Li korîdorên edliyeyê polîtîka

Erdogan li Sûriye û Iraqê êrîşî Kurdan dike, dijminatiyê dike lê li Tirkiyeyê jî ‘xwişk û biratiya Tirk-Kurd’ tê xwestin. Ev ne pêkan e. Yên li hundir bi Kurdan re xwişk û biratiyê dixwazin, li Sûriyeyê bi hêzên talankar re êrîş nake.

Erdogan weke rêveberekî ku di hilbijartinê de bin ketiye, tevnagere. Li gorî kevneşopî û exlaqê siyasî û hiqûqê jî tevnagere. Hemû motîvasyon û polîtîkaya wî, bi destxistina desthilatdariyê û mayîna li wir e. Ji bo vê yekê hewl dide hemû destkeftiyên demokratîk tune bike û hîn jî welêt li hundir û derve ber bi şer ve dehf dide. Weke ku mirin nîne, tevdigere. Hêz û serveteke ku ti car xeyal nedikir, bi dest xist. Bi tirsa ku eger desthilatdariyê winda bike wê her tiştê winda bike, xwedî wê zihniyetê ye ku her tiştî fedayê desthilatdariyê bike.

Erdogan dixwaze muxalefetê bîne wê rewşê ku nekare polîtîkayê bimeşîne. Hewl dide zextê li ser partiyên din bi taybetî jî CHP’ê bike. Mîna ku yê hilbijartin winda kirî ne partî ye, muxalefet xistiye tengasiyê. Dixwaze bi darê edliyeyê, muxalefetê bêbandor bike. Erdogan edliyeyê weke amûreke desthilatdariyê, li dijî muxalefetê bi kar tîne. Yanî bi şiklî jî xweserî ji holê rakiriye.

Her ku diçe Tirkiye ber bi xizaniyê ve diçe. Bi ti rengî ekonomî nakeve ser rayê xwe. Enflasyon hîn jî girseyên gel dişelîne û diçewisîne. Erdnîgarî û çavkaniyên xwezayî yên welêt, talan dike. Dewlemend hîn dewlemendtir dibin, xizan hîn xizantir dibin. Pirsgirêkên wiha giran û esasî yên welêt, li holê ne. Ya din jî pirsgirêka Kurd heye ku çavkaniya hemû pirsgirêkên din e. Ji ber vê pirsgirêkê pevçûn û di nava sînorên Sûriye û Iraqê de jî şer heye. Hikûmet naxwaze evane bên nîqaşkirin. Li şûna rojevên rast, rojevên xwe li gel û muxalefetê ferz dikin.

Rojhilata Navîn dikele. Tirkiye li tevahî herêmê êrîşî Kurdan dike, şer belavî welatên din jî kiriye. Di nava sînorên Iraqê de bi dehan baregehên leşkerî hatine avakirin. Bê navber bombe li Başûrê Kurdistanê tên barandin. Bi heman rengî beşekî girîng ê Sûriyeyê hatiye dagirkirin. Li Rojava li ser Kurdan polîtîkayên paqijiya etnîkî, di meriyetê de ne. Artêşa Tirk niha li Sûriyeyê di nava 80 km’yan de bendava Tişrînê û pira Qereqozaxê bombebaran dike, diwaze bi dest bixe. Her wiha dixwazin Kobanê dorpêç bikin û destkeftiyên Kurdan tune bikin. Li Sûriyeyê ji dervey êrîşên Tirkiyeyê, şer sekinî ye. Cîhan dibêje bila şer bisekine û li Sûriyeyê çareseriyeke siyasî çêbibe, lê Erdogan di şer de israr dike.

Rojhilata Navîn di çarçoveya ewlehiya Îsraîlê de, jinûve tê dîzaynkirin. DYE û Ewropa bi aktîf di dewrê de ne. Ne pêkan e ku Tirkiye ji vê yekê bandor nebe. Li gorî van geşedanan, Rêber Apo mudaxileyî pêvajoyê kir. Mirovên mîna Bahçelî jî ji ber ku xeterî dîtin, Îmralî weke navnîşan nîşan dan û got, divê xebat bi dawî bibin. Şandeya ji bo hevdîtinê çûyî Îmraliyê, di parlamentoyê de serdana hemû partiyan kir û nêrînên Rêber Apo û dixwaze çi bike, bi wan re parve kir. Bi qasî ku di çapemeniyê de hatî dîtin, wan jî bi erênî ev hewldan nirxandin.

Erdogan pêvajoyê dişopîne. Her kes dizane ku ew geşedanên di çarçoveya desthilatdariyê de dinirxîne. Eger desthilatdariyê pê bide qezenckirin û bike ku heta mirinê ew serokkomar be, dibe vê yekê asteng neke. Lê eger xizmetê ji desthilatdariya wî re neke, dibe mîna berê hewldanan vale derbixe. Dema mirov pirs dike ku gelo li hemberî vê polîtîkaya Erdogan helwesta muxalefetê çiye, bersiveke erênî nayê dîtin. Pêvajoyê erênî pêşwazî dikin, lê pêşengiyê nakin. Xwedî lê dernakevin. CHP nabêje gelo em çima êrîşî Tişrînê dikin, li Iraqê ev bombebaran wê heta kengê dewam bikin. Dema ji derve şer dom kir, wê li hundir aştî çêbibe? Eger çêbibe wê çawa çêbe, divê vê ji gel re şîrove bikin.

Erdogan li Sûriye û Iraqê êrîşî Kurdan dike, dijminatiyê dike lê li Tirkiyeyê jî ‘xwişk û biratiya Tirk-Kurd’ tê xwestin. Ev ne pêkan e. Yên li hundir bi Kurdan re xwişk û biratiyê dixwazin, li Sûriyeyê bi hêzên talankar re êrîş nake. Li hundir Kurdan bixapîne lê li derve jî nêçîra wan bike, eşkere ye ku ev tengasiyek e. Lewma divê hêzên muxalefetê xwedî li polîtîkayên çareserî û xwişk-biratiyê derbikevin, têkildarî vê yekê pêşengtiyê binirxînin û qadê ji AKP’ê re nehêlin. Niha eger Erdogan pêvajoyê sabote bike, wê muxalefet tiştekî bike, gelo alternatîfekê pêşkêş dike?

CHP di hilbijartina dawî de bi ser ket û bû partiya yekemîn. Lê niha li hemberî Erdogan weke kurê şamar e. Şaredariyan desteser dike, nahêle xebatkarên çapemeniyê çavê xwe vekin, dozê li serokên ku diaxivin, vedike. CHP û partiyên din tên veguheztina edliyeyan. Polîtîka li korîdorên edliyeyê tê bicihkirin. Divê muxalefet pêngaveke stratejîk bavêje û destûr nede ku rojev ji aliyê Erdogan ve were diyarkirin. Ji vî alî ve pêdivî bi nêzîkatiyeke rast a ji pirsgirêka Kurd re heye. Dîsa pêdivî bi hevkariyeke bi bandor a bi hêzên demokratîk re heye. Eger ev neyê kirin, Tirkiye ji vê dubarebûnê nikare rizgar bibe û muxalefet jî wê hêz winda bike.

Çavkanî: Yenî Ozgur Polîtîka