'Kapîtalîzm ruh û mejiyê sîstemê ye - III

Abdullah Ocalan: Kapîtalîzm hîmê destpêkê yê modernîteyê ye ku ji sê hîman pêk tê; ruh û mejiyê sîstemê ye.

Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di berhema xwe de ya bi navê "Li Rojhilata Navîn krîza şaristaniyê û çareseriya şaristaniya demokratîk' hate weşandin, têkildarî çîna karker, talankirina kedê û pirsgirêkên aboriyê yên civaka Rojhilata Navîn nirxand. Em beşa dawî ya ji vê danheviyê diweşînin:

"Sîstemên şaristaniyê xwedî tebeqe û çînan e. Hem berhemê tebeqebûyîn û çînbûyînê ye, hem jî wê dilezîne. Ji tespîta avaniya çînî wêdetir ya girîng şêweyê avabûn û karîgeriya wê ye. Di nava rastiya çînî de nasname ti carî bi rengekî şênber nabêje 'ez çîn im' û xwe bi vî rengî nîşan nadin. Bi taybetî bi pênaseya çînî ya Marksît, heqîqeta çînî bi rengekî rast nayê pêşkêşkirin. Nêzîkatiyên zanistiyên pozîtîvîzmê mîna di hemû bûyer û têkiliyan de di avanî û têkiliyên çînî de jî bi rola çewtkirinê rabûne. Marksîzm nekariye xwe ji bandora giran a modernîteyê rizgar bike. Hînê fêhm nekiriye ku yek ji sedemên bingehîn ê serneketiya wê ji ber vê nêzîkatiyê ye.

Pirsgirêka tebeqe û çînên civakî hem ji aliyê pênaseyê û teorîk hem jî ji aliyê siyasî û pratîkî ve girîngiya xwe dewam dike. Nûbûnên îdeolojîk û pratîkî yên bingehîn divê. Analîzên bûrjûva-proleter bi tena serê xwe nikare qewimînên dîrokê ji aliyê çînî ve bi rengekî rast vebêje. Ji aliyê sosyalîzma reel ve serneketina pratîkî pêwendiya xwe bi feraseta dîrokî heye. Analîzên Marksîst Pozîtîvîst ji yên olên klasîk ku pir rexne dikin cuda nîne. Marksîst hîn dûrî têgihiştina sedema serneketina xwe ne. Tecrûbeya Sowyetê ev şibandin piştrast kiriye: Hûn dikarin avahiyeke ji sed qatî çêbikin, lê belê hûn nikarin pêşî li hilweşîna wê ya di nava rojekê de bigirin. Kes nikare înkar bike ku rastiyeke bi vî rengî pêk hatiye. Nêzîkatî berevajî îdîayan zanistî nebû. Eger bi vî rengî bibûya wê jihevketin nebûya. Yek ji mînakên balkêş ku nîşan dide tecrûbeyên reel sosyalîst ji nêzîkatiyên olî jî bêhtir têkçûyî ye, bûyera bi serê Partiya Komunîst a Afganistanê ve hatiye. Lê belê Talîban a olperest hîn xurt e, dikare li hemberî DYE û hevalbendên wê şer bike.

Divê bi çi rengî li xwezaya civakî binere? Di vê mijarê de ji aliyê rêbazê ve jî pirsgirêkeke mezin dijî. Hemû rêbazên hatine ceribandin nekariye wateyê bide şerên hilweşînê, krîzan, pirsgirêkên hawirdorê, bêkarî û pirsgirêkên birçîbûnê. Dikare bê gotin ku çi berpirsyariya xwediyên rêbazê di vê de heye. Pêkane ku ev bersiv bê dayin. Rastiya civakî yekpare ye. Eniya zanistiyê bi qasî eniya şer ji hemû bûyeran berpirsyar e. Eger xwe berpirsyar nebîne wê demê ji exlaqa zanistiyê bêpar e; amûreke erzan a sîstemê ye. Wê demê mafê xwe nîne ku bi navê şerê çînî biaxive, mafê xwe nîne ku xwedî îdîaya zanistiyê be. Wesfê bingehîn ê zanistiyê îdeaya xwe ya rastiyê ye. Bîrdariya dîrokî ya exlaqa zanistiyê Bruno (G. Bruno yê piştî zayînê di sala 1600'î de li Romayê hate şewitandin) di vê mijarê de mînak e. Heta ku di asta mirinê de baweriya bi rastiyê neyê parastin hingî kes nikare qala zanistiyê, eşqa zanistiyê bike. Mirovên ne xwedî eşqa zanistiyê be nikare bibe zanyar.

Hallaci Mansûr weke mînakeke din dikare bê pêşkêşkirin. Her zanyarê ku di dema xwe de nikare bibe çareseriya pirsgirêkên jiyanî, heta ku bi qasî leşkerekî li eniyê ne amade be ku berdêla wê bi mirinê yan jî dîlgirtinê bide, nikare bi mafdarî xwedî navê zanyar be. Ev gotin ji bo siyasetmedar jî derbasdar e, ji bo siyasetmedar hîn bêhtir derbasdar e. Ji ber ku siyaset ne ew amûr e ku bi pey rantê bibeze, biryargeha çareseriya bingehîn a pirsgirêkên civakî ye. Mirovekî gihîştibe vê astê eger bi rastî jî siyasetmedarek be (ne rêveberekî karên dewletê yê ji rêzê) wê demê ne keseke ku bi hênasî bê qewirandin, Sîsyphoseke ku encamek ji mirinê jî xerabtir werdigire. Mirovahiya ku bombeya hatimê xwariye eger ji vê jî encameke rast nikare derxîne hingî mirovahiya miriye. Yên ku berevajî vê îdîa dikin hingî jiyana civakî ya mirovî ti carî nas nekiriye.

Ne tenê avaniya netewe û çînî, yên ku bi têrkerî xwezaya civakî nas nekin ne dikarin bibin zanyar ne jî siyasetmedar. Mebesta min ew e ku berpirsyarî û exlaqiya zanistî û siyasî gelekî girîng e. Van hevokan di nava şert û mercên cezayê hucreyê yê di nava hucreyê de dinivîsînim. Yekane nirxa ku min li ser piyan dihêle eşqa zanistiyê ye. Ji bo xwe weke wezîfeye mirovahiyê dibînim ku bêjim, ji bilî eşqa zanistiyê çareyek din nîne ku dawî li êşên giran bîne.

MODERNÎTEYA EWROPAYÊ Û HÊZÊN NÛ YÊN HEGEMONÎK

Ji boo krîza global a li Rojhilata Navîn giran bûye were fêhmkirin, gelekî girîng e ku veguherîna şaristaniya navendî li Ewropayê bê fêhmkirin. Çawa ku beriya fêhmkirina Rojhilata Navîn a Serdema Navîn nikare bê fêhmkirin ku şaristanî derbasî Ewropayê bûye, veguheriye û bûye xwedî hêzên hegemonîk, heta ku serpêhatiya Ewropayê ya şaristaniyê neyê fêhmkirin jî ji bo rastfêhmkirina Rojhilata Navîn a vê serdemê em nikarin xwe bigihînin feraseteke rast. Di navbera herduyan de têkiliyeke xurt a diyalektîk heye.

Li şûna ku sosyalîzma zanistî weke pêlek li pêşberî kapîtalîzmê têk çûye bê fêhmkirin, wê hîn bi wate be ku weke ekolek netêrker bê dîtin. Ji ber ku di hin mijaran de bi ser ketiye. Ya pêwîst ew e ku kêmasiyên xwe yên bûne sedema neserketinê eşkere bike. Di parêznameya xwe de min di vê mijarê de daxuyanî da. Eger pêwîstî bi dubarekirinê hebe hingî divê bi nêzîkatiyeke rexnekirinê ya nû û hevgirtî dewam bike. Hewl didim vê bikim.

Beriya her tiştî pênasekirina şoreşa pîşesaziyê ji şoreşeke aboriyê wêdetir weke şoreşeke polîtîk û îdeolojîk ji bo min hîn rasttire. Her wiha heta ku aliyê wê yê leşkerî neyê fêhmkirin, ne pêngava şaristanî ya Ewropayê ne jî kapîtalîzma ku jê re bûye bingeh bi têrkerî dikare bê fêhmkirin. Ya ku dawiyê bê gotin destpêkê bêjim; hêzên şaristaniyê yên navendî bi şoreşa pîşesaziyê ya kapîtalîzma Ewropayê re seferiya leşkerî, polîtîk û îdeolojîk a herî mezin ya dîrokê pêk anîn. Pênaseya dîrokî ya şaristaniya Ewropayê ev e.

Şoreşa pîşesaziyê weke amûreke hegemonya leşkerî, polîtîk û îdeolojîk di nava yekparetiya civakî û dîrokî de heta neyê fêhmkirin, nepêkane ku serdema me bi têrkerî bê fêhmkirin. Ji bo fêhmkirina vê rastiyê divê bîlançoya şerê nava civakan û bîlançoya şer a ku li derdorê kiriye bi kurtasî bê komkirin. Di ti serpêhatiya civakî û dîrokî de negihîtiye bîlançoya şerê li ser bingeha şoreşa pîşesaziyê. Tevî ku bi amûrên îdeolojîk ên awarte û derfetên desthilatdariyê hewl da civakê kor bike, rastî bi xwe weke krîza global, weke gotin û çalakiya li dijî wê di nava jiyana rojane de hebûna xwe dewam dike.

MIROV ÇAWA BÛ KURMÊ MIROV?

Kapîtalîzm gelek serketinan dide wan hêzan ku wê bi rengekî şareza bi kar tînin. Lê belê vê yekê bi wî rengî pêk tîne ku civakan timî di nava krîzan de dihêle, sekna polîtîk û exlaqî bêbandor dike, wan timî di nava şerê navxweyî û hundirî de dihêle, hildiweşîne û qir dike. Dawiya dawî hêz û dewlemendiyê di kêmdestan de kom dike, ev dest serketinê bi dest dixin, di berdêla wê de jî civakek hilweşandî û hawirdorek têkçûyî li pey xwe dihêle.

Kapîtalîzm hîmê destpêkê yê modernîteyê ye ku ji sê hîman pêk tê; ruh û mejiyê sîstemê ye. Me hewl dan ispat bikin ku ev cenawirê ku di dîroka şaristaniyê de timî di qefesê de hatiye hiştin, veguheriye hêza dil, mejî û hestê sîstemê û bi vî rengî tê wateya îflasa sîstema şaristaniyê ku çavkaniya pirsgirêkê bi xwe ye. Avaniyên şaristaniyê di esasê xwe de tê wateya civaka li pişt sûrên bajaran. Avaniyên civakî yên li pişt sûrên bajarên şaristaniyê jinûve avakirî bi rengekî yekpare dikarin bên pênasekirin. Kêmmayina sûrên fîzîkî û çînbûyîna zêde neçar hiştiye ku rêveberiya sivîl xwe bi rengê saziya jê re dewleta hiyerarşî tê gotin bi rêxistin bike.

Her çend weke encama şerê li ser hawirdor û civak amirovan heta asta şaristaniya kapîtalîst hate meşandin bû sedema felakarên mezin jî, civakan hebûna xwe dewam kirin. Rêjeya zext û mêtingeriyê tenê beşeke biçûk a civakên mirovan bû. Fîrewnê herî mezin û nemrûd jî bi qasî waliyekî eyaletê yê vê demê xwedî bandor û hêza otorîter nebûn. Serokwezîrekî Swêdî jî ku îro xwe demokrat nîşan didin ji Sûltan Suleyman bêhtir bi deh qatî xwedî hêz û otorîteyê ye. Heta gihîştina qonaxa kapîtalîst, temamiya talan û mêtingeriya di dîroka şaristaniyê hemûyî de hate kirin (temamiya nirxê ji ber mayî) ji qezenca salekê ya sermayeya global zêdetir nîne. Divê em hovîtiya zext û mêtingeriyê ji vê têgihiştinê fêhm bikin.

Aqlê ku kapîtalîzmê daye mirovan hovîtî bi xwe ye. Bi şerê pênc sed salên dawî re, bi tekonolojiya vî şerî, bi aqil û stratejiya wê gelo çi kir? Di nava pênc sed salên dawî de qat bi qat ji hejmara mirovên di şerê şaristaniyan ên tevahiya dîrokê zêdetir kuşt. Bi vî şerî gelo çiqas gel, çand, kabîle, çîn, kom û nirxên madî ji holê hatin rakirin? Ji bilî çend olîgarkan, piraniya mirovan veguherandin koleyên hemdem (proleter-karker)? Gelo mirov çawa kirin kurmê mirovan? Civak çawa bi rengekî topyekûn kirin mîna pîrekan? Ji zexta civakî heta zexta li ser xwezayê, çawa rê li ber talana ekolojiyê vekir? Pirs û pirsgirêkên bi heman rengî mirov dikarin zêde bikin.

MARKSÎST DI REXNEKIRINA KAPÎTALÎZMÊ DE SERKETÎ NEBÛN

Kapîtalîzm ne sîstemeke ku hatiye çareserkirin. Di vê mijarê de li gel hemû hewldanên bi îdîa yên çareserî û analîzê nikare were gotin ku Marks û Marksîst bi ser ketin. Hemû nîşane diyar dikin ku rexnekirina kapîtalîzmê ji mejiyê bûrjûva-biçûk wêdetir neçûne. Rexneya bûrjûvaya biçûk jî ji burokrasiya sendîkayê û kapîtalîzma dewletê wêdetir encamek bi xwe re neaniye. Divê baş bê zanîn ku mejiyê serdest ê serdema me li gorî sîstema kapîtalîst hatiye dîzaynkirin. Zanistî û cîhana amadeyê cihên hilberandina vî mejî ye. Akademiyên zanistî yên vê serdemê bûne cihê hilberandina mîtolojiya tevlîhev a ji zîggûratên Sumeran jî wêdetir bi desthilatdariya kapîtalîst ve hatiye bicihkirin. Ji bilî amûrên serweriyê yên berçav ên desthilatdariyê, mîtolojiyên bi navê zanistiyê li van deveran hatine hilberandin berxwedêriya civakê şikandine. Ji xapandinên serdema navîn bêhtir xapandin heye.

Mîsyona hunera civakî ya ku hestê mirovan bilind dike, bedew dike û aştiyane dike, xistine rewşeke berevajî vê taybetmendiyê. Jixwerazîkirina ku ji bilî qezenca karê qezenceke din nas nake, ji bo bi ser bikeve bedewî, bilindahî û hestên aştiyê îstîsmar dike û vê yekê jî weke hunerê pêşkêş dike. Her mirov ji bo xwe bigihîne xelata ku hatiye destnîşankirin mîna hestên li hîpdroman veguherîne bezvanan. Rêbazeke jiyanê heye ku ti zindî qebûl nake. Nexweşiya kanserê ji ber vê rêbaza jiyanê ye.

KANSER NEXWEŞIYEKE MODERNÎTEYA KAPÎTALÎST E

Divê neyê jibîrkirin ku kanser nexweşiyeke modernîteya kapîtalîst e. Nexweşiyeke bi koka civakî ye ku pêwendiya xwe bi sîstemê heye. Ti tişt bi qasî nexweşiya kanserê nikare kapîtalîzmê vebêje. Kanser encama misoger a ruhê sîstemê li bedena mirovan e. Dibe ku kêm jî be di sîstemên beriya niha de li hin zindiyan bûyerên mîna kanserê hatibin dîtin. Di bingeha van de jî siya 'yekdestî' ya li ser jiyanê hatiye ferzkirin heye. Lê belê di nava kapîtalîzmê de ti organeke mirovan nemaye ku bi kanserê neketiye.

Hêzên hegemonîk ên Ewropayê pirsgirêkên ji ber kapîtalîzmê û hegemonên berê (dêr, qraliyet, pres) ji holê ranekir. Bi projeya 'civaka homojen' dest û piyên wê jê kir û kir weke hev. Civaka homojen civaka kole ya herî pêşketî ye. Ti ji civaka çînî bi qasî kapîtalîzmê ne xwedî hêza hilberandina koletiyê ye. Koledariyên serdemên navîn û destpêkê, berevajî texmînan ji şert û mercên kapîtalîzmê xerabtir nebûn. Di vê mijarê de nîşaneya herî berçav ew e ku di vê demê de cih ji avaniya 'koleya bêkar' re nîne. 'Koleyên bêkar' şêweyê herî bêeman ê koledariyê yê dîrokê ye. Bi qasî bêkarhiştinê şêweyekî koletiyê yê ku mirov tune kiriye nîne. Dîroka kapîtalîzmê berevajî îdîayan ne dîroka karkerkirina gundî û esnafan e. Bi dehan qatî jê bêhtir bêkar hiştiye, dîroka protesterkirina lumpen e. Gelo ji bo civakekê ji vê mezintir pirsgirêk heye, felaket heye?

Her kes li pêşberî 'krîza kapîtalîzma fînansê ya global' mat maye. Tê hesabkirin ku tenê bi pêlîstina bi amûrên fînansî re berhem û nirxê jibermayî yê bêyî kar di dema krîzê de hatine desteserkirin, ji yên di dîroka şaristaniyê de bi mêtingeriyê hatine talankirin zêdetir e. Ti ji krîz û avahiyê bi qasî vê krîza fînansî ya rojane nikare kapîtalîzmê vebêje; nikare vê krîza kapîtalîzmê ya bêyî bazar û aboriyê raxe pêş çavan. Aliyekî girîng ê parêznameya min ew e ku ev avahî bi hîmê xwe yê dîrokî destnîşan dike, avaniya bi pirsigrêk a şaristaniyê nîşan dide û giştîbûna vê avahiya kapîtalîzmê şênber dike. Krîza fînansî ya global ku qonaxeke balkêş a krîza avanî ya kapîtalîzmê ey û hîn jî dewam dike, vê şîroveya dîrokî ya krîzê piştrast dike.

Navendên bingehîn ên krîza fînansî ya global (DYE-Yekîtiya Ewropa) kaosa ku bi belavbûna li cîhanê afirandî, gelo wê çawa ji holê bê rakirin? Sîstema kapîtalîst a cîhanê dema ku bi krîza heyî ya global bi rengekî bi bandor tesîra xwe li qadên şaristaniyê yên navendî yên Rojhilata Navîn kir wê encamên çawa bi xwe re bînin? Îslama siyasî çi ye? Gelo Îslama desthilatdariyê dikare bi temamî weke Îslamê bê pênasekirin? Jinûve Îslambûn, Îslama Radîkal çiqasî antî-kapîtalîst e? Em çiqasî li falîzma bi maskeya Îslamê re rû bi rû ne? Ji bo bersiveke xurt li van pirsan divê herdu hîmên bingehîn ên modernîteya kapîtalîst bê nirxandin.

CIVAKA DEMOKRATÎK, SOSYALÎST Û WEKHEV

Civaka Rojhilata Navîn ji bo herdu nirxên aboriyê xwedî wê şensê bû ku berî û piştî dîrokê pêşengiyê bike. Zane ku aborî çi ye. Tişta ku bi zehmetî fêhm dike, felaketa ku kapîtalîzmê bi navê aboriya vampîr kiriye belayê serê mirovahiyê, ya ku tê kirin qirkirina aboriyê ye.

Wê demê bûyîna antî kapîtalîst beriya her tiştî antî yekdestiyê ferz dike. Ev yek jî bi xwe re civakîbûna demokratîk, sosyalîst û wekhev-azad tîne. Ya divê bê kirin di nava van pênaseyan de civak ji nûve bê karîgerkirin. Civak bi rengê (malbat, kabîle, mezheb, eşîr û neteweyan) ji hezaran salî ve hene. Ya pêwîst ew e ku di nava şert û mercên modernîteya kapîtalîst de ev civak li gorî şert û mercên modernîteya demokratîk jinûve bê avakirin."

QEDIYA