BI DÎMEN

Şehîd Diyar Xerîb li Edînburghê hate bibîranîn

Meclîsa Gel a Kurd Diyar Xerîb ê ku 5 sal berê di êrîşa hewayî ya dewleta Tirk a dagirker de şehîd bibû, li paytexta Skoçya Edînburghê bi çalakiyek girseyî bi bîr anî.

Meclîsa Gelê Kurd bi boneya salvegera şehadeta endamê Konseya Serokatiya Giştî ya KCK'ê û endamê Komîteya Navendî ya PKK'ê Diyar Xerîb (Helmet) ku di 5'ê Tîrmeha 2019'an de şehîd bibû, çalakiya bîranînê li dar xist.

Gelek kes tevlî bîranîna ku li Navenda Civaka Kurd hat lidarxistin bûn. Bîranîn bi deqeyek rêzgirtina ji bo bîranîna şehîdên şoreşa Kurdistanê destpê kir û sînevîzyona li ser Diyar Xerîb hatibû amadekirin hate pêşandan.

Di bîranînê de timî dirûşmên "Şehîd namirin” hatin berz kirin. Li ser navê Navenda Civaka Kurd axaftin hate kirin û hat destnîşankirin ku Diyar Xerîb bi sekn û têkoşîn xwe di nava têkoşîna azadiyê de xwedî nirxek girîng e.

Hat gotin ku Diyar Xerîb di welatparêziya Kurdistanê de bîryardariya azadî û berxwedanê ya li dijî xiyanet û hevkariyê ye û wiha hat gotin: “Şehîd Helmet sembola berxwedana li dijî dagirkerî û xiyanetê ye. Ji ber vê yekê bû hedefa komên hevkar, xiyanetkar. Ew Kurdekî bi berxwedanê azad bû û kesateya xwe ji nû ve ava kir. Ew milîtan û parêzvanê Kurdistana azad bû. Wî bi jiyan û sekna xwe û bi hewldanên xwe yên mezin ji bo yekîtiya neteweyî ya gelê Kurdistanê mîrateyeke mezin ji zarokên Kurdistanê re hişt."

 

Piştî axaftinan helbestvanê Kurd Rênas ku şehîd ji nêz ve nas kir û helbest li ser şehîd nivîsandiye hestên xwe wiha derbirî: “Heval Helmet rewşenbîr, dîroknas û navê fedekarî û berxwedanê ye, ew  bîryardariya azadiyê ye.”