16’ê kanûna 2020’î, wezîrê tirk ê derve Mevlut Çavuşoglu li Enqereyê pêşwaziya wezîrê karê derve yê Iraqê Fuad Husên kir. Piştî dîdarê, Çavuşgolu di civîna çapemeniyê de qala vekirina deriyê sînorî Kurava ango Ovakoyê kir. Çavuşoglu rêjeya bazirganiyê ya di navbera her du welatan de weke 17 milyar dolar aşkera kir û got armanca wan ew e ku ev bazarî bigihije 20 milyar dolaran.
Baş e! Ev deriyê sînorî ku piştî referandûma Îlona 2017’an di navbera Bexda û Enqereyê de bû yek ji mijara sereke çi ye?
Deriyê Ovakoyê li ser sînorê Şirnexê ye û 10 km dûrî rojavayê deriyê Xabûr-Îbrahîm Halîl e. Ev deriyê alternatîf wê di ser Telafer-Mûsilê de heta Bexda û Basrayê biçe. Li hemberî Kurava, Pêşxabûr heye û ew jî bi qasî 50 km di nav sînorên herêma Kurdistanê de ye. Di vir de xala girîng ew e ku ev herêma qalkirî sêgoşeya Başûr, Bakur û Rojava digihîne hev. Lewma jî devereke stratejîk e.
Weqfa siyaset, ekonomî û lêkolînên civakî SETA ku AKP fona wê dide, li ser “girîngiya vekirina deriyê Kurava” belgeyek amade kiriye. Di belgeya qalkirî de bi berfirehî qala hedefên vê projeyê tê kirin. Li gorî belgeyê çend xalên sereke yên ji hedefên dewleta tirk ev in;
Çêkirina deriyekî alternatîf tevî aboriyê, wê kontrola hikûmeta navendî a Iraqê zêde bike û ew ê Iraq pozîsyona xwe ya li hemberî hikûmeta bakurê Iraqê xurt bike.
Bi vê rêyê tê pêşbînîkirin, ew ê Iraq û Tirkiye mehkûmî deriyê Xabûrê nebin û jê xilas bin. Bi vî rengî wê bi tîcareta her 2 welatan, hikûmeta bakurê Iraqê bê bypaskirin.
Bi vê projeyê re ew ê hikûmeta bakurê Iraqê xwe di bin zext û fişarê de hîs bike. Lewma jî projeya deriyê Ovakoyê mifteya ji bo domandina têkîliyên bi hikûmeta navendî re ye.
Yek ji xala girîng a vê projeyê, ew ê Tirkiye bacê yekser bide Iraqê û nede otoriteyên din.
Eger ev proje pêk bê, wê hêzên çekdar ên tirk û iraqî bi hev re tevbigerin. Bi tevgera hevbeş re wê li rojavayê Dîcleyê kontrola hikûmeta navendî ya Iraqê zêde bibe û bi vî awayî wê zextê li hikûmeta bakurê Iraqê bike û wê fren bike da ku bi serê xwe tevnegere.
Vekirina deriyê Ovakoyê, di serî de li Mûsil, Telafer û Kerkûkê, ji bo feydeya tirkmenan e jî. Ew ê Tirkiye bandora xeta sunnî ya li herêmê bixe rojevê û pêşî li belavbûna xeta şiî bigire. Ew ê qebîliyeta Tirkiyeyê ya li herêmê zêde bibe û herêmeke girîng a nifûzê bi dest bixe.
Ji bo pêkanîna projeyê, divê hikûmeta Iraqê pêşî herêma Pêşxabûr kontrol bike. Tirkiye dixwaze, hikûmeta Iraqê xeta Pêşxabur, Telafer û Mûsilê kontrol bike û ewlehiya wê jî bigire destê xwe.
Eger Tirkiye û hikûmeta navendî ya Iraqê herêmê kontrol bikin, ew ê li Sîncarê li dijî PKK’ê gavên girîng bên avêtin. Sîncara ku li nav Qendîl û bakurê Sûriyeyê weke pirekê divê bê kontrolkirin da ku plana Tirkiyeyê ya demdirêj a li dijî terorê pêk bê. Li dijî polîtîkaya belavbûna PKK’ê, gavên ku hikûmeta navendî biavêje ji bo Tirkiyeyê heyatî ne. Lewma jî projeya deriyê Ovakoyê wê di têkiliyên Iraq û Tirkiyeyê de bibe veçerxaneke girîng. Di pêvajoya pêş de, ji bo Tirkiye meseleya Sîncarê yek ji mijara krîtîk û sereke ye…”
Saziya rejîma AKP’ê SETA, ta bi derziyê ve kiriye û yek bi yek qala hedefa nîhayî ya projeya deriyê sînorî yê Kurava-Pêşxabûrê kiriye.
Parêzgerê Duhokê Elî Teter çend meh berê niha der barê vekirina deriyê sînor Kurava de gotibû; “Deriyê sînor ê Xabûr-Îbrahîm Halîl pir mezin e. Rojane deh hezar wesayîtên barhilgir û maşîneyên biçûk dikarin derbas bibin. Li gorî daneyên di destê me de halê hazir rojane tenê 300 heta 500 hezar wesayît derbas dibin. Yanî ev mesele ne ew e ku ev derî nikare bazirganiya bi kapasîteya mezin pêşwazî bike…”
Ji gotina EIî Teter jî diyar dibe ku heta bi demekê rizaya karbidestên başûrê Kurdistanê di vê projeyê de nebûye. Lê belê ji tevgera wan a dawî û bi taybetî jî piştî peymana Şingalê ya 9’ê Cotmehê wisa dixuyê ku rizaya karbidestên başûrê Kurdistanê di vê projeyê de heye. Li gorî çavkaniyên pêbawer tê gotin, dewleta tirk projeya deriyê sînor ê Kurava-Pêşxabûrê hinekî reforme kiriye û tevî rayedarên amerîkî bi awayekî fermî pêşkeşî PDK’ê kiriye. Bi vê “reformê” re karbidestên PDK’ê tev li projeya deriyê sînor bûne. Jixwe ger em tenê ji havîna bihûrî ve li trafîka hevdîtinan a di navbera Enqere, Bexda, Hewlêr û Washingtonê de binêrin diyar dibe ku ev proje careke din yek ji mijarên sereke ya li ser maseyê ye. Êrîşên hemwext ên li ser Şingal, Heftenîn, Mexmûrê û sewqiyeta leşkerî ya li ser sînorê Rojava, Garê û hwd… jî beşek ji vê konseptê ne.
Bi van hemûyan xuya ye ku ji bo pêkanîna projeyê, aliyên pêwendîdar hin waad dane PDK’ê. Nayê zanîn bê ka ew waadên ku dane PDK’ê çi ne lê belê xuya ye ku waadên dane mala Barzanî li ser Rojava û Şingalê ne. Li hêla din, dewleta tirk a dibîne ku li Iraqê tengasî, kaos û bêîstîqrariyeke mezin heye, dixwaze ji vê bêquwetiya hikûmeta Bexdayê feydê bibîne. Lewma jî li beramberî pêkanîna konsepteke wiha dewleta tirk waadên weke “zêdekirina rêjeya bazirganiyê”, “çareserkirina pirsgirêka herêmên binakok, “jinûveavakirina Mûsilê” û hwd… dide hikûmeta Kazimî….
Weke di belgeyên SETA’yê bixwe de hebûn, armanc û hedefa sereke ya vekirina deriyê sînorî yê Kurava-Pêşxabûrê û peymana Şingalê ya 9’ê Cotmehê jihevxistina statûya başûrê Kurdistanê, tasfiyekirina Tevgera Azadiyê PKK’ê û kurdan hemûyan e. Jixwe rayedarên dewleta tirk jî di vê mijarê de gotinên we texsîr nakin. Gotina “vekirina deriyê sînorî” ne meseleyeke aborî, bazar û tîcarî ye. Bi rêya vî deriyê sînorî dewleta tirk dixwaze pozîsyona xwe ya leşkerî ya li herêmê xurt bike û bi vî awayî zextê li Iraqê jî bike. Stratejiya dewleta tirk a di vê projeyê de bidestxistina xeta ji Xabûrê heta Rebîa û Şingalê û ji wir jî heta sînorê Urdûnê ye. Hewl dide xwe bigihîne xeyalên ecdanên xwe Mûsil û Kerkûkê. Bi vî rengî wê hewl bide herêmeke taybet ji bo sunniyên Iraqê ava bike û sînorên wê jî yekser bi Urdûn û Tirkiyeyê ve girê bide. Ev stratejiya ku dewleta tirk daniye pêşiya xwe ne tenê kurdan û Iraqê, her wiha Îranê û heta radeyekê Fransayê jî eleqedar dike. Ji ber ku bi vê konseptê re ew ê li Iraq û Sûriyeyê pêşiya Îranê jî bê girtin. Li aliyê din, balafirgeha Mûsilê di destê Fransayê de ye, lewma dewleta tirk dixwaze bi vê rêyê Fransayê re jî têkeve nav pêşbaziyê. Ji ber van hemûyan, serdana heyeta serbazî ya tirk Hulusî Akar û Yaşar Guler a ji bo Bexda û Hewlêrê girîng e. Heyeta li Bexdayê, bi gelek karbidestên xwe ve di asta jor de pêşwaziya heyeta tirk kir. Weke dîmen, tabloya derketî ji bo Enqereyê bêqusûr bû. Serokwezîrê Iraqê Kazimî piştî hevdîtinê got: “Divê bi hurmet nêzî serweriya Iraqê bibin û lazim e Tirkiye sozên ku sala 2018’an ji bo jinûveavakirina Mûsilê dabû pêk bîne.”
Paşê heyeta serbazî ya tirk, ji Bexdayê berê xwe da Hewlêrê û li wê derê bi malbata Barzanî re hevdîtinên cihê kir. Piştî hevdîtinê daxuyanî nehat dayîn. Lê Hulusî Akar bi rêya ajansa dewleta tirk got ku ew dixwazin kurdên azadîxwaz li Şingal, Mexmûr û temamê Iraqê tune bikin. Heta niha tu kesek ji karbidestên mala Barzanî ku bi vê heyeta tirk re rûniştibû, ev gotina Akar nederewandiye ne jî şîrove kiriye. Hurgiliyên naveroka hevdîtinên li Bexda û Hewlêrê bi raya giştî re nehatin parvekirin lê di heman roja hevdîtinan de livûtevgera tirkmen û çeteyên li Kerkûkê û teqîna li Bexdayê şîroveyên der barê planên dewleta tirk ên ji bo jihevxistina statûya Başûr, tasfiyekirina PKK’ê, tunekirina Şingal, Mexmûr û şoreşa Rojava piştrast dike.
Her wiha çend roj piştî van rêzehevdîtinan, ajansa nûçeyan a Hawarê êvara 23’yê çileyê nûçeyeke ku xwe dispêre çavkaniyên leşkerî parve kir. Li gorî nûçeyê PDK û dewleta tirk li dijî Şingal û Dêrikê di nav amadekiriyeke mezin a êrîşan de ne. Heman çavkaniyan ragihand ku êrîş di nav deh rojan de tê pêşbînîkirin. Ev deverên ku amadekarî lê tên kirin jî yekser ew sêgoşe ye ku dixwazin deriyê sînorî lê vekin.
Heger em vegerin serî; projeya deriyê sînorî yê Kurava-Pêşxabûrê stratejiya dewleta tirk e, ji ber gelek aktorên ku min li jor rêzkirî pêkanîna vê projeyê ewqas hêsan nîne. Her çiqas di navenda meseleyê de kurd hebin jî mijar gelek welat û hêzên din jî eleqedar dike. Her wiha em ê bibînin bê ka wê rêveberiya nû ya Amerîkayê çawa nêzî vê stratejiyê bibe. Stratejiya tirkan a di vî warî de aşkera ye, tevî van hemûyan jî nedîtina vê rastiyê ne nîşaneya famkoriyê ye. Nîşaneya hevkariyê ye lê divê em ji bîr nekin her çi dibe bila bibe dîrok her li cem berxwedêran e. Weke her carê, ew ê dîsa sekna yekpare a kurdên azadîxwaz her tiştî diyar bike.
ÇAVKANÎ: WELAT