Li gorî gotineke civatê, malê dewlemendan çenga xizanan diwestîne. Ji ber ku tiştekî xwe nîne timî li ser yên malê xwe hene diaxive. Dema ku mirov hin nivîsan dixwîne yan jî guh dide hin axaftinan, ev gotin tê bîra mirovan. Ji ber ku timî karê xelkê dinivîsîne yan jî li ser diaxive. Bi giranî jî li ser karê dijberê xwe bi vî rengî tevdigerin. Yanî di heman demê de propagandaya dijberê xwe dike. Baş e, tiştekî ku em dikin nîne? Gelo qet em tiştekî nakin ku li ser biaxivin yan jî binivîsînin?
Bêguman ên ku bi vî rengî dike, vê yekê bi navê 'nirxandinê' dike. Bi giranî jî ji bo 'teşhîrkirina dijberê xwe' vê dike. Lê belê em di nava pêvajoyeke xurt a têkoşînê de ne. Di pêvajoyeke wiha de nirxandin bi tenê têrê nake. Ji bo bicihanîna vê divê hewl bê dayin. Hewlek di asta welatparêzî û şoreşgerî de divê bê dayin. Naxwe mirov wê bikeve pozîsyona oportunîst.
Li aliyê din, di pêvajoyeke wiha de bêguman divê mirov dijberê xwe teşhîr bike; lê belê ji ber ku şerekî berfireh ê taybet tê meşandin, di mijara teşhîrkirinê de divê mirov baldar be. Ji ber ku di bi navê teşhîrkirinê de dibe ku propagandaya dijber bê kirin. Eger dozaj û zimanê xwe baş neyê eyarkirin, wê rewşeke bi vî rengî teqez rû bide. Mixabin rewşên bi vî rengî ne kêmcaran rû dide. Wê demê dema ku propaganda hate kirin divê mirov hîn bêhtir baldar be.
Divê neyê jibîrkirin ku propaganda û ajîtasyon jî pîvaneke xwe heye. Pêwîste ev kar jî bi rêbazeke sinaatkarî bê kirin. Ji ber ku hemû ji bo armancekê tê kirin. Mînak, nabe ku mirov tişta kete aqlê mirov yekser binivîsîne. Nabe ku zimanekî ku xwendevan jê fêhm neke bê bikaranîn. Eger mirov baldarî van nebe hingî nagihêje armanca xwe.
Bêguman di karê propaganda û ajîtasyonê de teşhîrkirina dijberê xwe jî heye û ev wezîfeyeke girîng e. Lê belê di teşhîrkirinê de divê mirov baldar be. Karê teşhîrkirinê divê di cih de, di dema xwe de û bi zimanekî guncaw bê kirin. Her wiha divê asta wê jî baş bê eyarkirin. Ji ber ku şerekî giran ê taybet psîkolojîk heye. Eger mirov baldarî van nebe, wê demê di bin navê teşhîrkirina dijmin de dikare propaganda dijmin bike.
Mînak; hinek radibe ku di bin navê 'ez li ser siyasetê dinivîsînim an jî diaxivim' bênavber dibêje Tayyîp Erdogan ev tişt got, Bîden wiha axivî, Pûtîn wiha got, filan dewletê ev tişt kir, çeteyan serî li filan tiştî dan. Her tim gotin û karên serokdewletan tînin ziman, karên hêzên dewletê vedibêjin. Gelo li derveyî van siyasetek nîne? Gelo qet çalakiyeke polîtîk a civakî nîne?
Eger em ê binivîsînin an jî biaxivin, qet nebe em li ser karê xwe, karê gel û hêzên şoreşger-demokratîk binivîsînin an jî biaxivin. Eger em ji bo agahdarkirinê yan jî teşhîrkirinê dikin, wê demê divê em baldar bin ku xizmetê ji armancê re bike.
Hingî ji bo axaftin û nivîsandinê hilbijartina mijarê û dagirtina nava wê girîng e. Ji bo nirxandinê yan jî teşhîrkirinê em dikarin li ser kiryarên dijberê xwe bisekinin. Lê belê eger em her tim vê bike, her wiha ji aliyê naverokê û ziman ve bi rengekî rast nêzîk nebe, wê demê wê ev nebe nirxandin an jî teşhîrkirin, ev ê bibe propaganda dijberan û xizmeta ji bo wan. Ji ber ku propaganda ne tenê nirxandina dijberan e, propaganda nirxandina xwe ye, nivîsandina karê xwe ye, gihandina van ji girseyan re ye. Bêguman ji bo vê li gel hevsengiya rast, divê hin tişt jî bên kirin.
Bêguman li dijî faşîzma AKP-MHP'ê, di serî de gerîla hêzên demokratîk-şoreşger û gel gelek tiştan dikin. Jin û ciwan timî têdikoşin. Berxwedana antîfaşîst a herî bi wate ya dîrokî tê meşandin. Li ser xeta fedayî şerê gerîla dewam dike. Li dijî sîstema êşkence û tecrîdê ya li Îmraliyê li dijî her cûre zilmê bi rengekî lehengî berxwedan heye. Gelo ev hemû ji aliyê siyasî û îdeolojîk ve qet wateya xwe nîne? Gelo ev hemû ne hêjayî propaganda û analîzê?
Li gorî hinekan, bersiva van pirsan neyînî ye. Ji ber ku li gorî wan hebe nebe dewlet û serekên wan e. Dema ku qala nûçe û siyasetê tê kirin ew têne dîtin. Halbûkî nûçeya rasteqîn gotin û karên gel û şoreşgeran e ku hêjayî nirxandin û fêhmkirinê ye. Ji ber ku nûbûn û pêşketin di nava vê de ye.
Ji vê jî wêdetir, yên ku têne kirin têrê nakin. Em di demeke welê de ku nirxandin û propaganda bi tena serê xwe têrê nakin; ji aliyê îdeolojîk, siyasî û leşkerî ve divê di nava çalkaiyan de bin.
Lewma li şûna ku timî zilma dijmin bê dîtin, li ser bê nivîsandin û axaftin, divê mirov bi xwe bibe çalakger û propaganda vê bike. Kurd jin, gelên Tirkiyeyê teqez divê bi vî rengî bin. Ji bo vê jî gelek sedemên me yên girîng hene ku nabe bêne taloqkirin.
Mesela, em êrişên dawî yên li ser Şengalê binirxînin. Faşîzma AKP-MHP'ê bi balafiran li nexweşxaneyê da, hilweşand, nexweşên dihatin dermankirin qetil kir. Bi planeke taybet rêberê gelê Êzidî-Kurd û nûnerê wan ê qanûnî Seîd Hesen qetil kir. Li pêşberî vê bûyerê em ê çi bikin? Gelo bi tenê daxuyanî û şermezarkirin dikare têrê bike? Nîşandana hin nerazîbûnên ku bandora xwe nîne, wê encameke cidî bi xwe re bîne? Li pêşberî komkujiyên bi vî rengî yên hov, dema ku mirov qala maf û hiqûqê bike, ev ê wateyeke xwe hebe?
Bêguman ev jî pêwîst e û bi wate ye. Lê belê di rewşekê de ku dijmin êrişên bi vî rengî bi plan û hovane dike, nêzîkatiyeke bi vî rengî teqez têrê nake. Ji bo têrê bike divê çi bê kirin? Eşkere ye ku divê di cih de bersiv bê dayin û tol bê hilanîn. Ji bo vê jî bêguman pêwîstî bi amadekariya berê hatibe kirin, heye. Ji bo berê jî amadekarî bê kirin divê bê qebûlkirin ku bi dijmin re di nava şer de ye û vê yekê ji bo xwe weke wezîfeyê bibîne.
Kêmasiya me ya bingehîn ji vê derê tê. Faşîzma AKP-MHP'ê li dijî Kurdan hemûyan şer dike û li ku dibe bila bibe bi rengekî eşkere êrişî Kurdan dike, komkujiyan dike, lê belê Kurd li her qadê li gorî vê yekê tevnagere. Şerê li dijî faşîst-qirkeriya AKP-MHP'ê weke wezîfeya xwe nabîne. Li dijî vê tedbîran nagire û çalakiya şoreşgerî nake. Dema ku êriş dibe, derbê dixwe û piştre jî daxuyaniyand ide, şermezar dike, li bendê dimîne ku hinek van êrişan bisekinîne. Halbûkî kesekî ku van êrişan bisekinîne nîne û bendewariyeke wiha jî xapandina xwe bi xwe ye.
Halbûkî hêza Kurdan, jinan û gelan jî heye. Eger feraseteke rast ji ciwanan re bê dayin, her roj li her derê dikare li dijî faşîzma AKP-MHP'ê bi dehan çalakiyên şoreşgerî bikin. Dema ku faşîzma AKP-MHP'ê li Şengalê li nexweşxaneyê da, ew jî dikarin li Stenbolê li AKP'ê bidin. Tola Seîd Hesen di cih de li Îzmê dikarin hilînin. Ne ku ev nikarin bên kirin. Lê belê pêwîstî bi feraseteke rast, hişmendiya wezîfeyê, amadekarî û însiyatîfê heye. Nedana bersiva qat bi qat a li dijî faşîzma AKP-MHP'ê lawaziya di taybetmendiyên welatparêziyê de ye.
Bêguman di rûdana rewşeke wiha de roleke girîng a propaganda şaş jî heye. Eger timî kiryarên faşîzma AKP-MHP'ê bê nîqaşkirin û nivîsandin, mirov jî wê li gorî wê bifikire û bijî. Eger çalakiyên li dijî faşîzma AKP-MHP'ê bêne nîqaşkirin û nivîsandin, wê demê jî wê hişmendî û daxwaza çalakiyan bi mirovan re biafire. Di rewşeke wiha de jî hem mijarên rast ên propagandayê wê hatibe hilbijartin, hem jî propaganda wê veguhere rêxistinî û çalakiyan, bi vî rengî wê bi wate bibe.
Wê demê li şûna ku mirov li ser axaftin û kiryarên xelkê binivîsîne û biaxive, divê mirov beriya her tiştî bi xwe bike û bi rengekî rast propaganda vê bike. Sekna rast a şoreşgerî û bicihanîna wê bi vî rengî dibe.
ÇAVKANÎ: YENÎ OZGUR POLÎTÎKA