Di rojeva hevdîtina li gel AKP’ê de Îmralî, demokratîkbûyîn û pakêta înfazê hebûn

DEM Partiyê li gel AKP’ê hevdîtineke zêdeyî du saetan pêk anî.  Di hevdîtinê de mijarên weke pêvajoya demokratîkbûyîna Tirkiyeyê, hevdîtinên Heyeta Îmraliyê, biryarên Kongreya PKK’ê û sereraskirina înfazê ya têkildarî girtiyên nexweş hatin nîqaşkirin.

Hevdîtina Hevserokên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Tulay Hatîmogûllari û Tûncer Bakirhan û Serokwekîlên Komê Gulîstan Kiliç Koçyîgît û Sezaî Temellî ya bi rayedarên AKP’ê re bi dawî bû.

Serokwekîlê Giştî yê AKP’ê Efkan Ala, Berdevkê AKP’ê Omer Çelîk, Serokê Koma AKP’ê Abdullah Guler û Serokwekîla Koma AKP’ê Ozlem Zengîn beşdarî hevdîtinê bûn û hevdîtinê nêzîkî 2 saet û 15 deqeyan dewam kir.

Piştî hevdîtinê DEM Partiyê daxuyaniyeke nivîskî da. Li gorî daxuyaniya nivîskî di hevdîtinê de têkildarî geşedanên li Tirkiyeyê û herêmê gotûbêjeke berfireh hatiye kirin. Hate diyarkirin ku mijarên weke geşedanên piştî Banga Aşitî û Civaka Demokratîk, pêvajoya demokratîkbûyîna Tirkiyeyê, hevdîtinên Heteya Îmraliyê ya DEM Partiyê yên ji bo Îmraliyê,  biryarên Kongreya PKK’ê û geşedanên piştî wê hatine nîqaşkirin. Di hevdîtinê de ji bo ku pêvajo bi awayekî serkeftî pêş bikeve, pêngavên ku divê werin avêtin û rola dikeve berê Meclîsê jî hatine gotûbêjkirin û hate destnîşankirin ku têkildarî komîsyona ku wê were avakirin nirxandin hatine kirin. Hate diyarkirin ku di hevdîtinê de bendewariyên civakê û DEM Partiyê bi taybetî yên pakêta înfazê, sererastkirinên têkildarî girtiyên nexweş û bi awayekî yasayî pêkanîna van sererastkirina ya beriya cejnê bi zimanekî zelal hatine îfadekirin.

Di daxuyaniyê de hate îfadekirin vê gavê gevdîtinên jibo partiyên siyasî bi dawî bûne û wê di rojên pêş de ji nû ve agahî û nirxandinên berfireh werin dayîn.