Li Kurdistanê şerekî welê tê meşandin ku exlaq, hiqûq, peyman û pîvanên gerdûnî têne binpêkirin. Bi salan e li zindana Îmraliyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di nava sîstema tecrîd û êşkenceyê ya mezin de tê hiştin. Li dijî PKK'ê û milîtanên wê ku Rêber Apo bi berdêlên mezin afirandiye, bi her rê û rêbazê, teknîka şerê taybet êriş têne kirin. Di heman demê de bi rengê mêtingerî, êşkence û komkujiyê li dijî gelê Kurd şerekî topyekûn tê meşandin. PDK û hikumeta Barzanî jî ji bo vê dewletê di dewrê de ne.
PDK BERPIRSYARÊ HEMÛ SÛCAN E
Dewleta Tirk a mêtinger ku zane gelê Kurd ne gelekî welê ye ku serî bitewîne û zû bi zû bi êrişan têk biçe, ji bo şikandina îradeya gelê Kurd PDK û hikumeta Barzanî weke 'Hestê Trûva' her tim dide pêş. Yê ku her carê tevlî polîtîkaya 'Kuştina Kurdan bi destê Kurdan' bû PDK bû. Tenê PDK û hikumeta Barzanî dikare mîna marekî bi jehr êrişî xwîn, qewm, ziman, nasname, netewe û xaka xwe bike. Îro ev rol bi şênberî wergirtiye. Karmendiya bêesîl a dewleta Tirk a faşîst ji xwe re kiriye tercîh ku sîxuriyê ji dewleta Tirk re dike, ji bo qetilkirina rewşenbîr, nivîskar, siyasetmedar û xebatkarên çapemeniyê agahiyê dide dewleta Tirk a mêtinger. Di destpêkirina îlhaqê de ya artêşa Tirk, PDK di asta sereke de berpirsyar e.
NIKARIN KOMKUJIIYÊ BINIXUMÎNIN
Berpirsyarên PDK'ê bi helwesteke ku di rijandina xwîna Kurdan de israr dike, ji bo karibe sîxuriyê ji dewleta Tirk a faşîst re bike çûn heta ber lingê wan û peyman bi wan re mohr kirin. Piştî vê peymanê jî êrişa destpêkê ya xayin di 23'ê Tebaxa 2024'an de bi qetilkirina 2 rojnamevanên jin û 6 xebatkarên çapemeniyê kirin. Keşif û îstîxbarata vê êrişê bi serkêşiya PDK û Parastinê hate kirin. Ev komkujî li pêş çavan e ku bi rêbazên şerê taybet ên dewleta Tirk û PDK'ê nikare bê nixumandin.
Yek ji sedemên vê komkujiyê jî ew bû ku dixwestin dengê çapemeniya azad bibire û bitirsîne ku asta komkujiyan û tifaqa qirêj a li Kurdistanê radixe pêş çavan. Sedemeke din jî ew bû ku xwestin çavê gelê Başûrê Kurdistanê, alîgirên demokrasiyê, çapemenî, siyasetmedar, nivîskar û her kesên bi berpirsyarî bû. Her wiha ji bo wê yekê bû ku dewleta Tirk ji ber vê îstîxbaratê ji PDK'ê re bibêje 'eferîn'. Ji bo eferînekê xiyanet li eslê kurdan kir, komkujiya Tirk fermî kir. PDK'ê hebûna neteweyî înkar kir. Xiyanet ji aliyê zanistî, bawerî û civakî ve bi ti awayî nikare bê îzahkirin. Xiyanet li derveyî xwezayê ye, li derveyî mirovahiyê ye, bêwate ye. Rêya herî têkçûyî ya heqareta li xwe ye.
GELÊ KURD JI BÎR NAKE, EFÛ NAKE
Gelê Kurd wê bi îradeya xwe û heqîqeta xwe hesabê qetilkirina du xebatkarên çapemeniyê yên bedew bipirse. Dîrok xayinan ti carî ji bîr nake, efû nake. Gelê Kurd wê xwîna ewladên xwe li erdê nehêle; wê xwedî li mîrateya çapemeniya azad derkeve ku Gûrbetellî Ersoz, Halîl Dag, Alî Kanîroj û Rosîda Mêrdîn li pey xwe hiştin. Xebatkarên çapemeniya azad wê heqîqeta gelê Kurd her tim nîşan bidin.