Li Başûrê Kurdistanê û Iraqê xelk bêhtir feqîr dibe, serdest jî bêhtir dewlemend dibe

Zêdebûna nirxê dolar li hemberî dînar û buhabûna alavan li Iraqê, bandora herî giran li hejaran dike. Dolar xew li feqıran herimandiye. Feqîr xew bi çavan nakeve bê ka çawa roja din biborîne.

Nêzî du meh in borsaya dolar li Başûrê Kurdistan û Iraqê jiyana tevizandiye. Her rojê bilind dibe û nizmzdibe. Halê hazir her diçe nirxê dînarê Iraqî li ber dolar dadikeve. Bihayê 100 dolarî di navbera 150-160 hezar dînarê Iraqî berjor diçe. 

Tevî hemû hewldanan taybet van roj 23’ê Çileyê Banka Navendî ya Iraqê li cihê 59 milyon û 44 hezar û 502 dolar 67 milyon û 900 hezar dolar ji bo piyaseya dolar hinek dakeve xiste bazarê. Lê heta vê gavê ti fêdeyek li nehatiye kirin, geh çend dînar nizim û bilind dibe. 

Vê bilindî û nizmiya dolar wisa kiriye ku çavê her kesê li piyaseya dolar û dînar be. Bazar jî bi bilindbûna dolar re, bilind bû û biha li ser biha zêde dibe.

Ev piyaseya dolar a wiha ne rêkûpêk wiha dewam bike wê rê li ber krîzên jiyanî û aborî veke. Gelek kargehên biçûk ên ji bo debara jiyana rojane ya bi dehan welatî kar dike, bê îflasê û kirîn û firotina bazarê kêm bibe. Ji xwe hêdî hêdî ev yek tê hîskirin. Hema bêje ji sedî 80’ê yê kelûpelên nava bazarê bi vê yekê bandor bûye û biha bûye.

Herî zêde vê bihabûnê bandorê li hejarî kiriye. Dolar xew li feqıran herimandiye. Feqîr xew bi çavan nakeve bê ka çawa roja din biborîne.

Sedemê vê yekê çi bû ku hema carekê wisa dolar bilind bû? Ev dolar bi kû ve diçe? Çima ewqas mudaxele jî tê kirin, dolar li gorî cihê tê xwestin naraweste. 

Li ser vê yekê gelek nêrîn û siyasetên cuda tê gotin û di rojevê de ne yek ji wan jî, Parlamenterê Komela Dadgerî ya Kurdistanê yê Iraqê Soran Omer ragihand ku kompanyekek veguhestina pere ji bajarê Hewlêrê rojane bi Rêya Deriyê Sînor ê Îbrahîm Xelîl 15 milyon dolar bi wesayîtê dibe Tirkiyeyê. 

Her wiha yek ji mijarên din ew e ku ji ber ambargoya li ser Îranê, bi milyonan dolar ji bo Îranê hatiye veguhestin bi rêyên cuda cuda. Ji bo bandora ambargoya li ser Îranê sist bibe. Her wiha yek ji xalên din ew e ku siyaseta aborî ya li herêmê û Iraqê ku dahata ji derdor tê bi awayeke ne yeksan û rêkûpêk tê sazûmankirine. Heta niha hem herêma Kurdistanê û Iraqê dahata wê ya herî esasî neft û deriyên sînorî ne. Ew dahata ji van herêman tê, kes nizane bê ka çawa û bi çi reng tê komkirin û li ser bajaran tê belavkirin. Siyaseta Tirkiye û Îranê hem li ser Iraq û Başûrê Kurdistanê heye. Ev yek nîşan dide ku babetên ku qala wê tê kirin, para xwe ya rastî pir in; dolar ji bo Tirkiye û Îranê hatine şandin û hê jî tên şandin. Hem Îran û hem Tirkiye bi dolarên Iraq û Başûrê Kurdistanê aboriya xwe li ser lingan girtiye. 

Wezareta Neftê ya Iraqê bi daxuyaniyek nivîskî dahata neftê ya meha Kanuna 2022’yan belavkir. Li gorî vê di meha Kanunê de ji bîrên petrolê yên naverast û Başûrê Iraqê 100 milyon û 735 hezar û 151 bermêl neft ji bo derve hatiye hinardekirin.

Tevî ku Herêma Kurdistan ne dewletek serbixwe ye, tevayî dosyên neftê bi şêweyek ne zekak û bi awayek qeçax danûstandin li gel tê kirin. Nefta ku rojane zêdetirî 500 hezar bermîl dihat şandin, tenê 300 milyon dolarê wê diyar bû. Pereyê din ku mehê bi 350 ta 400 milyon dolar dihat texmînkirin, ti zanyariyek derbarê çawaniya xerckirina wî pereyî de nehatiye dayîn.

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mensur Barzanî dest daniye ser nefta bîrên Eyn Zale û bi awayek serbixwe difiroşe. Ne dahata vê neftê vedigere xezîneya hikûmetê nejî rê tê dayîn agahî li ser dahata wê were eşkerekirin. Şirîkên din ên hikûmetê YNK û Goran, her wiha aliyên din ên siyasî gelek carî ragihandine ku ti agahî li ser dosyaya neftê nagirin. Heta ji ber vê yekê û bazirganiya serbest Dadgeha Federal a Iraqî bazirganiya neftê ya herêmê ne rewa pênase kir û derbarê wê dosya amade kiribû. 

Dema ku tablo wiha be, bandorê li piyaseya dolar jî bike û wê her wiha rê li ber krîz û qeyranên civakî jî veke. Ji ber ku eger bi vî rengî demek din dirêj bike, wê rê li ber xwepêşandanan vebe. Her wiha hê ji niha ve dengoyên daketina kolanan a ji ber bilindbûna dolar û krîzan tê bihîstin.