Kûrbûna di rêbaza şehîd Dr. Sîrwan de garantiya serketinê ye -2

Efsûna sîstema kapîtalîst a Ewropayê nekarî Dr. Sîrwan bixapîne. Ya rast ew dilê serhildêr ê Rojhilatî li Rojava kedî nebû û serhildana xwe domand.

Kawa Elî Salih bi nasnav Dr. Sîrwan di sala 1961’an de li gundê Çemî Yala ya Şarbajêr a Silêmaniyê ji dayîk bû, di dawiya salên 1960’an de li bajarê Silêmaniyê xwend û xwendina xwe ya seretayî, navîn û amadeyî bi serkeftî bi dawî tîne. Hevrê Dr.Sîrwan di salên 1970 û heta destpêka salên 1980’ê li bajarê Silêmaniyê ku weke dergûşa welatparêzî û fedekariyê tê naskirin, dijî.

Di destpêka salên 1970’an de tevgera PDK’ê ya bi serokatiya M.Barzanî di 11’ê Adara 1970’an de lihevkirinek pêk anî û ev yek jî weke serkeftinekê tê tomarkirin. Li ser destkeftiyên ku di encama peymanê de hatin bidestxistin, razan. Aliyê duyemîn, neteweperestên ereb ên şovenîst, bi serokatiya Partiya Baas, ji bo tunekirina wan çêtir amade bû. Ji aliyekê ve peymanên girîng ên siyasî û dîplomatîk têk birin, ji aliyê din ve dest bi kampanya çaksazî û bextewariya civakî li navxwe kirin, di heman demê de bi peymana duyem a bi Partiya Komunîst a Iraqê re opozîsyona navxweyî bi temamî kontrol kirin. Ji ber vê yekê rejîma Baas bi serokatiya Ehmed Hesen Bekir û Sedam Husên tevgera Kurd paşguh kir û di nava salekê de rastî şikestineke neçaverêkirî hat. Lewma peymana 6’ê Adara 1975’an a di navbera Iraq û Îranê de, di bin sîwana Emerîkayê de, tevgera PDK’ê bi dawî kir. Di şexsê PDK’ê de dawî li hemû fikrên netewî yên klasîk ku ji kanya Peymana Lozanê vedixwarin û li dora dirûşma otonomîxwaz kom bibûn. 

Her çiqas têkçûna Tevgera Îlonê ji aliyekî ve wek karesatek bû, li aliyê din ve jî rê li ber nifşeke nû ku siyasetmedar, ciwan û xwendekaran bûn vekir. Ev nifş piştre xwe wek Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) da nasîn û di sala 1976’an de têkoşîna çekdarî ragihand. Lê ew welatparêz û têkoşerên ku ji şikestê hez nedikirin, di nav partiyên wek Partiya Sosyalîst, PASOK û Komîteya Navendî ya PDK’ê de dest bi tevgerên nû kirin, lê ji aliyê fikrî û stratejî ve ne diyar bû ka çi dikin û çi dixwazin? 

Kurdayetiya klasîk, bê bername, bê fikir û îdeolojiya nûjen, di heman demê de polîtîkaya girêdayî welatên derve, tenê dikare bi yek banga komplogerên navdewletî re bibêje “Karê min qediya.” Ev rewşa nû ji bo kesên ku di dawiya salên 1960’î de dîtibûn û xwendibûn derfeteke zêrîn bû. Şert û mercên nû ciwan û xwendekaran li Başûrê Kurdistan teşwîqî di bin raman û felsefeya Marksîst-Lenînîst a tevgera nû ya têkoşînê ku bikaribe xwe bi rêkûpêktir rêxistin bike kir.

Tevgera nû ya ku bi navê Komeleya Rencderanî Kurdistanê tê naskirin, ji ber ku li wir derketiye, di demeke kurt de bandora xwe li ser tevahiya Başûrê Kurdistanê bi taybetî jî li Silêmaniyê kir. Silêmanî weke taybetmendiyeke mayînde her tim ji nûbûnê re vekirî ye. 

Hevrê Dr. Sîrwan weke hemû ciwanên Silêmanî diviyabû xwe li gel karwanê bi rêxistin bikira. Ji ber vê yekê di demeke kin de tevlî rêxistinên Komala Rencdaran dibe û di encama xebatên xwe yên rêxistinî yên li Bexdayê tê naskirin û sala duyemîn a zanîngehê diterikîne û tevlî hêzên çekdarî yê Komala Rencdaran dibe. 

Dr. Sîrwan Komeleya Rencderanî Kurdistan weke tevgereke çep-sosyalîst ku li ser bingeha rastî, prensîb û pîvanên şoreşgerî nas dike û beşdar dibe, lê tişta ku li çiya dibîne cuda ye. Ev cudahî çine? Ya yekem; Komeleya Rencderan ne ji aliyê kadroyên xwe yên pêşeng ve, ji aliyê kadroyên PDK’ê ve tê birêvebirin. Ji ber vê yekê xeta bûrjûwaziya biçûk li ser xeta şoreşgerî ya Komala Rencdaran da zêdetir serdest e. Ya duyemîn, xetên cuda hene ku tevgerê xurt nakin, ji ber jê qut dikin, lewra ger bi xeta burjuvaziya biçûk re rûbirû were, weke cihêxwaz û derveyî xet tên pênasekirin û di nav rêxistinan de tên teşhîrkirin. Sêyemîn; her çiqas bingeh û girseyên Komele hem li zîndanê hem jî li çiya ji bo her fedekariyê amade ne, lê yên ku serokatiya Tevgerê dikin kêm têne dîtin, yên ku tên dîtin jî weke ji çîna jor û serdest xuya dikin. Yanî ew kesên ku ji rêxistinê re fedakarî dikin û yên serokatiya wê rêxistinê dikin ji hev cûda ne. Ev jî bi xwe re nakokiyan tîne. Weke çaremîn sedem jî; di propagandayê de behsa azadiya jinê û rola jinê tê kirin, lê di pratîk de heman rêbazê berê dubare dibe. Wê demê di nav beşek kadroyên jor de dihat gotin ku em li hemû tiştekî de sosyalîst in lê di mijara jin de sosyalîst nînin. Xala pêncemin jî mijara navxweyî bû. Wê demê ji bo li Kurdistanê tu tevgerek din dernekeve PDK bi destê dewleta Tirk û çeteyên wê bi şêwazeke derveyî mirovahî û dur ji hemû prensîbên netewî û exlaqî li Colemêrgê ku dikeve sînorê Bakur û Başurê Kurdistanê zêdetir 700 endam û kadroyên YNK’ê xistin dahfikekê û piraniya wan şehîd xistin. Di nav wan kesên ku hatin şehîd xistin kesayetên wek Elî Eskerî û Dr. Xalid hebûn û ev şehadet sûcê PDK’ê hîn girantir kir. Li hember vê yekê YNK’ê bi her awayî bertek nîşan da û karî PDK û hevalbendên wê yên li eniya Cudî tengav bike û nehêle ji aliyê Rojhilat vegerin Başûr.  

Lê ya ecêb ew bû ku bê ku jin û mêr, çekdar û bêçekdar werin cudakirin qetlîama rêxistinên Partiya Komunîst a Iraqê bû. Ji bo wê qetlîamê tu hincet nebû. Her di wan çaxan de Serokatiya PKK’ê bi erka navbeynkar rabû û bi serokatiya heval Xalid bi nasnav Mehmed Karasungur şandeyek hat şandin ji bo ku her du alî dev ji şer berdin. Lê êrîş birin ser wan hevalan jî û di 2’ê Gulana 1983’an de ew heval şehîd xistin. Di heman salê de YNK’ê bi awayekî yekalî bi rejîma Baas re ket nava danûstandinan û agirbestê. Piştî salekê ev pêvajo bê encam bi dawî bû. Ev hemû bûn sedemên sereke ku Dr. Sîrwan dest ji Komeleyên Rencderan berde, ji ber ku li gel rastiya wî nedibû yek. 

LÊGERÎNA DOMDAR JI BO GIHÎŞTINA HEQÎQETÊ

Piştî demekê li Îranê ma, riya sirgûnê girt û li Danîmarkayê bi cih bû. Dema di sala 1980’an de li Ewropayê dima, rewşa pergala kapîtalîst û nêzîkatiya wan a ji pirsgirêka Kurd û Kurdistanê re dît, di heman demê de hegemonyaya dewletên Ewropa û Emerîka bi çavên xwe dît. Ji ber vê yekê efsûna sîstema kapîtalîst a Ewropayê nekari Dr. Sîrwan bixapîne. Ya rast ew dilê serhildêr ê Rojhilatî li Rojava kedî nebû û serhildana xwe domand. Em vê rastiyê di axaftinên hevrê Dr. Sîrwan ên di rojnameya Welat de baştir dibînin. Dr. Sîrwan van rastiyan di hemû konferans û civînan de kiribû yek ji mijarên perwerdeyê. Wî rastiya pergala modernîteya capitalist a civaka Ewropa baş nas kiribû. 

Ji ber ku Dr. Sîrwan bi rexne, têbînî û serincên xwe yên li ser rêxistin, pêşengtî, pîvan û prensîbên Komeleya Rencderanî Kurdistanê pabend bû, lewma lêkolînên xwe didomîne. Piştî lêkolîneke zanistî û pêbawer, bi rêxistina Eniya Rizgariya Neteweyî ya Kurdistanê (ERNK) ku weke baskê rêxistinî yê civakî yê Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) dihat naskirin, nas kir. Di sala 1987’an de ligel peywendî û dostayetî kirin, xwe perwerdekirin û avakirina kesayeta xwe, dest bi xebatên rêxistinbûnê jî kir. Heval Murad Karayilan(Cemal) dema bahsa naskirina xwe ya bi Dr. Sîrwan a li Ewropa re dike dibêje; ‘her ji destpêkê ve wî bala min kişand. Ji aliyekî ve guftugoyeke pir kûr dikir, ji aliyê din ve jî ya ku bawerî pênedianî hewl dida bixe meriyetê. Ji bo wê mirov di kesayeta hevrê Dr. Sîrwan de dubarebûn nedidît.’ Her wiha digot, ‘hesteke kûr a welatparêzî û hezkirina wî ya ji bo welatê xwe heye, li Ewropayê saniyeyekê jî ji welatê xwe qut nebû. Ji ber vê yekê hevrê Dr. bi xwe jî di nav hevalên xwe de digot, jiyana wî ya li Ewropayê jiyaneke proleterî ye, ji bilî xwarinên sade yên wek kartol û tiştên wiha, tiştek nedixwar. 

Dr. Sîrwan naz û nîmetên Ewropa ji xwe re wek xapandin diyar kiribû, lewra bi baweriyek mezin xwe baş amade kir û bêyî ku rojekê dereng bimîne, pêşniyara xwe ji bo rêxistina Ewropayê kir, ji bo biçe qada Serokatî ku li Lubnanê bû. Di encam de rêxistin di sala 1989’an de pêşniyara wî qebûl kir û Dr. Sîrwan Ewropa û pergala modernîteya kapitalist li pişt xwe hişt û berê xwe da heremên germ ên Rojhilata Navîn. 

Dema hevrê Dr. Sîrwan digihîje qada Rêbertiyê, dizane ku gihîştiye rastiya ku lê digere, ango heqîqeta têkoşîna azadiya Kurdistanê. Ji ber vê yekê di demeke kin de bi Rêber Apo re ket nava diyalogê û hat wê astê ku Akademiya Kadro Masûm Korkmaz a li Beqayê birêve bir. Yanî bi qasî ku hevrê Dr. Sîrwan ji wate û rêbaza Rêber Apo fêm dikir, Rêber Apo jî ji kesayeta Dr. Sîrwan fêm dikir. Rêber Apo ji Dr. Sîrwan pir bawer bû û Heval Dr. Sîrwan li her cihê ku lê bû, Serok mîna kadroyekî pêşeng ê kevin ê têkoşîna îdeolojîk nêzî wî dibû. Rêber Apo ku her tim hemû hest, mejî, ruh û şîretên xwe ji lêkolîn, şopandin û lêgerînên nû bi dest xistiye. 

Di destpêka salên 1990’î de têkiliyên Rêber Apo bi Celal Talabanî re pêşdikeve û Celal Talabanî zêdetir li Lubnanê dima. Li gorî wêne û belgeyan piraniya wêneyên Rêber Apo û Celal Talabanî di sala 1990’î de hatine kişandin. Di heman demê de di sala 1991’an de dema serhildana Başûr pêk tê, Celal Talabanî li ser Zaxo ve ji Sûriyê vedigere Başûr. Li gel Celal Talabanî piraniya endamên mekteba siyasî û serkirdayetiya partiyên din çûn cem Rêber Apo û li baregeha leşkerî ya Beqayê man. Wek mînakek ku bala Rêber Apo kişandiye, piraniya navê wan kesên ku di nav partiyên Başûr de cîh digrin û çûne gel wî Diktor bûye. Ev ji bo Rêber Apo dibe nakokî, ji ber vê yekê di nîqaşek xwe ya li gel Dr. Sîrwan de dibêje, çima di pêş navê piranî birpirsên Başûr de diktor tê gotin. Wê demê tu jî bibe Dr. Sirwan ê PKK’ê. Ev yek ji bo heval Sîrwan bû nasnav, lewma ji wê rojê û pê ve bi navê Diktor hat naskirin, her çiqas Hevrê Sîrwan ti eleqeya xwe bi doktortiyê ve tunebû jî, ji ber gotinên Rêber Apo ew wek navê xwe qebûl kiribû. Piştî bi serkeftî temamkirina dewreya perwerdê li Akademiya Mahsum Korkmaz careka din hevrê Dr. Sîrwan li ser pêşniyara xwe vegeriya ser axa welat.