distîne. Kesên vê rastiyê nabînin û qebûl nakin, li Kurdistanê nikare bibe şoreşger û welatparêzê rastîn.

Nexwe ji bo afirandina serfiraziya sala sala pêncîyemîn a Rêbertî, partî û Newrozê divê em hemû ji bo berxwedana azadiyê ya antîfaşîst seferber bibin. Divê em Rêbertî baş fêm bikin, xwedî li berxwedana gerîlayan derkevin, her dem wan xwedî bikin, hemû derfetan ji bo têkoşîna azadiyê seferber bikin. Wê bi pêşengiya berxwedana gerîla ya li ser xeta Apoyî serfirazî pêk were û divê em ji vî tiştî qet nekevin gumanê. Divê em qet guh nedin nêzikatiyên ku şerê gerîla ya ku şerê herî mafdar û watedar ê dîrokê ye, reş dike û dûrî wê disekine. Divê em guh nedin aştixwazî û dijberiya şer a di asta hamasetê de. Divê em guh nedin gotinên ‘Em li dijî her cure şer in’ û faşîzma AKP û MHP’ê û şerê gerîlayê qehreman dike wekî hev.

Diyar e ku ev gotin û feraset ji aliyê xwediyên xwe jî nayên fêmkirin. Divê em şeran wekî yên mafdar û ne mafdar ji hev veqetînin, li hemberî şerên neheq bin û ji bo geşkirina şerên azadiyê yên mafdar jî seferber bibin. Li ser vî esasî em şerê gerîla û berxwedana gel a di pêşengtiya gerîla de mezintir bikin û divê teqez em afirandina serfiraziya sala pêncîyemîn bi ser bixînin. Bi vî ruhî ez Newroza hemû kesan pîroz dikim û di şexsê Mazlûm Dogan de hemû şehîdên me bi bîr tînim.

Çavkanî: Yenî Ozgur Polîtîka