Lîstikên li ser Kurdan û helwesta gelê Kurd

Ne tenê li Rojhilatê Firatê, Kurd wê li her devera Kurdistanê ji ya xwe neyên xwarê. Kurd wê di siyaseta xwe de bi ramanên Ocalan xeta xwe bidomînin û li dijî gefên Erdogan serê xwe netewînin.

Ev pêvajo wê ezmûna Kurdan diyar bike. Bi pêşengiya dewleta Tirk plana perçekirina Kurdan heye. Ev jî di siyaseta Iraq û Sûriyeyê de diyar dibe. Eger Kurd di vê sedsalê de destketiyên xwe biparêze, wê di ezmûna qirkirin û tunekirinê de berxwedana xwe bilind bike. Mijara ku Kurdan lewaz dike, bi taybetî ne yekbûna Kurdan e. Ev ezmûna ku Kurd tê de ne bi konsepta niha ve girêdayî ye.

BIRYARA EMERÎKAYÊ JI BO KURDAN NE SURPRÎZ E

Biryara Emerîkayê ya vekişandinê, wê ji bo Kurdan guhertinên surprîz çêneke. Şerê Kurdan li dijî terora DAÎŞ'ê li gelek bajaran hate raberkirin. Rêveberiya Xweaseriya Demokratîk a bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dide xuya kirin ku bi hezaran çeteyên biyanî di destê wan de ne. Eger li ser rojhilatê Firatê êrîş çêbibin, wê ev çeteyên êsîr çarenûsa wan çawa bibe? Emerîka bi berxwedana Kurdan li Rojhilata Navîn bû xwedî prestîj. Pirs û nîqaşên tên kirin paşeroja heremê ye. Paşeroja gelan û paşeroja Sûriyeyê. Ev xwe vekişandina Emerîkayê wê bandoreke neyînî li çarenûsa  gelên heremê neke. Serokkomarê Tirk Erdogan bi gefxwarina Kurdan bi biryar e. Dewleta Tirk di siyaseta xwe ya Sûriyeyê de her li benda lampeya kesk e. Ji bo statuya Kurdan di prosesa Sûriyeyê ya siyasî de neyê qebûlkirin. Her roj li ser Kurdan hinek biryaran dide. Erdogan li benda wê ye ku Emerîka û hêzên koalîsyona navneteweyî bi Kurdan re têkilî danîne. Dewleta Tirk bi çekên Patrîot xwe avêt bextê Emerîkayê. Bi S- 400'î jî li ber Rûsyayê digere. Dewleta Tirk hewl dide bi rejîma Sûriyeyê re rêka diyalogê vebike. Ev jî dijminahiya Kurdan û ji bo serweriya xwe ya li Sûriyeyê ye. Li Rojhilata Navîn qeyran û hevrakişandina siyasî dewam dike. Li hember Kurdan leyîstok hene. Gefên li Kurdan tên xwarin û biryara ku Emerîkayê daye ji hev ne cuda ne. Ji bo demokrasiya gelan û statuya Bakurê Sûriyeyê planên li heremê tên kirin dewam kirin. Hevsengiyên ku hene jî wê yekser xira bibin.

BI KURDAN BÛBÛ XWEDÎ PRESTÎJ

Ti hêzên navneteweyî biryara Emerîkayê di cih de nabînin. Ji ber ku bi Kurdan re şerê terorê bi hev re hate birêvebirin. Niha ne Fransa, ne Brîtanya ne jî ti dewletên din vê biryarê qebûl nakin. Metirsîdar dibînin. Ev biryara ku ji nişka ve derket rê li ber fikar û gumanan vekir. Li Qesra Spî jî nakokî hene. li Rojhilata Navîn hêzên bazirgan û sermayedar ji bo berjewendiyên xwe tekilî datînin. Parastina gelê heremê esas nagirin. Bê ku li Sûriyeyê terora DAÎŞ'ê were birêvebirin. Hêzên navneteweyî hesabê berjewendiyên xwe dikin. Ev jî berjewendiyên stratejî û yê dem dirêj in. Ji bo kîjan dewlet û hêzên heremê wê feydeya xwe hebe? Li ser vê bingehê lihevkirin tên çêkirin. Eger di vê pêvajoyê de vekişîna Emerîka çêbibe, li ser Rojava û Bakurê Sûriyeyê gefên li Kurdan tên xwarin wê zêde bibin. Ji ber ku Erdogan vekirî got, "Hûn xwe vekişînin, em ê 'şerê terorê' bikin'." Di rastiya xwe de ev şer li hember Kurdan e.  Erdogan wê li Bakurê Sûriyeyê Kurdan bike hedef. Ihtimaleke wisa tine ye ku Erdogan li Dêra Zorê li dijî DAÎŞ'ê şer bike. Rewşa bi nakok û bi guman li holê ye. Lê di rastiya xwe de ji bo Kurdan guhertinek mezin çênabe. Tênê gefxwarina li ser Kurdan wê zêde bibin. Hêzên Emerîka li Sûriyeyê bimîne ya jî nemîne. Erdogan ji bo Kurdan, ji bo gelên Sûriyeyê dijminahiya xwe zêde dike. Rayedarên dewleta Tirk her saetê behsa herêma tampon dikin. Ji ber ku hewl didin Kurdan ji axa Sûriyeyê derxînin. Van salên dawî bajarên mezin hatin rizgarkirin. Koka DAÎŞ'ê li Sûriyeyê hate qelandin. Reqa, Kobanê, Minbic, hwd. bajarên girîng hatin rizgarkirin. Eger Emerîka û koalîsyona li dijî DAÎŞ'ê xwe paş de bide vekişandin. Wê ji vir û pê ve dewleta Tirk xwe li hember Kurdan û gelê Sûriyeyê bi hêz nîşan bide. Di vir de rêveberiya Şamê, Rûsya, Îran wê bi kîjan rol û mîsyonê tevbigerin? Pirsa ku  bê kirin ji bo paşeroja Sûriyeyê ev e.

WÊ DAGIRKERIYA XWE BI HÊZ BIKIN

Di aloziya Sûriyeyê de rêveberiya Şamê di nava nakokiyan de ye. Rûsya wê piştî vê biryarê destên xwe xurtir bike. Ev biryara Emerîkayê ji bo Rûsya û Beşar Esad cihê lûtikan e. Wê vê biryarê weke serketinê ji xwe re bibînin. Ji ber ku meseleya Îdlîbê, Hema, Hûms di bin serweriya komên çeteyan de xilas nebûye. Beşar Esad hîn jî li benda bajarê Îdlibê ye. Rojek berî rojekê dixwaze li ser bajarên Sûriyeyê serwer be. Rêveberiya Şamê bi alîkariya Rûsyayê hewl dide pergala xwe ya navendî bi hêz bike. Ev jî bi nelihevkirina bi Kurdan re diyar dibe. Ew hevdîtinê berê yên ku Meclîsa Sûriyeya Demokratîk ji bo diyalogê, xweseriya demokratîk, mafên kêmneteweyan bi rêveberiya Şamê re kir, nehatin dewamkirin. Rêveberiya Esad bi hêzbûna Kurdan naxwaze. Dijberiya modela federasyonê dewam dike. Ji ber ku Rêveberiya Şamê pergala xwe ya netewe dewletê û parastina sînoran esas digre. Di nava vê qeyranê de rejîma Sûriyeyê ya xwe dubare dike, ji bo çareserkirina aloziyê, bi rêveberiya Bakurê Sûriyeyê re pêwîstiyê bi têkiliyê nabîne. Danûstandinan qebûl nake. Hinek dordor jî hewil didin ku Kurdan bi perçekirina Sûriyeyê sûcdar bikin. Pirsgirêkên bingehîn ev nakokî û ne bi van nelihevkirinan re xwe dide der.

HELWESTA BRÎTANYA Û FRANSAYÊ

Brîtanya û Fransa jinûve dixwazin li ser axa Sûriyeyê rolê bileyzin. Her çiqas Fransa dijberiya xwe ya ji bo biryara Emerîkayê nîşan dabe jî di rastiyê de piştgiriya xwe ya ji bo Kurdan xuya nake. Daxuyaniyên Fransa û Brîtanyayê ji bo pergala cîhanî ne. Ev li hevkirinên siyasî ji bo pergala cîhanî ya sermayedar e. Ev hevdîtînên ku nûnerên Fransa bi rêveberiya MSD'ê re kirin, di heman demê de berpirsyartiya ewlehiya Bakurê Sûriyeyê jî li ser xwe nagire. Hebûna Fransa ya li Sûriyeyê tenê di xizmeta îstîxbaratî de tê nirxandin. Hem Fransa, hem jî Brîtanya di dosyaya Sûriyeyê de naxawzin serweriya Rûsyayê çêbibe. Eger Rûsya li Sûriyeyê hegemonya xwe ya kapîtal bi rê ve bibe wê berjewendiyên Brîtanya û Fransa li Rojhilata Navîn bikeve nava xeteriyê.

LI BENDA ÎŞARETÊ YE

Erdogan ji bo ku Kurdan karibe tasfiye bike, di nav amadekariyan de ye. Hinek rayedarên dewleta Tirk yê ewlekariyê ev tişt eşkere kirin. Heke Kurdan ji Bakurê Sûriyeyê derxînin wê herêma ewle ava bikin. Dixwazin Kurdan qir bikin. Ji bo dagirkirinê jî li benda îşaretê ne. Heke Koalîsyaona Navdewletî û Rêveberiya Trûmp destûrê bide wan, wê Minbîc û Girê Spî bi serkêşiya Erdogan were dagirkirin. Ev gef ew ê li gorî hevsengên li herêmê diyar bibe. Dibe ku şerê li Dêra Zorê û yê li hemberî DAÎŞ’ê neyê berdewamkirin. Hevserokatiya Rêveber a KCK'ê derbarê vekişîna Emerîkayê de rewşa herêmê bi zelalî destnîşan dike. Hêzên derve axa Sûriyeyê dagir kirine û divê destê xwe jê vekişînin. Heke li ser hebûna Kurdan bazarî bên kirin wê di Destûra Bingehîn de Kurdan ji mafên wan bêpar bihêlin. Ji bo dîzaynkirina Sûriyeyê û ji bo paşeroja wê hewl didin bêyî Kurdan çareseriyekê pêk bînin. Serokê MHP'ê Dewlet Bahçelî dibêje, 'Divê koka wan were qirkirin. Divê operasyoneke xurt were meşandin'. Li ser hebûna Kurdan lihevkirina Erdogan û Bahçelî gelekî zelal e.

WÊ HINEK KURD WERIN BIKARANÎN

Di daxuyaniya Hevserokatiya KCK'ê de mijara girîng ji bo PDK'ê bû. Eger dewleta Tirk êrîşî bajarên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bike, ew ê ji bo operasyonê PDK'ê qanih bikin. Plan ev e ku Kurdan bi destê Kurdan qir bikin. Mehmet Agar ê ku berpirsê teror û ewlekariyê ye di bernameyeke CNN'ê de gotibû ku 'Em ê li Rojhilatê Firatê operasyonekê pêk bînin ew ê Pêşmergeyên Roj jî alîkariyê bidin me'. Hevkariya Erdogan û PDK'ê bi xeter e. Ev lîstik li ser Kurdan tê ceribandin. Trûmp bi zelalî got ku, 'Wê dewleta Tirk ji niha û şûnde li hemberî DAÎŞ'ê şer bike'. Peyam ev e ku dewleta Tirk bi dagirkeriyê karibe li herêmê serwer be. Ji bo ku Kurdan bikin qurbanî dikarin her tiştê xwe seferber bikin.

WÊ KURD BERXWEDANA XWE BIDOMÎNIN

Bi biryara Emerîkayê re planên nû tên kirin. Li dijî rêveberên PKK'ê biryar hatin dayîn. Mexmûr û Şengal hatin bomberdûmankirin. Li paş perdeyê hinek tişt hene. Gefa Erdogan a li dijî Rojhilatê Firatê ne ji xwe ber e. Lê ew ê Kurd çi bikin? Erdogan dixwaze Kurdan bitirsîne. Dewleta Tirk bi alîkariya Emerîkayê hemû derfetên xwe xistiye dewrê. Lê gelê Kurd 40 sal in li ber xwe didin. Daxwazên Kurdan ên ji bo azadiyê hene. Heke êrîşên berfireh werin destpêkirin ew ê gelê Kurd şerê man û nemanê bike. Ew ê hewl were dayîn ku Kurdên li Sûriyeyê werin qirkirin. Wê demê dibe ku PKK jî şerê mudaxelekirinê bi pêş bixe. Ev jî tê vê wateyê ku ew ê di warê herêman de xwe berfireh bike. Mînaka herî berbiçav, şerê Kobanê bû.