Hîn bêhtir nerazîbûn hîn bêhtir têkoşîn

Ji faşîzma AKP-MHP'ê ya dagirker û çete, bi têrkerî hesab nayê pirsîn. Pêwîstî bi asteke têkoşînê û nerazîbûneke welê ye ku bi her awayî hesab ji faşîst-qirkeran dipirse û faşîzma AKP-MHP'ê ji holê radike.


Mirov çima bûyeran di nava xweseriya xwe de û bi têkiliyên hev dinirxîne? Bêguman ev yek ji bo wê ye, ku em çi dikarin ji wan werbigirin û encamê ji van xusûsan bigirin. Ji ber ku nirxandinên navborî hişmendiyê dide mirovan, dike ku mirov rewşa heyî fêhm bike û pêşdîtinê li paşerojê bike. Yanî divê em çi çawa bikin, di vê mijarê de me têgihiştî dike. Dike ku mirov rewşê fêhm bike, erênî û neyîniya wê fêhm bike.

Baş e di rewşeke wiha de mirov çi dike? Eşkere ye ku eger rewş neyînî be di cih de nerazîbûnê nîşan dide; gelekî neyînî be gelekî nerazîbûnê nîşan dide, kêm neyînî be kêm nerazîbûnê nîşan dide. Ji bo guhertina rewşa neyînî mirov têdikoşe. Rewşa erênî jî rast fêhm dike û ji bo serketina di têkoşînê de bi kar tîne. Li vê cîhanê ku nerazîbûn nîşanî rewşa neyînî neyê dayin û tênekoşe, mirov nikare hêza jiyanê nîşan bide. Ya rast mirov dikare bêje ku mafê têkoşînê jî namîne. Li vê cîhanê bûyîna xwedî mafê jiyanê, bi nerazîbûn û têkoşîna li hemberî bûyeran dibe.

Li gorî van tespîtan dema ku mirov bûyerên rojane dinirxîne, dibîne ku bi giranî di polê de mane. Mînak; kes nikare bêje ku gotinên serçete Sedat Peker ji bo civaka Tirkiyeyê nebaş e yan jî pir nebaş e. Ji ber ku qala kuştinan dike, qala kujeran dike. Diyar dike ku bi navê dewletê çawa dijminatî li Kurdan hatiye kirin. Raxist pêş çavan ku bi derfetên dewletê çawa bazirganiya narkotîkê hatiye kirin. Nîşan dide ku dewlet çawa ji bo çeteyên mafya yên faşîst hatiye radestkirin. Û hwd.

Li hemberî van hemûyan nerazîbûneke têrker tê nîşandan? N a. Nepêkane ku nerazîbûna tê nîşandan têrker were dîtin. Ji bilî çend daxuyanî û gotaran, nerazîbûneke têrker a ku rewşê biguherîne nîne. Eger di vê astê de bimîne, nerazîbûna li hemberî kiryarên çetetiya dewletê wê tenê di asta gilî û gazinan de bimîne. Ji ber ku li holê helwesteke yekpare û bi bandor nîne. Tevgereke ku kolanan dadigire nîne. Bi ser vê rewşê, bi ser yên ku ev afirandiye naçe. Ji ber ku nerazîbûn bi vî rengî lawaz dimîne, berpirsyarê sereke yên van hemûyan Tayyîp Erdogan derdikeve pêşiya ekranê televîzyonan û bi demogojiya 'Destûra bingehîn a nû' hewl dide rojevê biguherîne. Dibêje ku wê vê çetetiyê bi destûra bingehîn misoger bike. Eşkere ye ku bi vî rengî wê her tiştên bi navê Kurdîtiyê weke 'sûcê destûra bingehîn' bibîne û êriş bike.

Halbûkî li hemberî gotinên Sedat Peker diviyabû nerazîbûneke mezin bihata nîşandan. Nerazîbûneke gelekî mezin. Li ser vê bingehê têkoşîna li dijî faşîma AKP-MHP'ê divê li her qadê bê mezinkirin û xurtkirin. Jİ ber ku gotinên Sedat Peker vê yekê dixwaze. Diyar dikir ku bi welat û civakê, derfetên Tirkiyeyê hemû ji aliyê çeteyên faşîst ve hatine parvekirin. Nîşan dida ku ev dema Tirkiyeyê çawa hatiye têk birin û paşeroja Tirkiyeyê çawa hatiye tarîkirin. Gelo civak, karker, kedkar, jin û ciwanên Tirkiyeyê wê nerazîbûnê nîşanî vê yekê nede, wê nerazîbûnê nîşanî çi bide? Li dijî vê rewşê tênekoşe wê li dijî çi têbikoşe?

Mirov heman rewşê dikare ji bo nerazîbûna li hemberî dagirkeriya faşîzma AKP-MHP'ê ya li ser Başûrê Kurdistanê jî bêje. Ji ber ku êrişên li ser Metîna, Zap û Avaşînê ku xeleka dawî ya vê dagirkeriyê ye, kes nikare bêje ku ji bo Kurdan rewşeke nebaş nîne. Ya rast, rewş ji nebaşiyê jî wêdetir e. Rêveberiya Tayyîp Erdogan bi rengekî eşkere dibêje ku li Bakurê Kurdistanê Tevgera Azadiyê ya Kurd qedandiye, wê li parçeyên din ên Kurdistanê jî biqedîne û bi vî rengî Kurdîtiyê ji holê rake. Her çend Mesrûr Barzanî û yên mîna wî dibêjin, 'Pirsgirêka dewleta Tirk ne bi Kurdan re ye, bi PKK'ê re ye', serçeteyê dagirker Tayyîp Erdogan gotinên Mesrûr Barzanî li derewan diqelibîne û dibêje, "Ez ê Kurdan hemûyan biqedînim."

Eşkere ye ku ev gotinên Tayyîp Erdogan bi qasî ku pêwîstî bi şîrovekirin an jî tercûmekirina wê nîne, eşkere ye. Tayyîp Erdogan bi rengekî eşkere dibêje ku wê Kurdîtiyê biqedîne. Jİ ber ku Kurdîtî bi PKK'ê re, PKK jî bi terorê re kiriye yek û dibêje 'ez ê terorê biqedînim'. Bi vî rengî nîşan dide ku dixwaze Kurdîtiyê biqedîne. Li ser vê bingehê li Bakurê Kurdistanê komkujî û hovîtî nemaye ku nekiriye. Efrîn, Girê Spî û Serêkaniyê dagir kiriye. Ji Heftanînê heta Xakurkê Herêmên Parastinê yên Medyayê dagir kiriye. Bi rengekî eşkere li civata giştî ya Neteweyên Yekbûyî got ku dixwaze Rojava û Başûr dagir bike. her roj êrişî Rojava, Şengal û Başûr dike û gefê li van deveran dixwe. Niha jî bi awayekî eşkere dibêje ku amadekariyê dike êrişî kampa Mexmûrê bike. Li cihê ku êrişan lê dike bi navê Kurdîtiyê çi hebe tune dike. Xwezayê, dewlemendiyên ser û binê erdê talan dike. Û hwd.

Baş e, li baran van hemû tiştan helwesta Kurdan têrê dike? Na; li dijî vî her çendî gerîla bi lehengî şer dike û beşek ji Kurdan helwestê nîşan dide jî, hem ev têrê nake û hem jî helwesta di behsê de her kesî venagire. Rewşa berdest bi rengekî aşkere nîşan dide, têkoşîn qels e. Hê wêdetir,di serî de PDK hin hêz ji vê dagirkeriyê ne AKP-MHP'ê, berevajî PKK ya ku dijî dagirkeriyê li ber xwe dide, sûcdar dike. Di her fersendê de destkê didin dagirkeriya TC'ê. Weke ku rêveberiyên Hewlêr û Bexdayê Başûrê Kurdistanê, bi kÊmanî beşek jê firotine TC'ê. Wiha diyar e tişta ku ji talankirina van deran tê bidestxistin di navbeyna van hêzan de tê parvekirin.

Di rewşeke wiha de ku helwesta faşîzma AKP-MHP'ê, Hewlêr û Bexdayê ev e, ku xaka mîna bihiştê ya Kurdistanê ji hêla TC'ê ve tê dagirkirin, yên ku dibêjin ev der rêveberiya wan e, zelal dibe ku evder firtoine TC'ê, baş e ku li baran van heMû tiştan di serî de gelê Başûrê Kurdistanê, helwesta hemû Kurdan 'têr'' dike? Nexêr. Ji ber ku êrîşên dagirker ên TC'ê ne tenê dema niha ya Kurdan, dema wê ya bihurî, dema we ya bê jî, tinekirina her tiştê Kurdan, ji dîrokê rakirina wê, ji qurm rakirina wê dike hedef. Li ber çavê cîhanê bi rengekî aşkere qir dikin.
Ev rewş ji bo Kurdan pir ev çend kambax e. Baş e, li bara vê kambaxiyê Kurd wê helwestê nîşan nedin, tênekoşin, wê kengî bikin? Naxwe li holê xafilbûneke giran heye.  Di rewşeke wiha de yên ku li aliyê dagirkeriya qirker disekinin, rewşan wan ji xafilbûna, xayintiyê jî nikare were vegotin, rewşa wan ji xayintiyê jî wêdetir e.  Wê di nav lanetkiriyên dîrokê de cihê xwe bigirin.

Rewşa berdest nîşan dide, analîzên li bara rûdanan ne rast in û têre nakin. Tiştên ku li ser rûdanan têne gotin û nivîsîn, nirxandinên li ser rewşê, datîne holê ku divê çi were kirin, divê mirov hiş û hêrsa xwe zêde bike û têbikoşe. Helwestên li her qadê kêm in, têkoşîn qels e. Naxwe divê mirov zêdetir têbikoşe û helwesteke zêdetir deyne holê. Bi kêmanî divê mirov bigihije asta helwes tû têkoşîna civakên Sûdan, Misir û Ereb.

Bêguman ev tiştên ku em dibêjin nayê maneya ku qet helwest û têkoşîn Nîne. Divê şaş neyê fêhmkirin. Helbet girîng e û helwest û têkoşînên pir hêja hene .Lê ev hemû ji bo kambaxiya rewşê nabin bersiv. Hesabê faşîzma çete û dagirker a AKP-MHP'ê napirsin. Lê hewceyî bi helwest û têkoşîneke wiha heye ku hesab ji qirkeriya faşîst bixwaze, faşîzma AKP-MHP'ê bike bin erdê. Helbet ne ku mirovn ikare vê astê zevt bike. Lê ji ber vê hewceyî bi analîzeke rast, bi yekîtî û biryardariyeke têeker, pratîkeke afirandêr heye. Divê hemû hêz^ne demokrat û şoreşger li vê bigerin.

Jêder: Yenî Ozgur Polîtîka