Daxuyaniya Zanîngeha Kurd a li Elmanyayê bê avakirin

Platforma Zimanê Kurd a Ewropayê (PZK-E) têkildarî agahiyên şaş ên li medya dîjîtal li ser Zanîngeha Kurd a pirzimanî ya li Elmanyayê bê avakirin, raya giştî agahdar kir.

Platformê diyar kir ku zanîngeh bi rengekî fermî ava bûye, zimanê xwe yê perwerdeyê wê Kurdî, Elmanî û Îngilîzî be û dixwazin di destpêka sala 2026'an a perwedeyê de xwendekarên destpêkê qebûl bikin.

Berdevkê demkî yê PZK-E'yê Lezgîn Botan daxuyanî da û anî ziman ku hîmên zanîngehê li bajarê Dresden ê Elmanyayê hatiye danîn û wê li ser mijarên Ziman, Çand û Dîroka Kurd, wêje, dîrok, sosyolojî, çand-huner û teknolojiyê perwerde bê dayin. Navê Kurd ê zanîngehê jî weke IKHS hate diyarkirin.

Li zanîngehê ku Prof. Christoph Scholz wê rektorê wê be, heta niha heyetek ji 10 profesor û 11 kesayetan heye. Hate ragihandin ku bi dehan serlêdan hatiye kirin, ji bo tevlî li kadroyê akademîk bibin.

Hate ragihandin ku hemû agahiyên rojane yên li ser zanîngehê divê ji navnîşana [ikhs.de](http://ikhs.de) bê şopandin, raya giştî guh nede naverokên spekulatîf ên li medya dîjîtal.

Tê plankirin ku vekirina zanîngehê sala 2026'an bi resepsiyonekê bê kirin. Her wiha hate gotin, wê di demeke nêz de kampanya bexş û alîkariyê destpê bike û meha Îlonê jî bi kadroyê akademîk re civîneke berfireh bê lidarxistin.