Newroz Ûysal: Tirkiye nikare ji ‘mafê hêviyê’ bireve

Parlamentera Şirnexê Newroz Ûysal destnîşan kir ku ‘mafê hêviyê’ ne meseleyeke welê ye ku hikumeta AKP’ê karibe jê bireve yan jî bazarê li ser bike û got, di heman demê de pêwîstî û berpirsyariyay pêvajoyê ye.

MAFÊ HÊVIYÊ

Hikumeta AKP’ê ku ‘Plana çalakiyê’ ya nû têkildarî ‘cezayê girtîgehê yê heta bi hetayê yê girankirî’ pêşkêşî Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê kir, careke din dubare kir ku Rêber Apo ji ‘Mafê hêviyê’ bêpar dihêle. Parlamentera Şirnexê ya DEM Partiyê Newroz Ûysal nerazîbûn nîşanî vê yekê da û got, “Eger Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê vê yekê ji demê re nehêle, bi agahdariyeke bi vî rengî nesekine û bi berpirsyariyeke welê rabe ku vê yekê weke pirsgirêkeke avanî dibîne, hingî guhertinek dikare bê kirin.”

Parlamentera Şirnexê ya DEM Partiyê Newroz Ûysal ku yek ji parêzerên Rêber Apo ye, li ser mijarê ji ANF’ê re axivî û plana çalakiyê ya hikumeta AKP’ê bi vî rengî nirxand:

“Planeke çalakiyê ya ji 5 rûpelan hatiye pêşkêşkirin. Di vê planê de gotineke bi tenê ya şênber nîne ku cezayê girtîgehê yê heta bi hetayê yê girankirî, wesfa wê ya ragirtina heta mirinê biguherîne, yan jî qanûnekê pêşniyar bike, demekê diyar bike. Bi hin agahiyên teknîkî ragihandiye ku cezayê girtîgehê yê heta bi hetayê yê girankirî li Tirkiyeyê ne ji bo her kesî ye, lê ji bo hin sûcên îstîsnaî ye. Dadgeha Destûra Bingehîn sernav vekiriye lê belê têkildarî cezayê girtîgehê yê heta bi hetayê yê girankirî hîn biryarek nehatiye dayin, di vê mijarê de agahî nehatiye dayin. Tenê dibêje, min biryar ji Dadgeha Bilind re şand, ji Destûra Bingehîn re şand, ji TÎHEK’ê re şand, ji ombûdsmanê re şand, ku li gorî hiqûqa navxweyî biryarê bidin. Ji wê rojê û vir ve cezayê girtîgehê yê heta bi hetayê yê girankirî li sedan kesî hate birîn. Eger bi rastî jî ji Dadgeha Bilind re şandibûya û bigota, ‘Ya pêwîst bike’ diviyabû ev biryar hemû bihatina betalkirin.

Weke encam jî dibêje, wê agahdarkirinê dewam bike, belgeya stratejiyê ya guherîna dadgeriyê ya nû û plana çalakiyê ya mafên mirovan amade dike, lê belê ne di belgeya stratejiyê de ne jî di plana çalakiyê ya mafên mirovan de li ser cezayê girtîgehê yê heta bi hetayê yê girankirî pêşniyar hatiye nivîsandin. Vê planê prosedureke şeklî bi cih aniye ku tiştekî nabêje, li ser cezayê girtîgehê yê heta bi hetayê yê girankirî sozên hatine dayin bi cih nîne û bersivê nade pirsên ku wezaretê jê pirsî ye.”

Newroz Ûysal anî ziman ku hikumetê îdîa kiriye ku cezayê girtîgehê yê heta bi hetayê yê girankirî ji bo vegerandina ji sûc tê bikaranîn, lê belê li ser menakîzmaya guherînê ya ku dadgehê pirsî ye daneyekî bi tenê pêşkêş nekiriye û got, “Mînak, wê kengî biguhere? Guhertin wê bi kîjan rê û rêbazan bê kirin? Me, parlamenterên DEM Partiyê gelek pêşnûme qanûn pêşkêş kir. Ev pêşnûme qanûnên me li ku derê ne? Di heman demê de saziyên mafên mirovan ên li Tirkiyeyê agahdarkiyek pêşkêş kirin ku em jê re dibêjin 2 ji 9’an. Her wiha parêzerê Civan Boltan di Nîsana 2025’an de peyanek 1 ji 9’an pêşkêş kir. Di wir de hem biryarên Dadgeha Destûra Bingehîn, hem paketên qanûnan ên li benda Meclîsê ne hem jî gelek rewşên rasteqîn ên li ser cezayê girtîgehê yê heta bi hetayê yê girankirî hene. Vê plana çalakiyê bersiv ji ti ji van re nedaye tenê bi agahiyên teknîkî ji berpirsyariyê reviya ye.”

Parlamentera Şirnexê ya DEM Partiyê Newroz Ûysal destnîşan kir ku ‘mafê hêviyê’ ne meseleyeke welê ye ku Tirkiye karibe jê bireve û herî dawî got, “Beriya her tiştî li hemberî vê plana çalakiyê divê têkildarî van çar biryarên em jê re Gûrban, Kaytan, Boltan û Ocalan dibêjin, agahdarî bê kirin û ji bo di civîna navberê ya meha Îlonê de biryar bê wergirtin, daxwaz bê kirin. Komîteyê di Îlona 2024’an de gotibû, eger Tirkiye heta Îlona 2025’an gavên di vê mijarê de em li bendê ne neavêje, pêşketineke şênber nebe wê bikeve nava amdekariyê ku pêşniyar biryarê ya navberê amade bike. Niha em ber bi Îlonê ve diçin, planeke çalakiyê heye ku hatiye pêşkêşkirin, lê belê li ser guhertineke şênber ti pêşniyar û plansaziyek nîne. Ji ber vê yekê divê Komîte di rûniştina Îlona 2025’an de têkildarî biryara Tirkiyeyê ya li ser Ocalan pêşnûme biryareke navberê amade bike û di vê mijarê de ji bo guhertinê bide kirin hêza xwe ya hiqûqî û dîplomatîk bi kar bîne. ‘Mafê hêviyê’ ne meseleyeke welê ye ku Tirkiye karibe jê bireve û bazarê li ser bike. Eger Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê vê yekê ji demê re nehêle, bi agahdariyeke bi vî rengî nesekine û bi berpirsyariyeke welê rabe ku vê yekê weke pirsgirêkeke avanî dibîne, hingî guhertinek dikare bê kirin. Em li meclîsê di nava hewldana vê yekê de ne. Ji xwe di çarçoveya vê pêvajoyê de divê Tirkiye li gorî sozên di asta navneteweyî de dane tevbigere.”