Li her derê çalakî

Faşîzma AKP-MHP'ê li hemberî gerîlayên Kurd têk çûye. Careke din eşkere bûye ku şerê li dijî Kurdan ji bilî dewlemendkirina olîgarkên Tirk bi kêrî Tirkiyeyê û gelan nayê.

Dawiya vê hefteyê ji bo Kurdan û dostên wan têr û tijî derbas bû. Li her derê çalakî hatin lidarxistin. Ji bo şermezarkirina wêrankirina xwezayê ya bi destê dewleta Tirk û hikumeta faşîst a AKP-MHP'ê, ber bi Çiyayê Cûdî ve meşiyan. Li Hollandayê Festîvala Çanda Kurd a Navneteweyî 30'emîn lidar xistin. Li Marsîlyayê Festîvala Sînan Dersim a 2'emîn pêk anîn. Ciwanên Kurd li gel ciwanên enternasyonalîst hefteyekê li Ewropayê meşeke dirêj kirin.

Kampanya îmzeyan a ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo li her derê dewam dike. Welatparêzê Kurd Xoşnav Ata li pêşiya OPCW'ê du meh in di çalakiyê de ye. Ji 22 welatan 350 parêzerî ji bo dîtina Rêber Ocalan serlêdana çûyîna Îmraliyê kirin. Beriya niha jî li Tirkiye û Kurdistanê 750 parêzeran bi heman armancê serlêdan kiribûn.

Bêguman ev ên destpêkê têne bîra mirovan. Mîna van bi dehan çalakî hatin lidarxistin li çar parçeyên Kurdistanê û çar aliyên cîhanê. Mîna çalakiya 'Nobeda Azadiyê' ku heyşt sal in dewam dike. Eşkere ye ku Kurd û dostên wan li ser piyan e. Nasekinin, nabetilin, ji bo azadiya Rêber Apo û Kurdistanê têdikoşin.

Di vir de em destnîşan bikin; yên ku li ber vê têkoşîna herî bi wate ya dîrokê radibin, yek bi yek ji holê radibin. Piştî civîna Madrîdê ya NATO'yê ku civîneke dij bi Kurd bû, Serokwezîr Johnson îstifa kir û hikumeta Îngilistanê ket. Qralîçeya pîr li pêşberî vê rewşê nekarî îdare bike û koç kir. Hikumeta Swêdê ya ku di civîna Madrîdê de rojeva sereke bû, di hilbijartinê de têk çû û neçar ma îstifa bike. Bi vî rengî gotina yên digotin 'Hikumeta ku li ser bingeha dijberiya li Kurdan hewl bide bikeve nava NATO'yê wê bikeve' rast derket.

Em li çalakiyên dawiya hefteyê vegerin, eşkere ye ku çavkaniya sûdwergirtinê ya çalakiyan hemûyan, berxwedana li Îmraliyê ye. Çalakî hemû ji bo têkbirina sîstema tecrîd û êşkenceyê ya Îmraliyê hatin lidarxistin û ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo pêk hatin. Di çalakiyan de berxwedana Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê ya li Zap, Avaşîn û Metînayê hate silavkirin. Piştgirî ji berxwedana zindanan a dîrokî re tê dayin. Şehîdên leheng ên vê berxwedana azadiyê ya pîroz bi rêz û minet têne bîranîn.

Mînak di çalakiyên dawiya vê hefteyê de ji milîtanên pêşeng ên şoreşa azadiya jinê Delal Nûrhak û Amara Ronahî hatin bîranîn. Delal Nûrhak pêşengeke fedaî bû ku 33 salên xwe da têkoşîna azadiyê. Tevlî kongreya destpêkê ya rêxistiniya jinê Kurd bû. Li her qada têkoşînê bi biryardarî meşiya bû, serketinên mezin bi dest xistibû. Amara Ronahî jî bi sekna xwe ya zelal û xurt a li hemberî malbata xwe bal kişandibû ku malbata ji aliyê rêveberiya faşîst a AKP-MHP'ê hatibû xapandin an jî kirîn û li ber deriyê HDP'ê hatibû bicihkirin. Bi sekn û hişmendiya xwe bûbû mînak ji jinan û ciwanan re. Bi vê wesîleyê herdu milîtanên pêşeng ên têkoşîna azadiya jinê Delal Nûrhak û Amara Ronahî bi rêz û minet bi bîr tînin.

Em dixwazin di vir de balê bikişînin ser çend xusûsê girîng ên hin çalakiyan. Bêguman Berxwedana Îmraliyê ya 24 salan, yek ji berxwedanên herî girîng bi wate û girîng ê dîroka mirovahiyê ye. Li dijî êşkence psîkolojîk û fîzîkî ya her kêliya 24 saetan, ji bo armancên bilind bi helwesteke awarte berxwedan tê kirin. Sîstema modernîteya kapîtalîst û faşîzma dewleta Tirk 24 salan rê û rêbazeke êşkenceyê nehişt ku neceriband. Lê belê nekarî hêza berxwedanê û hişmendiya azadiyê ya Rêber Apo bişikîne. Berxwedana navborî niha jî di asta herî bilind de ye û her derê ronî dike, berê her kesî dide berxwedanê.

Yên ku sîstema Îmraliyê afirandin û dimeşînin, her ku li pêşberî Berxwedana Îmraliyê têk diçin û bêçare dimînin, serî li derew û hîleyên nû didin. Bi zexta fîzîkî û psîkolojîk tecrîdê giran dike û timî derewa 'hevdîtin dibe' dikin. Bi vî rengî dixwazin gelê Kurd û hêzên şoreşger-demokratîk bixapînin, çalakiyên azadiyê yên li her derê ji bo azadiya Rêber Apo têne kirin lawaz bikin. Ji xwe di vê demê de jî heman derewan dike. Diyar e li hemberî Berxwedana Îmraliyê, faşîzma AKP-MHP her têk diçe. Gelê Kurd û dostên wan bi têra xwe têgihiştî û xwedî tecrûbe ne ku bi lîstikên şerê taybet ên navborî naxapin.

Berxwedana Zap, Avaşîn û Metîna ya dîrokî ku ji aliyê Kurdan û dostên wan ve bi çalakiyan hate silavkirin, hefteya derbasbûyî pênc meh li pey xwe hişt û kete meha şeşan. Bi vê wesîleyê Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê bîlançoya giştî ya şerê dîrokî yê pênc mehan weşand. Bîlançoya navborî têkçûna dîrokî ya faşîzma AKP-MHP'ê ya li Zazp, Avaşîn û Metînayê, her wiha destanên lehengiyê yên Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê bi şênberî radixe pêş çavan. Di nava pênc mehan de gerîla 1881 çalakî kirin, 10 helîkopter xistin, derb li 70 helîkopteran xistin, bi qasî ku hate tespîtkirin 2132 çeteyên AKP-MHP'ê ceza kirin. Bêguman şerê azadiyê bêberdêl nabe. Di nava pênc mehan de 105 gerîla şehîd bûn. Faşîzma AKP-MHP'ê di nava pênc mehan de 2004 caran bi çekên qedexekirî êrîş kir, bi balafir û helîkopterên êrîşê jî 6500 caran êrîş kir.

Bîlançoya navborî ast û encama şerê li Herêmên Parastinê yên Medyayê bi şênberî nîşan dide. Di dîroka sed salî ya dewleta Tirk de şerekî bi vî rengî neqewimiye. Faşîzma AKP-MHP'ê li pêşberî gerîlayên Kurd bi esasî têk çûye. Faşîzma AKP-MHP'ê li hemberî gerîlayên Kurd têk çûye. Careke din eşkere bûye ku şerê li dijî Kurdan ji bilî dewlemendkirina olîgarkên Tirk bi kêrî Tirkiyeyê û gelan nayê. Faşîzma AKP-MHP'ê ku gerîla ew têk biriye, niha dem hatiye ku ji desthilatdariyê bê xistin. Ev jî kar û erka siyaseta demokratîk, jin, ciwan û gelan.

Bi derengî hatibe kirin jî ji bo parastina xweza û dîroka Kurdistanê meşa ber bi Çiyayê Cûdî girîng e. Eşkere ye ku berê nirxên dîrokî yên Kurdistanê hatin talankirin, lê belê nerazîbûneke bi têrkerî nehate nîşandan. Piştre bi rêya bendavan di nava avê de hatin hiştin, dîsa nerazîbûneke têrker nehate nîşandan. Herî dawî dor hate ser birîna daran, an jî talankirina daristanan. Eşkere ye, cihê ku daristan lê nebe ti zindî nikare bijî, lewma talankirina daristanan rêbazeke guncaw ji bo qirkirinê bû. Destpêkê daristan hatin şewitandin. Hate dîtin ku darên Kurdistanê li ber şewitandinê li ber xwe didin, her wiha ji şewitandinê pere nayê qezençkirin. Li ser vê yekê dest bi birîna daran kirin û heta ji wan hatin ev talanî û wêranî pêk anîn.

Di serî de Botan û Dersim gelek herêmên Kurdistanê bi vî rengî bêdar hiştin. Tişta balkêş û ecêb ew e ku ev qirkirina li pêş çavan hate kirin, kesî nerazîbûneke cidî nîşan neda. Piştî rexneya hin derdoran, meşa şermezarkirinê ya heyî hate lidarxistin. Bi derengî jî be ji bo bibe destpêkeke nû bêguman baş e. Lê belê divê tenê bi meşekê nemîne, li dijî qirkirina bi birîna daran tê kirin, çalakiyên şermezarkirinê yên timî û xurt bêne kirin. Her wiha yê ku daristanan bi vî rengî talan dikin dewleta Tirk û faşîzma AKP-MHP'ê ye. Lewma dema ku çalakiyên şermezarkirinê hatin lidarxistin divê neyê gotin 'bila dewlet tedbîrê werbigire' û hêvî ji dewletê neyê kirin. Yê ku daran dibire, daristanan talan dike dewlet bi xwe ye, lewma diyar e ku dewleteke bi vî rengî tedbîran nagire. Bi kurtasî divê daxwaza rawestandina komkujiyê ji kujer neyê kirin, bi rawestandina kujer dikare pêşî li komkujiyê bê girtin. Divê xwedî li daristanê, xakê, enerjî û avê bê derketin.

Tiştekî baş e ku ciwanên Kurd ên li Ewropa û Rojava bi ciwanên enternasyonalîst ji bo xwedîderketina li Rêber Apo û azadiya fîzîkî ya Rêber Apo timî çalakiyan dikin. Baş e ku têgihiştî, bi coş û rêxistinî ne. Ji xwe ya ku li ciwanên Apoyî tê ev bi xwe ye. Lê belê divê van hemûyan hîn mezintir bikin û berxwedana li dijî faşîzma AKP-MHP'ê li her derê bêhtir bi pêş ve bibin. Xwedîderketina li şoreşa azadiyê, xwedîderketina li saziyên şoreşger û şerê azadiyê, divê li her qadê bê kirin. Li ser vê bingehê em ciwanên Apoyî yên berxwedêr silav dikin û serketinê ji wan re dixwazin.

ÇAVKANÎ: YENÎ OZGUR POLÎTÎKA