'Pêvajoya Îmraliyê bûyîna sêyemîn e'

"Pêvajoya Îmraliyê ji bo gelê Kurd û ji aliyê min ve pêvajoya bûyîna sêyemîn e. Ez serhildêrekî gund im..."

Rêberê Gelê Kurd Abdulllah Ocalan ku 4'ê Nîsana 1949'an li gundê Amara ji dayik bû, di nava rejîma êşkence û tecrîdê ya girava Îmraliyê de dikeve rojbûna xwe ya 72'an. Bi wesîleya rojbûna Abdullah Ocalan, me beşên li ser rojbûna xwe, tecrîdkirina li Îmraliyê û çareseriya pirsgirêka Kurd ên li parêznameya 'Ji dewleta Rahîb a Sumeran ber bi Komara Demokratîk ve' kom kir:

"Pêvajoya Îmraliyê ji bo gelê Kurd û ji aliyê min ve pêvajoya bûyîna sêyemîn e. Ez serhildêrekî gund im. Serdema destpêkê, dema jidayikbûnê ye ku di nava civaka gund a çandiniyê de di nava şert û mercên nakok de pêk hat û pêvajoya civaka model a fermî ye. Ev pêvajo di nava kêmanî û wateya mezin a pêvajoya qutbûna ji dîroka 15 hezar salî derbas bû. Tevna jiyanê ya berî û piştî 15 hezar salî nikare bê çareserkirin.

Ev neçareserî di nava malbatê û civaka gund de bû sedema şer. Ez serhildêrekî gund im. Vê serhildanê heta derbasbûna nava civaka fermî dewam kir. Piştre pêvajoya duyemîn li vê yekê zêde bû ku bi dibistana seretayî dest pê kir, ji qonaxên cuda derbas bû û veguherî serhidlana li dijî komara olîgarşîk. Ev serdema ku dişibe êrişa Don Kîşot a li dijî aş, bû sedem ku pirsgirêk eşkere bibin û girantir bibin. Li nakokiyên civaka fedodal û neolîtîk, vê carê taybetmendiyên kapîtalîst jî zêde bû. Jib er ku rêbaza şoreşgerî nebû, rewşeke tevlîhev lê serdest bû. Serhildana ku pêk hat nekarî paşverûtiya nava xwe jî çareser bike. Ev qonaxa serhildanê kku nêzî bîst salan dewam kir, piştî ku bandor li herêmê û cîhanê kir, ji ber rewşa xitimandî veguherî pêvajoya Îmraliyê.

Şert û mercên Îmraliyê ne tenê ji bo şexs, her wiha ji aliyê komarê û gel ve jî tê wateya bûyîna sêyemîn. Bûyîna duyemîn jidayikbûn û paqijbûna bi tundî û şer îfade dikir. Li gorî qanûna hebûn û yekîtiya dijberan a li nava xweza û civakê, li ser bingeha tundiyê demeke têrker li dijî komara olîgarşîk bersiv hate dayin. Ev pêvajo wê derbasî demokratîkbûnê, derbasî komara demokratîk û laîk bibûya. Bêyî nakokiyan pêşketin nabe, lê fetisîna li nava nakokiyên bêçareserî û bê wate, pêşketin li aliyekî tenê dikare bibe sedema xisar, hilweşandin û krîzê. Tirkiye ji ber ku di fêhmkirin û çareserkirina nakokiyên xwe de gelekî dereng ket, bi rengekî xwezayî kete nava pêvajoya krîzê û dike nake nikare ji nava vê pêvajoyê derkeve.

BÛYÎNEKE NÛ FERZ BÛ

Pêvajoyê di nava hêzan hemûyan de bûyîneke nû ferz dikir. Ji dewletê heta aboriyê, ji siyasetê heta hiqûqê, ji exlaqê heta hunerê her qad diheje, tengav dibe û bi krîzê re li çareseriyekê digere. Pêvajoya min a li Îmraliyê tê wateya destpêkirina vê rastiyê. Çawa ku pêvajoya beriy aniha bi rengê 'ez û şer' bi wate bû, ev pêvajoya nû jî bi rengê 'ez û aştî' bi wate dibe. Ji aliyê saziyî ve parçeyê bingehîn ê hebûna min, hişmendî û îradeya azadiyê ya Kurdan e. Ev hişmendî û îradeya ku bi şer bûye xwedî ezmûn, niha jî di pêvajoya aştiyê re derbas dibe.

Pêvajoya şer xwe weke komara antî-feodal û antî-olîgarşîk pênase dike, pêvajoya aştiyê jî xwe weke 'komara laîk û demokratîk' pênase dike. Cihêkarî û tundî nayê xwestin û eger tê xwestin ku bi temamî li derveyî sîstemê bê hiştin, divê Kurd ji pêvajoya netewebûn û dewletbûnê ya bi keda xwe bi Tirkan re jiya, bi zorê û înkarkirinê li derve neyê hiştin. Hiqûq û siyaseta aştiyê ferz dike ku Kurd hebûna xwe ya çandî li gorî dixwaze bi rengekî azad bijîn û bi komarê re bibin yek. Komara ku îradeya Kurd ên azad înkar dike olîgarşîk e, ev yek jî sedema tundî û cihêkariyê ye.

PÊVAJOYA ÎMRALIYÊ QONAXEKE DÎROKÎ YE

Pejirandina yekîtiya azad, yanî lihevkirina demokratîk tê wateya jiyana bi rengê aştiyane û yekîtiyê. Pêknehatina vê yekê tê wê wateyê ku têkoşîna navbera komara olîgarşîk û komara demokratîk hîn bi encam nebûye. Lewma pêvajoya Îmraliyê ji aliyê sembolîk ve qonaxeke dîrokî pênase dike. Ev pêvajo ya wê aştiyê bi xwe re bîne, ya jî eger ev bi ser neyê xistin û polîtîkayên înkar û tunekirinê yên komara olîgarşîk dewam bike, hingî wê bi rêya tundiyeke berfireh û giran pêvajoya cihêbûna ji hev wê kûrtir bibe.

Di binê vê krîza herî giran a dîroka Tirkikyeyê de ev rastî heye. Siyaset ku qada çareseriyê ye, weke Meclîs û Hikumetê di dema xwe de mijar bi rengekî rasteqîn nenirxand, pirsgirêk nixumand û bêçareserî hişt, weke ku di çapemeniyê de jî gelekî hate nirxandin, tê dîtin ku çavkaniya krîzê, siyaset e. Ji siyasetê heye ku biryara îdamê dema ku weke şûrê Demokles li ser stuyê min digerîne wê encamê bigire û bi vî rengî şaşitiya herî mezin dike. Ev nêzîkatî Tirkiyeyê li sîstemeke çete ya bêrêtî, rantxuriyê mehkûm dike ku ji derve û hundir tê ferzkirin, her sal, her meh bi milyaran dolarî ji aliyê madî ve dixisirîne, ji aliyê manewî ve jî welêt di nava êş û pirsgirêkên giran.

MIN XISTIN NAVA DARBESTÊ

Weke şexs û saziya rêbertî, dike ku pêvajoya xwe ya Îmraliyê di vê çarçoveyê de binirxînim. Piştî ku bi zîhniyetên fêdekar û bikaranîna erzan ev yek pêk nehat, çi ji nava dewletê ya fermî çi jî ji derdorên Kurd ên noker bê, nêzîkatiyên înkar, îftîra û îmhayê wê serdemeke nû ya şer a xitimandî bê ferzkirin.

Ji bo nekeve vê xefikê divê bi feraseteke xurt tevbigerin, pêwîste bê zanîn ku nêzîkatiyek li ser bingeha îmhaya manewî û madî ya li Îmraliyê wê were wateya îmhaya hêzên îradeya azad a Kurd û Tirk, ji bo di şerê azadiyê de encamek ji bo gelan bê bidestxistin, amadekariyên taktîkî û stratejîk ên şerê parastina rewa mîna ku wê sibe şer dest pê bike bi xurtî bên meşandin. Ev yek şertê bingehîn ê serketina vê pêvajoyê ye. Wateya dîrokî ya Îmraliyê ji bo dewletê, civakê, gelê me, PKK'ê û ji bo min bi vî rengî ye.

Texmîna jiyana mirovan a bêberpirsyarî û bi tena serê xwe, ji aliyê zanistî ve tenê 7 milyon sal berê di dema derbasbûna cûreyê mirovan de pêkan bû. Nêrîneke qebûlkirî ya zanistî ye ku wê demê jî mirov bi komên biçûk bi rengekî civatî bi hev re bûn.

Ji wê demê ve bi pêşketina asta civakî ya cûreyê mirovan re ferd bi xwe jî bi pêş dikeve û dervemayîna ji civakê tê wateya mirinê. Di parêznameya xwe de min giranî da ser vê yekê. Sedema vê jî wiha ye: Ez weke 'terorîstekî cenawir' mîna ku ji ezmanan ketiye, bi fermanên taybet û veşartî yê kovboyê dawî şefê mezin Serokê DYE'yê bi piştgiriya hêzên 'qehreman' û mezin ên cîhanê, ji aliyê yekîneyên îstîxbarat û emniyetê ve hatim girtin û li Girava Îmraliyê ya li Derya Marmarayê bi tedbîrên awarte bi tena serê xwe li darbesteke ji sê pênc metreyî hatim bicihkirin.

KURD YEKEMCAR LI PÊŞBERÎ KOMPLOYEKÊ JI HEV BELAV NEBÛN

Pêvajoya jiyan û mirinê ya li Îmraliyê hem hebûna pêwîstiya bi vê veguherînê raxist pêş çavan hem jî rê û rêbazên li ser çawaniya pirsgirêkê şênber kir. Bêguman di vir de dilsoziya PKK'ê û piraniya gelê Kurd a bi Rêbertî re xwedî roleke girîng e. Kurd yekemcar di dîrokê de li hemberî komployeke xurt a navxweyî û derve ji hev belav nebûn, berevajî vê yekê bi rengekî awarte li hev civiyan û bi rengekî bi mînak helwesta lihevkirinê ya demokratîk û aştiyê nîşan dan. Hêz û durustiya vê helwestê dibe ku yekemcar bandor li dewletê û civakê kir û hêz da wan ku ber bi lihevkirineke nû ya civakî û aştiyê gavê biavêje.

Kurd jî di asta herî bilind de nîqaş dikin ku lihevkirina civakî wê bibe rêbaza herî rast a yekbûna welêt û dewletê û bi giranî vê nêzîkatiyê erênî dibînin. Ya ku diqewime êşên jidayikbûnê ne. Lê belê ev nayê wê wateyê ku her tişt li ser rêya rast e. Hêzên şoven ên paşverû û xwecihî, statukoyên burokratîk û bermahiyên siyasî yên berê xwedî wê potansiyelê ne ku dikarin bi her awayî asteng bikin û teqînên nû çêbikin. Metirsiya teqîna civakî bi temamî ji rojevê neketiye.

Lewma pêvajoya Îmraliyê ya jiyana min, têkildarî asta min a parastina rewa, wezîfeyên piralî dide min, her kesî û her derdorê. Ji bo bicihanîna van wezîfeyan û pêkhatina aştî û demokrasiyê, divê ji aliyê hejmarî û wesfî ve hêzên çekdarî yên PKK'ê xurtir bibin. Ev yek ne tenê li dijî hêzên ku li Tirkiyeyê aştiyê naxwaze, her wiha li dijî êrişên paşverû Yên li Rojhilata Navîn û li nava Kurdan jî pêwîstî ye. Heta ku ev neyê kirin aştî û demokrasî wê tenê xeyal bin.

Di şerê man û nemanê yê Îmrlaiyê de bi vê hişmendî û berpirsyariyê min ya pêwîst bi bawerî û daxwazeke mezin kir. Ji bo kes û saziyên gelê me xwedî wateyeke jiyanî ye ku fêhm bikin ev jiyana min tê çi wateyê. Aştiyeke bi rûmet û çareseriyeke demokratîk daxwaza me hemûyan e, navenda karên me ye."