Ocalan: Nexweşiyên kaoswarî zêde dibe

Ocalan: Penceşêr, AIDS û stres di serî de nexweşiyên kaosvarî zêde dibin. Civak hevrûyî veqetandina ji hêmanên xwe yên jêneger ên jiyanê tê û cara pêşîn fêm dike ku nikare çareseriyên xurt bibîne û têdigihêje ku dikeve gerînekên kaosê.

Hêza mêtingerî û desthilatdariyê ya di destê bûrjûwaziyê de, nexweşiya penceşêrê ye, daweriviye sînga civakê. Ji bo mirov têkiliya nexweşiya penceşêrê, AIDS û hwd. nexweşiyên belav dibin, bi penceşêra civakî re tespît bike, hewce nîne mirov bibe zanyar. Hobbes, di şert û mercên derketina kapîtalîzmê de wexta hewcebûna bi îqtîdarê (dewletê) rave dike wiha dibêje; "Ji bo pêşî were girtin, mirov nebin kurmê hevdu." Em vê tespîtê berovajî qebûl bikin rast e. Kapîtalîzm ji bo desthilatdariya xwe damezrîne mirov dike kurmê mirov. Di rastiya modernîzmê de mirov ne tenê bûne kurmê hevdu, bûne kurmê hemû xwezayê. Yên li pey qezenca herî zêde û berhevkirinê baz bidin û li hêza desthilatdarê ya çavsor dike bibin xwedî, gelo ev çîn, ji bo bikaranînê di nav xweza û civakê de, wê çi bihêle û çi neke?

TU CIVAKÊN SERDEST EVQASÎ NEBÛNE HÊZÊN XERAKIRINÊ

Eger em têgînên, kar, ked, parvekirin, emperyalîzm û şer ku herî zêde Maksîzmê analîz kirine, di vê çarçoveyê de rola wan a di nav kapîtalîzmê de fêm bikin, wê bi kêr û hînker be. Di pirtûkên pîroz de behs tê kirin ku wê bi nêzîkbûna mehşerê re "Deccal wê were", ev biwêj bi rastiya vê çînê re gelekî li hev dike. Ti sîstema civakî ya serdest di vê astê de li dijî hîmên bingehîn ên civakê û li hawîrdora xwe ya xweza, nebûye xwediyê êrîşê û nebûye hêza xirakirinê. Rastiya çîna bûrjûvaziyê, ji netewiyetê çûye netewparêziya nijadperest û faşîzmê; ji xwesteka serdestbûna li xwezayê ber bi felaketa ekolojîk ve çûye; bi hêrseke mezin a kar ber bi betaliyeke berfireh ketiye û gihîştiye wê qonaxê ku êdî wê xwe bi xwe bixwe. Her roja derbas dibe taybetiyên xwe yên cewherî wenda dike. Dijşoreşa li hemberî wê proleterya nake, ew bi xwe dike. Ev dema nû ya civakî, dide nîşan ku wê ev rastiya çînî dewam neke û eger ji hev de bikeve, wê karibe li ser hîmên xwe ji nû ve ava bibe.

DI DÎROKA XWE DE CARA PÊŞÎN DIBÎNE KU DIKEVE GERÎNEKA KAOSÊ

Ji ber ku kapîtalîzmê mirov hemû kirine kurmê hevdu, pirsgirêkeke giştî ya ewlekariyê heye. Ewlekariya civakî êdî bi sedema hêmanên ji derve, eşqiya, yan jî bi êrîşên huqûqê wek guneh destnîşankirine, xira nabe; di serî de bêkarî û birçîtî, pirsgirêkên bingehîn ên ewlekariyê yên sîstem rê li ber vedike ewlekariya civakê dixe xeterê. Ji ber ku li aliyekî perwerde, tendurustî û lêçûneke zêde, li aliyê din jî bi sedema hejmara şêniyan pir zû zêde dibe, çareserî nayê dîtin. Di serî de penceşêr, AIDS û stres, gelek nexweşiyên kaoswarî pir zêde dibin. Di serî de hawîrdor, xanî, tendurustî, perwerde, kar û ewlekarî, civak di dîroka xwe de yekem car ev çend ji hêmanên jiyanê yên dest ji wan nabe qut dibe û nikare çareseriyê bibîne. Yanî hayil dibe ku dikeve cendereya kaosê. Ev pêvajoyek e, wer bi lez diçe serî li mirov digere.

ZANIST A DI BIN KONTROLA DESTHILATDARIYÊ DE YE NIKARE ROLA XWE BI CIH BÎNE

Di pêvajoyên bi vî rengî de di sîstemên civakên dîrokî de, mekanîzmayên wek huner û zanist-teknîkê rol dilîzin. Lê belê ji ber ku huner û zanist-teknîk zêde ketine bin destê îqtîdarê rola ji wan tê xwestin nikarin bilîzin. Piştgirtina hevdu ya komîn çendîn ji hevdu bikeve xweparastina kevneşop qels dibe û di şûnê de şîdeta ferdî û şîdeta çeteyan derdikeve pêş. Li dijî terora desthilatdariyê, terora qebîle û eşîran geş dibe. Hêza desthilatdarî-şer a di hinavê dewletê de çendîn tazî xuya bike, ew çend jî parastina rewa ya civakê pêş dikeve. Heta pîvanên giştî yên wekheviyê yên dewletê bi cih neyên anîn, heta ambargoya li ser mafê mirovan û helwestên dijberî demokrasiyê dewam bikin, wê hêzên parastinê yên gelan pêk werin û wê ev yekê rewşê bixe şîdeta li beramberî hevdu. Li şûna ku ji krîzê derxîne wê zêdetir şîdetê dijwar bike. Wexta netewparêziya dewletê tê sorkirin, netewparêziya etnîk jî pêş dikeve. Yek ji cihokên şîdetê jî ev e.

SPOR Û HUNER KIRIN AMÛRÊN MADEYÊN HIŞBIR

Çalakiyên sazûmanî yên mîna spor û hunerê ku ji bo nakokiyên madî û têkiliyan nerm bikin û keda xwe li çareseriyê zêde bikin, berevajî, veguherandina ser amûrên madeyên hişbir, dibine sedema ku rewşeke qelp derkeve holê. Fonksiyoonên mîna dîn, mezheb û tarîkatan li wan bar dikin, li pêşiya dîtina rastiyê ya civakê dibine asteng, li gel ''cîhanên din'' cemeatên muxafazkar ava dikin û wan li ser rêya çareseriya rastî dikine asteng. Spor, huner û hîn ji gewherên wê yên civakî têne qutkirin, bi dîtineke berteng û bi wêrekiyeke tenkeyî, bi afirandina paradîgmayeke xeyalî ya qelp, neçareserî mîna ku qederek be li ser civakê tê ferzkirin. Ev cure berxwedana li dijî kaosê, encamên berevajî bi xwe re tînin û kaosê zêdetir giran dikin.

ZANIST Û TEKNÎKA DI DEST DESTHILATDARIYÊ DE

Di pêvajoyên bi vî rengî de ji bo rohnîkirin û jinûve avakirinê divê herî zêde zanist û teknîk ji bo çareseriyê derfetan pêşkêş bike û rê nîşan bide. Lê belê ji ber ku zêde ketiye bin destê îqtîdarê hêviya ji bo çareseriya civakî nîşan nade. Di rewşek wisa de ye ku fîl bi mûyî wî tê tarîfkirin, mişk bi fîl tê pelixandin. Derfet û îmkanên mezin ên çareseriyê ji bo şerên bê mane û sîlehan, ji bo tenê armanca kar û qezencên bersiva pêdiviyên bingehîn ên civakê nade, bi kar tînin û bi vî awayî rê li ber rewşeke neyênî vedikin. Ango ji pêşketina kaosê re bi kar tînin. Em tarîfa xwe ya kaosê ku sîstem hemû civakê tevlî dike û rê li ber vedike, em dikarin hê jî berfireh bikin. Lê ji bo bersiv bide armanca me, ev tarîf jî bi serê xwe têrê dike. Em heta rewşa kaosê nedin fêmkirin, emê weke ku di nîzamekî normal ê jiyanê de ne, bifikirin û tevbigerin; emê nikaribin xwe ji çewtiyên bingehîn xilas bikin, ji lewra emê di şûna çareseriyê de dubare bikevin rewşa ku çareser nake. Di vê demê de pêdiviya bi hewldanên entelektuel ji her demê zêdetir qat bi qat hewceyî heye. Bi taybetî li şûna ku bûyer bi avahiyên berê yên zanistê - dîn, zanîngeh - were fêmkirin û ev rê li ber têgihîştineke şaş vebike, qîmeta hewldanên entelektuel ên mirov rohnî dikin zêde dibe. Dîn û zanista bi ser îqtîdarê ve ji bo naverastê belovajî nîşan bidin û paradîgmayên sexte pêşkêş bikin; gelekî bi tesîr dibin. Em di van deman de rola dij-şoreşê ya dîn, zanist, spor û hunerê pir eşkere dibînin. Ji lewra pêdivî bi avahiyên zanist û zanista - dibistan û akademiyên ilmê civakî - paradîgmayên ilmî pêşkêş bike û projeyên rastîn ên civakê naxapînin, têra xwe zêde dibe. Beriya her tiştî divê têkoşîn di qada entelektuelî de yan di qada zêhniyetê de bi ser bikeve. Di vê pêvajoyê de şoreşa zêhnî bi awayekî diyarker girîng dibe. Şerê zêhniyetê divê tevî nirxên moralê bibe. Eger moral û exlaq bi zêhniyetê neyên qezenckirin, encamê bi guman û ji bo demekê be. Wexta rastiya sîstemê ya bi awayekî pir dijwar bêexlaqiyê dike, li ber çav were girtin, divê ji bo civakê tevgerên exlaqî û etîk ên têr û hewce, kesayet û sazî temsîla xwe bibînin. Eger kaos li rewşeke ji exlaq û etîkê bûyî rast were, îhtimal heye di encamê de ferd û civak werin daqurtandin. Divê exlaq kevneşopiya civakî li ber çav bigire û pêre lihevkirî etîka nû bi ser civakê bike. Li dijî amûr û saziyên siyasetê ku di pêvajoya kaosê de sîstema serdest wan weke amûrên demagojiyê bi kar tîne, pir girînge, civak xwe ji nû ve bi rêkûpêk bike û bibe xwediyê amûr û polîtîkayên hewce. Saziyên polîtîk ên di pêkhatina civaka ekolojîk û demokratîk de wê rol bilîzin, wek partî,hilbijartin, meclîs û pirsgirêka rêveberiyên herêmî, divê ji aliyênaverok û şêweyê ve, amûrên çareseriyê bibînin.

Ji parêznameya ‘Parastina Gelekî’ ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatiye wergirtin.