Qonaxa nû ya plana dagirkirina Başûr

Dewleta Tirk a ji aliyê AKP-MHP'ê ve tê birêvebirin, di qonaxa nû ya plana xwe ya ji bo dagirkirina Başûrê Kurdistanê de hem dixwaze li Kerkûkê bi cih bibe, hem jî rê li ber şerekî pir alî veke

Tirkiye a bi serkêşiya AKP-MHP'ê, dixwaze plana xwe ya ji bo dagirkirina Iraqê û Başûrê Kurdistanê bi hevkariya stratejîk a bi PDK'ê re bigihîne qonaxeke nû.

Li Iraqê 12'ê Gulanê hilbijartin hate kirin û Serokkomarê 2'ê Cotmehê hate hilbijartin, erka avakirina hikumeta nû da Adil Abdulmehdî. Abdulmehdî 25'ê Cotmehê desteya xwe ya wezîran eşkere kir û daxwaza dengê pê baweriyê kir. Meclîsê 14 wezîr qebûl kir, lê 8 wezîr jî veto kir. Di nava krîza diyarkirina 8 wezîrên mayî de bi taybetî Wezaretên Karên Hundir û Edaletê derdikevin pêş.

Serokê PDK'ê Mesûd Barzanî 22'ê Mijdarê çû serdana Iraqê û hate îdîakirin ku Barzanî bi Hadî Amîrî û Nûrî Malîkî re li ser Wezareta Karên Hundir li hev kiriye. Li gorî vê yekê, Barzanî Malîkî û Amîrî zext il Abdulmehîd kirin û di berdêla ku Wezareta Edaletê radestî YNK'ê neyê kirin, li hev kirin. Wezareta Edaletê nedan YNK'ê. YNK'ê jî da xuyakirin ku eger ev nebe, ew ê parlamenterên xwe ji hikumeta Iraqê vekişînin.

HIKUMETA KU HÎN AVA NEBÛYE, DIBE KU TÊK BIÇE

Ev krîz dibe ku rê li ber hilweşîna hikumetê veke ku hîn baş ava nebûye. YNK'ê heyetek şand Bexdayê ji bo krîz çareser bibe û hin hevdîtin kir. Lê encama hevdîtinan nehate eşkerekirin. PDK jî ji bo lihevkirineke gengaz a bi YNK'ê re xera bike, destpêka hefteyê heyetekê dişîne Bexdayê.

Bêguman nedana Wezareta Edaletê ji bo YNK'ê ne sedema yekane ya serdana Mesûd Barzanî ya li Bexdayê bû.

Barzanî hewl da nîşan bide ku hilbijartina Behram Salih ji bo Serokkomariya Iraqê, otorîte û mûxatabiya xwe ya li Kurdistana Federe neguhertiye.

Di mijara Kerkûkê de, lihevkirina navbera Tirkiye û PDK'ê (hin hêzên di nav de) bi hevdîtina bi Erşad Salihî re li Bexdayê fermî bike.

YNK Û PKK'Ê LI BER HEV RAKE

PDK'ê qîma xwe bi van hewldanên li Bexdayê neanî û li Kurdistana Federe jî gaveke bi fen avêt. Bi rêya Wezareta Karên Hundir a Hikumeta Federe, biryar da girtin ku Tevger Azadî were girtin, lê belê ev biryar jî bi Alîkarê Serokwezîr ê YNK'î Qûbat Talabanî da kirin. Bi vî rengî hewl da vê yekê bike:

* YNK'ê û Tevgera Azadiyê ya Kurd li ber hev rake

* YNK'ê jî bikişîne nava hevkariya xwe ya bi Tirkiyeyê re

* Li gel fermiyeta li Iraqê jî, biryara girtinê bi YNK'ê da kirin û bi vî rengî xwest di navbera Bexda û YNK'ê de pirsgirêkê derxîne

* Hem xwest Qûbat Talabanî li pêşberî Bexdayê tengav bike, hem jî nîqaşa li nava YNK'ê sor bike

RÊVEBERÎ LI NAVA MALA XWE PAYÊ KIRIN

Dema ku YNK di nava van pirsgirêkan de digevizî, PDK'ê bi lez û bez civînên xwe pêk anî û rêveberiya Kurdistana Federe di nava xwe de payê kir. Ji bo Serokatî, Serokwezaretî û Musteşariya Ewlekariya Neteweyî, ferdên malbata Barzanî bi cih kir. YNK li ber vê encamê radibe. PDK jî di vê de israr dike. Lewma li Başûr tê nîqaşkirin, dibe ku ji nû ve li rêveberiya du alî vegerin.

TIRKIYE QÎMA XWE BI TAŞERON JÎ NÎNE

Dewleta Tirk ji ber van hewldanên PDK'ê kêfxweş e, lê qîma xwe bi vê nîne. Bi xwe jî dikeve dewrê. Ji bo PDK û YNK'ê li dijî PKK'ê bide şerkirin, ji bo têkiliya YNK û Bexdayê ji hev qut bike, bi rengekî çalak tevdiger.e YNK a ku hesabekî şaş ji bo demeke kin kir, weke ku bi vê planê hesiya ye, lê belê ne diyar e bê ji bo xerakirina vê planê gavekê biavêje yan na.

Plan Tirkiyeyê qirêj e, hewldana xwe jî zêde ye. Lê belê ya ku encamê diyar bike, Kurd in, bi taybetî feraseta siyasî ya PDK û YNK'ê ye ku bandora mêtingeriyê red bikin.