Kirina hesabê sedsala çûyî, bi awayekê rast

Kirina hesabê sedsala çûyî bi awayê herî rast, ew e ku mirov guhertina feraset û siyaseta qirkirinê ya sedsala çûyî ji pêş re bibîne û ji bo pêkanîna wê bi rêxistin û bi tevahî ji bo şoreşeke demokratîk têbikoşe.

Sed salên Dewleta Komara Tirkiyeyê qediyan. Komara KT’ye ket sedsaleke nû. Mixabin ketina sedsaleke nû di bin rêveberiya faşîst-qirker a Tayyîp Erdogan û Tifaqa Cimhûrê de ye. Hilbijartinên 14 û 28’ê Gulanê ji bo guhertina vê rewşê fersendên giring bûn. Lê ev fersend têr baş nehat bikaranîn ya jî faşîzma Erdogan-Bahçelî nehişt. Niha tişta mirov nekarî bi hilbijartinê bike, divê mirov bi têkoşîna şoreşger a antî faşîst, dîktatoriya faşîst xera bike û rê li ber demokratîkbûna Tirkiyeyê vebike. 

Bi nêzbûna 29’ê Cotmehê re ku sed sal in wek ‘’Cejina Komarê’’ li civakê tê empozekirin, Rêveberiya Tayyîp Erdogan hewila xwe ku xwe wek dewleta ragihîne, zêde dike. Dibû ku Tayyîp Erdogan desthilata xwe ya eseh, rewşa xwe ya bibe ‘’Atatirkê duduyan’’, ‘’Başbûgtiya xwe ya nû’’ di vê salvegerê de ragihanda. 

Ji wê boneyê ji kûrahiyê ve amadehî dikir. Li ser vî esasî jî dixwest bi roj û hefteyan pîrozbahiyên bi coş bike. Hilbijartina Gulanê jî di nav de, her tişt li vê gorê amade kiribû. 

Lê hesabê malê û çarşiyê li hev nehat. Bi çalakiya fedaî ya 1’ê Cotmehê li Wezareta Karên Hundirîn hat xistin, derket holê ku gotina ‘’Min PKK qedand’’ a Tayyîp Erdogan derew e. Bi geşedanên bi pişt re qewimîn, rêveberiya Tayyîp Erdogan yekcar teşhîr bû û zeîfî û ketina xwe nîşanê her kesî da. Ji lew ma kêfa xwe şikest. Bêyî guman hêj bi kirina pîrozbahiyên bimirês hewil dide ku hêza xwe nîşanê her kesî bide. Lê wê ji rewşa mirîşkeke rûçikandî wêdetir neçe. 

Di vê çarçoveyê de wê bi axavtinên derewîn wê bikevin hewila geş û gurkirina faşîzm, neteweperestiya şoven a ‘’Tûranparêz-Sêva Sorparêz.’’ Wê pesnê  Tayyîp Erdogan bidin jê re bibêjin ku ew ‘’Atatirkê duduyan’’ e. Wê bixwazin ku civaka Tirkiyeyê di nav demagojiyeke wiha de bigevize da ku nekare hesabê sedsala çûyî têr baş û rast bike. Ji lew ma divê hêzên sosyalîst û demokratîk hişyar bin, ji bo civak zêde bi jehriya propagandaya şoven nekeve, hesabê sedsala çûyî rast û baş bike û civakê hişyar bike. 

Lê çarçoveya esasî ya mihesebeyeke rast çi ye? Mirov ku li bersiva vê bigere, divê serê pêşîn li bûyerên pêvajoya amadekariya ragihandina komarê û têkoşînê bi kurtî binihêre. Kurdan şer li dijî dagirkeriya Îngiliz û Fransî kiriye, yên bi esasî parastina welêt kiriye Kurd in. Artêşa li dijî dagirkeriya Yewnan şer kiriye, artêşa Osmanî ya di bin emrê Kazim Karabekîr de bûye ku li Kurdistanê ji pêyan maye. Li Anatoliyayê Çerkez Ethem jî di nav de gelek kes û koman li dijî dagirkeriyê li ber xwe daye. Bi kurtî, avabûna komarê bi têkoşîneke wiha ya piralî amade bûye. 
Meclisa komar îlan kiriye, li ser esasê kongreyên Sêwaz û Erziromê ku Kurd bi awayekê çalak tev lê bûne, hatiye avakirin. Kurd heta ragihandina komarê jî bi awayekê pir çalak tev li xebatên li meclisê bûne. 

Sînorên Misaka Milî wek ‘’Erda Kurd û Tirk li ser in’’ hatiye pênasekirin. Di dewletbûna nû de Mûstafa Kemal bixwe daye zanîn ku wê xweseriyê bidin Kurdan. Ev hikum di Destûra Bingehîn a 1921’ê de hebûye. Kurd, hêz û hêmaneke sereke ya amadekirina komarê bûne. 
Lê piştî ragihandina komarê û avakirina hêza dewletê, polîtîkayên gava avakirinê hatine berovajîkirin, dest bi polîtîkayên cuda hatiye kirin. Her kesê xizmeta ji bo avakirina komarê kiriye yek bi yek ji holê hatine rakirin. Ev pêvajoya bi rakirina Çerkez Ethem ji holê, dest pê bû, bi rakirina ji holê ya paşayên din berdewam bûye, gelek rêxistin û komên ji bo rizgariyê têkoşiyane hatine qedexekirin, pergala xweseriya Kurdan ji nav destûra bingehîn hatiye derxistin, bi pêşbîniya hesabnekirina Kurdan û qedandina wan bi têgiha ‘’Neteweya Tirk’’ feraset û stratejiyeke din danîne rastê. 

Komara Tirkiyeyê li ser hesabnekirin û qedandina Kurdan ava bûye, bi sed salan neyartiya Kurdan hatiye kirin û polîtîkayên li wê gorê hatine çêkirin. Seranserê sedsala çûyî, li vê êrîşa xwe ya bi armanca qirkirinê, bi awayekê plankirî û bi rêxistin dewam kiriye. Hikumet guherîne, derbeyên leşkerî çê bûne; lê vê îdeolojî û stratejîya esasî ya ya Dewleta KT’yê neguheriye. Hikumetan bernameya ku wê li qirkirina Kurdan çawa dewam bikin, dewirê hev kiriye. Li gor riwayetê, gava Adnan Menderes dibin ku bi dar ve bikin, serbazên pê re, qey ji bo tecrûbekirinê ye, jê pirsa ‘’Pirsgirêka herî giring a Tirkiyeyê ye çi ye?’’ dikin. Adnan Menderes ku ji ber derman pir xwariye nikare xwe ji pêyan bigire, bêyî dudilî gotiye: ‘’Pirsgirêka Kurd’’ e. 

Feraset û siyaseta qirkirina Kurdan ku hemaneke sereke ya avaker in, bidin ber xwe tu car li Tirkiyeyê bi ser nakeve. 

Seriyê din ê qirkirina Kurdan jî zexta faşîst, mêtingerî û zilma li Tirkiyeyê ye. Derfetên Tirkiyeyê tev ji bo qirkirina Kurdan hatine bikaranîn, ji lew ma Tirkiye ji her awayî ve ji paş re maye. Tirkiye ku bi her awayî dewlemend e, ketiye nava welatên çîna sêyemîn li cîhanê. Yekane xala destûra bingehîn a dewleta KT’yê, bûye bernameya hikumetan û wan hemû derfet ji bo cihbicihkirina vê bernameyê bi kar aniye. 

Sed salên Tirkiyeyê diqedin û ketina sedsala nû, bi dewlet û civaka xwe rewşa Tirkiyeyê li ber çavan e. Faşîzma netewe-dewlet a yekperest bi awayê herî rijd tê pêkanîn. Mezopotamya û Anatoliyayê ku dîrokê wek bihuşt pênase kiriye, di bin destên rejîmeke wiha de bûye dojeh û maye. Civak di tengasiyê de ye, li dewletê krîz e û li ber ketinê ye. Ji ber dewamkirina li qirkirina Kurdan, dewlet pergala şerekê sed sal in dawî lê nehatiye ji xwe re kiriye esas. Gotina ‘’Aştî li welêt, aştî li cîhanê’’ tê gotin ku ya M. Kemal e, Rêveberiya Tayyîp Erdogan îro wek ‘Şer li welêt, şer li cîhanê’ cih bi cih dike. Tezkereya şer ku ji bo dagirkirina parçeyên din ên Kurdistanê dihat bikaranîn, 17’ê Cotmehê cara duduyan hat dirêjkirin. 

Tiştê sedsala çûyî li civaka Tirkiyeyê kir jehr, feraset û siyaset e ku qirkirina Kurdan ji xwe re kiriye esas. Gotina ‘’Mijar ku welat be, tiştên din ne giring in’’, ji bo neyartî û qirkirina Kurdan tê gotin. Ji wê boneyê ye ku ji ber neyartiya bi sedsalan bawerî bi Kurdan re nemaye. Sed sal berê Şandeya Cemiyetî-Akvam gava ji bo vekolîna demografiyê diçe Mûsilê, Kurd ku leşkerên Tirk dibînin ji bo Tirkiyeyê radibin xwepêşandanê dikin. Tevî ku sed sal in xerabî û qirkirina bi her awayî, Kurd her aliyê yekitiyê bûne. Beramberê vê, Dewleta KT’yê Kurd dijminên xwe yên esil dîtine û ketina hewila qirkirina Kurdan. Te dîtiye, dibêjin ‘Evîndar ji naziya zêde aciz dibe!’ Dewleta Tirk ku di qirkirinê de bi israr e, êdî baweriya Kurdan hema bibêje nemaye. Îro hê jî ku Kurd li pêy jiyana bi hev re ya wek ‘Neteweya Tirkiyeyê’ ne, bi saya Rêber Abdullah Ocalan e. Hêza Barzanî hebe tu Tirkekî li holê nahêle. 

Bi ketina sedsala duduyan a KT’yê re, dîktatoriya faşîst a AKP-MHP’ê, li feraset û siyaseta neyartî û qirkirina Kurdan bi kûrahî dewam dike. Lê divê mirov bi vê jî bizane: Rêveberiya Îtihad û Teraqqiyê ku siyaset, feraset û neyartiya Ermenan ji xwe re kir armanc, malik li Împaratoriya Osmaniyan bi heftsed salan xera kir. Faşîzma AKP-MHP’ê jî ku bi heman feraset û siyasetê radibe, diyar e ku wê malikê li Dewleta KT’yê xera bike. Ji ber ku tu encam ji vê feraset û siyasetê çê nabe. Xerabûn wê bi tevahî disa bibe bar li ser pişta gelan. Ji lew ma, hê ku faşîzma AKP-MHP’ê welat û civak xera nekirine, divê mirov wê xera bike û gelan ji kareseteke wiha xelas bike. Kirina hesabê sedsala çûyî bi awayê herî rast, ew e ku mirov guhertina feraset û siyaseta qirkirinê ya sedsala çûyî ji pêş re bibîne û ji bo pêkanîna wê bi rêxistin û bi tevahî ji bo şoreşeke demokratîk tê bikoşe.  

ÇAVKANÎ: YENÎ OZGUR POLÎTÎKA