Ruhê demê: Azadî!

Gelekî girîng e ku mirov xwe ji ber êrişên dîn û har ên faşîzmê venegirin û bi biryardarî li ber xwe bidin, têkoşînê mezin bikin. Ruhê her demekê heye. Ruhê vê demê jî azadî ye, wekhevî ye, demokrasî ye, edalet e!

Faşîzm îdeolojaiya zîhniyetên riziyayî-xerabûyî ye ku xwe dispêre nijadperestiyê, fetîşîzma zayendî, dijminatiya li civakê û li dijî rastiya gerdûnî ya xweza û jiyanê ye. Faşîzm hebûna xwe bi zordariyê û bi şer didomîne. Bi tirsandina civakê, bi zext û tundiyê hewl dide bi rê ve bibe. Bi afirandina dijminên xeyalî şer derdixîne, bi xapandina civakê zemîneke rewaa ji şer û komkujiyê re diafirîne. Faşîzm hezkirina ji mirinê ye, xwedayê şer e. Desthilatdariyên faşîst ji hurmetdarî û rewatiya civakî bêpar in. Ji ber ku nerewa ne bi giranî serî li rê û rêbazên zordar û şer dide ku vê yekê ji bo xwe di asta jiyanî de girîng dibîne.

Faşîzm li gorî karaktera xwe mêtinger e, qirker e. Desthilatdariya faşîst a AKP-MHP'ê di dîroka komarê de desthilatdariya herî qirker a hov e. Giştiya hemû nebaşiyan e, rewşa dejenerebûyî ya zîhniyeta nijadperestiyê ya paşverû ye. Têkbirina desthilatdariya faşîst a AKP-MHP'ê wê paşverûtiya nijadperest a li Tirkiyeyê parçe bike û pêşî li siyaseta demokratîk veke.

Gotinên nepolîtîk ku dibêjin 'Erdogan û ev desthilatdarî biçe wê çi biguhere, tiştek naguhere', bêyî ku hay jê hebe zemîna rewatiyê ji desthilatdariya nerewa û komkujer re amade dike. Desthilatdariya faşîst a heyî, kom û rêxistinên nijadperest-olperest-çete yên paşverû yên di nava sîstema netewe dewlet a Tirk a mêtinger, qirker de hemû li dora xwe civandiye û bûye desthilatdariya herî hov a dîrokê. Desthilatdariya AKP-MHP-Ergenekon şebekeya komkujiyê, rêxistina çete-gladyo ya sîstema netewe dewlet a Tirk a sed salî ye. Hêza tifaqê ya avaniyên çete yên sed salî yên li nava dewletê ye.

Hilweşîna desthilatdariya faşîst a AKP-MHP-Ergenekonê wê li Tirkiyeyê hevsengiyên nû biafirîne, wê qadekê pêşkêşî siyaseta demokratîk bike. Sedema êrişên hovane yên desthilatdariya faşîst ên li ser HDP'ê ew ku hebûna HDP'ê li dijî xwe weke gefekê dibîne, jê ditirse. Karakterê antîfaşîst demokratîk, feraseta siyaseta azadîparêziya demokratîk a HDP'ê, zemînê li desthilatdariya faşîst diçikîne, ziwa dike.

Têkoşîna gerîla, gel û jinên Kurd û HDP'ê, desthilatdariya faşîst xistiye pêvajoya hilweşînê. Faşîzm her ku sparteyên xwe ji dest dide şer û tundiyê mezin dike, hewl dide muxalefeta demokratîk tasfiye bike, hemû beşên civakê yên berxwedêr bieciqîne. Vê hefteya dawî êrişên li dijî HDP'ê zêde kir. Bi dehan rêveber û xebatkarên HDP'ê bi lêpirsînên pûç hatin destgîrkirin, girtin. Navê 'Doza bûyerên Kobanê' lê kir û bi vî rengî hewl dide ji aliyekî ve hevkariya bi DAÎŞ'ê re xurt bike, li aliyê din jî pêngava berxwedanê ya antîfaşîst a HDP'ê bi pêngaveke dijber bê bandor bike, HDP'ê bi temamî tasfiye bike.

Faşîzm her ku dibîne dawî lê tê giraniyê dide ser hêzê. Êrişên li dijî HDP'ê, li dijî têkoşîna jinê ya rêxistinbûyî, hewldanên dawî yên faşîzmê ne. Çawa ku bi serê her desthilatdariyeke faşîst ve hatiye, desthilatdariya faşîst a AKP-MHP'ê jî rewabûna xwe ya civakî nemaye. Mîna kûçikê har êrişî derdorê dike, êrişî Kurdan, HDP'ê, jinan, Elewiyan û beşên cuda yên civakî dike. Êrişên li dijî Kurdan û jinan gihîştiye asteke ku sînoran nas nake. Têkoşîna jinan rastiya hov a faşîzmê bêhtir nîşanî cîhanê dide û dike ku di demeke zû de teşhîr bibe.

Pêngava 'Dema parastina jinê û civakê ye' ya KJK'ê û pêngava 'Bes e ji tecrîd, faşîzm û dagirkeriyê re; dm dema azadiyê ye' ya ku Konseya Rêveber a KCK'ê di 12'ê Îlonê de da destpêkirin, ji bo hilweşandina faşîzmê pêngavên gelekî girîng in ku hev temam dikin. Eşkere ye ku parastina jinan û civakê bi hilweşandina faşîzmê, bi parçekirina sîstema tecrîdê ya Îmraliyê dibe. Hilweşandina faşîzmê, têkbirina sîstema tecrîd-êşkenceyê ya Îmraliyê di heman demê de tê wateya azadiya jinan û gelan.

Ji faşîzmê heye ku bi qirkirina Kurdan, bi kuştina jinan û bi qirkirina civakê wê karibe desthilatdariya xwe biparêze. Lê belê tê dîtin ku desthilatdariya faşîst a AKP-MHP'ê bi polîtîkayên qirkirinê û dagirkeriyê nikare demeke dirêj hebûna xwe bidomîne. Ev desthilatdariya dest bi xwîn a ku dijminê gel û civakê ye, li ber bidawîbûnê ye. Desthilatdariya faşîst li hundir û derve teşhîr bûye, gel, jin, herêm û welatên dinyayê jê bêzar bûne. Zemîneke xwe ya rewa nemaye ku xwe bispêre.

Gelekî girîng e ku mirov xwe ji ber êrişên dîn û har ên faşîzmê venegirin û bi biryardarî li ber xwe bidin, têkoşînê mezin bikin. Ruhê her demekê heye. Ruhê vê demê jî azadî ye, wekhevî ye, demokrasî ye, edalet e! Ev qîrîn û hesreta gelan, jinan û kedkaran mîna çemekî ber bi ruhê demê ve diherike.

Azadî, wekhevî, demokrasî û edalet îdeolojiya sedsala 21'ê ye. Jin avakarên cîhaneke azad a nû ya çînan û gelên bindest in. Têkoşîna yekbûyî û hevpar a nasnameyên bindest wê faşîzmê biavêje ser sergoyê dîrokê, wê dîrokê jî bigihîne demên bi ruhê azad. Eger em zanibin ku faşîzm di dema xwe ya dawî de ye û li ser vê bingehê bi rengekî bênavber tifaqa antîfaşîst xurt bikin, têkoşînê mezin bikin, hingî em ê azadî û demokrasiyê pêk bînin, edaletê bi cih bînin.