Gerîla bênavber lê dide: 18 çalakî hatin kirin

Hêzên gerîla bi çalakiyan bersivê didin êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk. Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê li herêmên Zap, Metîna û Xakurkê 18 caran çalakî kirin.

ÇALAKIYÊN GERÎLA

Daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê bi vî rengî ye:

"Li Herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê;

4'ê Tîrmehê saet di 16:15'an de li Qada Berxwedanê ya Girê FM'ê bi sabotajê li dagirkeran hate xistin.

4'ê Tîrmehê saet di 21:45'an de li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî bi çekên giran li dagirkeran hate xistin. Çalakî ji aliyê hêzên me yên YJA Starê ve hate kirin.

4'ê Tîrmehê saet di navbera 09:00-15:00 de li Qada Berxwedanê ya Sergelê bi çekên giran 8 caran li dagirkeran hate xistin. Di çalakiyan de derb li kepçeyekê û wesayiteke zirxî hate xistin:

4'ê Tîrmehê saet di 12:50, 13:50 û 18:45'an de li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê bi çekên nîv otomatîk û çekên giran li dagirkeran hate xistin. Derb li çeperekê hate xistin.

4'ê Tîrmehê saet di 22:30'î de li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê bi çekên giran li dagirkeran hate xistin. Çalakî ji aliyê hêzên me yên YJA Starê ve hate kirin.

4'ê Tîrmehê li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê bi rêbaza sûîqestê li dagirkeran hate xistin ku ber bi gundê Sêgirê ve diçûn. Di encamê de dagirkerek hate cezakirin.

4'ê Tîrmehê saet di 22:20'î de hêzên me dest li helîkopteran werdan ku hewl dida hêzên xwe li Girê Bahar dînin.

Li Herêma Xakurkê;

4'ê Tîrmehê saet di 11:30'î de li Qada Berxwedanê ya Şekîfê bi rêbaza sabotajê li dagirkeran hate xistin.

Li Herêma Metînayê;

27'ê Hezîranê bax û baxçeyên gundên Dergelê, Bazê û Mîskayê ji aliyê artêşa Tirk a dagirker ve hatin bombekirin. Şewata ku ji ber vê bombardûmanê rû da bax, baxçe û malên li gundê Dergelê şewitîn. Artêşa Tirk a dagirker ku bi wesayitên zirxî kete nava gundên Dergelê, Bazê û Mîskayê, bi vî rengî hewl dide gund bişewitîne, gundiyan koçber bike û gundan vala bike.

4'ê Tîrmehê saet di 06:50'î de li dijî dagirkerên ku ber bi gundê Mîskayê ve diçûn bi rêbaza sabotajê çalakî hate kirin. Di encamê de 3 dagirker birîndar bûn.

Êrişên artêşa Tirk a dagirker ên bi teqemeniyên qedexekirî;

4'ê Tîrmehê li Qada Berxwedanê ya Girê FM'ê tunelên me 7 caran bi gazên kîmyewî, 8 caran jî bi teqemeniyên qedexekirî hatin bombekirin.

Êrişên artêşa Tirk a dagirker;

3 û 4'ê Tîrmehê li herêma Xakurkê qadên Kendekola û Berbizinê 2 caran, li herêma Garê qadên Girê Zengilê û Çemrobotkî 2 caran, li herêma Metînayê qada Dergelê 2 caran, li herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê qada berxwedanê ya Girê Bahar 24 caran; bi giştî 30 caran bi balafirên şer hatin bombekirin.

4 û 5'ê Tîrmehê herêma Xakurkê û herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê bi helîkopterên êrişê hatin bombekirin."