Hewldanên ji bo avakirina hikûmeta Iraqê dewam dikin ku bûye krîzeke siyasî ya kûr. Dema dawî piştî vekişîna Sadir a ji Parlamentê û xwepêşandanên ketina herêma Kesk û avahiya Parlamentê vê carê Çarçoveya Hemahengî li gel PDK û YNK’ê hewl didin hikûmetê ava bikin. Di vê çarçoveyê de hevpeymaneke nû ya bi navê ‘Îdareya Dewletê’ ava bû ku ji PDK, YNK, Hevpeymaniya Serwerî, Çarçoveya Hemahengî, Tevgera Babîlûm û parlamenterên serbixwe pêk tê.
Parlamenterê PDK’î yê Iraqê Şaxewan Ebdûla diyar kiribû ku wan ji bo avakirina hikûmeta nû li ser çareserkirina madeya 140 û pirsa neft û gazê li hev kirine.
Li aliyê din dema mirov li daxuyaniyên Çarçoveya Hemahengî dinêre tişteke bi vî rengî nîne. Çarçoveya Hemahengî diyar dike ku divê madeya 140 li gorî destûrê bê çareserkirin. Her wiha pirsa çareseriya neft û gazê jî girêdayî biryara Dadgeha Federal a Iraqê ye. Ji xwe berî niha Dadgeha Federal li ser vê mijarê daxuyaniyek dabû û diyar kiribû firotina neft û gazê ya bêyî Iraqê ne rewa û der qanûnî ye.
Ev yek jî nîşan dide ku aliyên Kurdî ne li ser esasê pirsa neteweyî li ser esasê girtina hinek erk û dahatê ye. Dîsa bi nîşandan mijara madeya 140 û neft-gazê tenê berovajîkirina rastiyane ji bo gelê herêm. Ev jî yek ji mijarên din ên xeteriyê li ser Kurdan û bi taybetî Başûrê Kurdistanê vedike. Her xeterî û metirsiya çêbibe di rêza ewil de gelê Kurd dibin qurbanî.
Li ser vê hewldana avakirina hikûmetê yekê ji Tevgera Sadir nerazîbûn nîşan da. Yek ji endamê rêveberiya Tevgera Sedir Xayib Emîrî diyar kir ku Çarçoveya Hemahengî wê hertim weke çarçove bimîne û ev hevpeymana ‘Îdareya dewlet’ weke ‘ne pêkan’ binav kir.
Hema piştî vê lihevkirinê Çarçoveya Hemahengî bang li aliyên Kurd kir ku li ser mijara nîşandan Serokkomariyê namzetê xwe diyar bikin û bang li Tevgera Sadir jî kir ku tevlî nîqaşên avakirina hikûmetê bimîne.
Di rewşeke wiha de Serokê Parlamenta Iraqê Mihemed Helbûsî ragihand ku xwe ji serokatiya parlamentê vedikişîne. Helbûsî sedemê vekişînê jî eşkere kir ku got: “Li ser mijara vekişîna ji erka serokê parlamentê li gel kesî neaxivîme, pêkhateya parlamentê hatiye guherîn, her parlementer mafê wî heye dengê xwe bikar bîne. Wê ti hewldanek min nebe ku ez ya xwe li ser ti aliyekî siyasî yan parlamenteran bisepînim.”
Mijara duyemîn jî wê cîgirê yekem yê serokê parlamenta Iraqê were hilbijartin. Ji ber ku beriya niha cîgirê yekem yê serokê parlamentê Hakim Zamlî bû, Hakim Zamlî girêdayî Tevgera Sedir û îstifa kiribû.
Li gorî Serokwezîrê Iraqê Mûstefa Kazimî, di avakirina hikûmeta nû de eger Sadir nebe, wê serketî nebe, rê li ber alozî û xwepêşandanan veke.
Di rewşeke wiha de her çendî Lîderê Tevgera Sadir Mûqteda El Sadir beşdarî hikûmetê bibe û nebe jî wê alozî û pirsgirêkên xwe hebin.
Li vir pirsa gelo ku hikûmet bê avakirin wê helwesta Sadir çi be, girîng e. Ji ber ku Sadir yek ji fîgûrên herî xurt ê siyaset û taybet tevgera kolanan xwedî gotine. Ji bo wê helwesta wî û tevgera wî girîng e. Sadir tevlî hikûmetê bibe û nebe, çend mijarên girîng li pêşiyê ne. Eger tevlî hikûmetê bibe tiştên bixwazin elbet wê hebin. Yek ji van jî guherîn-neguherîna serokwezîr Mûstefa Kazimî ye ku nêzî wî ye, a duduyan jî di nava salekê de pêwîste ji bo hikûmeteke nû hilbijartinek din a pêşwext ku yek ji daxwazên wî yên esasî bûne, heye. Me got Sadir di mijara tevgerkirina kolanan de xwedî gotine, gelo wê çiqasî bandora wî li ser kolanê bimîne, yan jî alîgirên wî çiqasî vê yekê qebûl bike, ew jî mijareke din e ku Sadir baş li ser lêhûrbûnê bike. Eger tevlî hikûmetê jî nebe, vê carê wê Çarçoveya Hemahengî li nava Parlamentê destê wê xurt bibe û di gelek mijaran de kesên nêzî xwe bi erk bike. Ev jî wê destê Sadir tengav bike. Heman demê krîzên aborî li pêşiya Sadir derkevin. Ev yek hem dibe bandora wî ya li ser girseya wî kêm bibe, heman demê jî dengê wî ji bo hilbijartineke din kêm bibe. Di her du mercan de herî zêde di mijara proseya siyasî ya Iraqê de ziyan bi Sadir dikeve. Ji bo wê niha Sadir di vê mijarê de ji bo kîjan alî herî kêm ziyan be, li ser wê difikire û wisa bikeve tevgerê. Yek ji pêşniyarên din jî dibe Sadir li gel Tevgera Tirşrîniyan dest bi nerazîbûnên mezin bike, girseya xwe daxîne qadan û wisa bike hemû sazî û dezgehên hikûmetê felç bike, nikaribe karê xwe bike. Ev yek jî wê rê li ber aloziyên mezintir veke li Iraqê.
Li aliyê din jî van du sê rojên dawî ji aliyê Îran û Tirkiyeyê ve piştî vê hevpeymanê bi dijwarî Başûrê Kurdistanê tê bombekirin. Mirov nikare vê ji lihevkirinên pêk hatî cuda binirxînin. Her du alî jî dixwazin zextê li Başûr bikin. Tirkiye dixwaze Kurd tevlî hikûmetê nebe, ev krîz wiha hebe û ji wê krîzê sûdê bigire û bigihêje armancên xwe. Li aliyê din Îran jî dixwaze Kurd bi Şîayan re ku berê PDK hevpeymanê Tevgera Sadir bû, ji bo hikûmeta nû, piştre li gel Çarçoveya Hemahengî dixwaze biçe hikûmeta nû, bi vê dixwaze bi Şîayan re tevlî bibe û çi jê bê xwestin wisa tevger bike.
Di nava van hemû krîz û aloziyên siyasî de sibe Parlament bicive, gelo wê hikûmet bê avakirin, dawî li van pirsgirêk û nakokiyan bê yan na?