Gelo 'destên derve' hatin şkandin!

Tişta herî aqilane ya rêveberiya Başûrê Kurdistanê bike ew e ku bi feraseta yekîtiya neteweyî guh bide daxwazên gel, li seranserî welat pêvajoyeke demokratîk bi gel bide destpêkirin.

Rêbazeke giştî ya dewlet û desthilatdaran heye: Kengê di hundir de tengav dibin, rojevên derewîn çêdikin, bertek û nerazîbûnên gel arasteyî van ‘neyarên derveyî’ dikin û dixwazin ser pirsgirêkê binixumînin.

Li Başûrê Kurdistanê demeke dirêj e qeyran û aloziyeke ku bûye girehişkeke kor heye. Di rastiyê de ev kêşe ji ber rêveberî û sîstema şaş e. Ango ji ber rêbaz û feraseta desthilatdariya Başûrê Kurdistanê ye. Lewma ev sîstem, pala xwe nade gel, ne zelale, ne demokratîke,  gelparêz nîne. Li ser esasê xanedanî û berjewendiyên takekesî, hizbî û malbatî hatiye sazkirin.

Lê mixabin êdî li Başûrê Kurdistanê ‘şûr nakeve tûr’. Ango nedomandina vê pergalê gihiştiye wê astê ku nikare ji gel re bibe bersiv. Bersiv li aliyekî, bi refleksên klasîk ên despotîk û rajorî, serî li zor û tundiyê dide, çewsandin û bêdengkirina gel esas digire. Her ku zumreyên desthilatdariyê û derdorên xwe dewlemend dibin, gel, kolan, bazar xizan dibe, birçî dimîne û nikare debara xwe ya rojane bike. Lewre bêkarî, xizanî, gendeliya rêveberiyê, newekhevî û bê edaletî gihaye wê radeyê ku gel biteqe û hêrsa xwe vereşe!

Belê, rêveberiya Başûrê Kurdistanê jî weke hemû desthilatdaran bi zor û tundiyê xwepêşandanên gel ên rewa û mafdar ‘çewisandin’. Lê em binêrin ka gelo bi rastî jî li pişt van xwepêşandanan çi hebû!  

Heta niha desthilatdariya Başûrê Kurdistanê bi awayekî hewldaye bertek û nerazîbûnên gel arasteyî derve bike ku gel, hesab ji berpirsan nexwaze. Rojevên weke ‘Referandûma serxwebûna Kurdistanê’ paşê êrîşên hêzên Iraqê yên li ser deverên Kurdistanê, hem rojeva esasî ya gel guhert û hem jî nîvê destketiyên Başûrê Kurdistanê ji dest çûn. Dîsa pêvajoya bi Zînî Wertê re destpê kirî, bi êrîşên dagirkeriya Tirk re dewam kirî, heta astekî hişt ku gelê Başûrê Kurdistanê bi rojevên sunî re mijûl be, bala wan belav bibe.

Piştî ku ev rojev hatin mezaxtin, an jî hatin vala derxistin; gelê Başûrê Kurdistanê bi rastiya xwe ya bi êş re rû bi rû ma. Ti daxwazên gel ji aliyê rayedar û desthilatdariya Başûrê Kurdistanê ve nehatin berçavgirtin, an jî sozên hatî dayîn yek nehat bicihanîn. Lewre hêrsa gel teqiya û daket kolanan.

Desthilatdarî û rêveberiya Başûrê Kurdistanê dîsa bi heman refleksî dest bi reşkirina xwepêşandanan kir û diyar kir ku 'destê derve' di nav xwepêşandanan hene. Lê belê esas rastiya bi êş a vê polîtîkaya rêveberiya Başûrê Kurdistanê derxistî holê heye. 

Belê, bi derbirîneke giştî mirov bibêje, xwepêşandanên gel ên Başûrê Kurdistanê ji ber gendelî, nelirêtî, bêkarî, krîza aborî, dîsa sîstema rêvebirin û îdareyî ya herêmê, helwest û karîgeriya desthilatdariyê, tinebûna demokrasî û çewsandina deng û raya azad a gel û guhnedana daxwazên gel, pêk hatin.

Bêguman di xwepêşandanan de tenê xelkê xizan û belengaz nînbû; ji karmendan bigire heta pêşmergeyan, heta cûr be cûr beşên civakê cih digirin. Lewre beşeke mezin ya mûçexur-karker û karmendan jî nikarin mûçeyên xwe bigirin. Xwendekar, zemîneke ku bikaribin debara xwe bikin û xwendina xwe bidomînin nabînin. Beşeke mezin a ciwanan betal in, nikarin bixebitin. Lewre ev bêkarî û dijwariya debar û jiyanê rasterast bandor li ser şert û mercên jiyanê dike. Mirov nikarin bizewicin, berovajî hevberdan û krîzên malbatî zêdetir dibin. Pê re girêdayî bûyerên dizî, neheqî, tundî zêdetir dibin. Bi vê yekê re bêhêvîtî û nediyariyeke zêde ya pêşerojê çêdike. Ev jî dike ku koçberiyeke zêde ya ciwanan ber bi derveyî welêt çêdibe. 

Zemînên kar û xebatê çênabe, yên heyî jî ji holê radibin. Berhênan û razemenî çênabe; xelk jixwe bêpereye, yên pere û sermayeya wan heyî jî ji ber tirs û nediyariya siyasî, aborî hwd naxwazin razemenî bikin. Bihabûn gelek zêde dibe, hêza kirînê kêm dibe.

Bi vê rewşa krîz û kaotîk re nexweşiyên civakê yên tenduristî, derûnî û manewî zêde dibin. Civak her ku diçe li ber qelsbûn, tengbûn û bertekdarî, lewre teqînê ve tê dehfdan. Ev jî dihêle ku hêrs û nerazîbûnên kolan û xwepêşandanan hişk bin. Bêguman divê çarçoveya xwepêşandana sînorên demokratîk derbas nekin, lê ev sedemên hatî gotin vê ji holê radike. 

Ligel vê, hinek aliyên siyasî dixwazin van bertek û xwepêşandanên rewa yên gel ji bo armancên xwe yên siyasî û rêxistinî araste bikin. Nakokiyên di navbera hêzên siyasî û hevparên hikumetê de dihêle ku hin alî hewl bidin bi sergirtî xwepêşandanan geş bikin û di çarçoveya armancên xwe de beralî bikin. Desthilatdarî jî ji bo xwepêşandanan marjînal û neheq nîşan bide, reş bike û biçewisîne dibêje ‘destên derve li nav xwepêşandanan hene!’ 

Ji ber van xalên sereke yên li jor hatî diyarkirin, naverok û taybetiya pêvajoyê, rêbaz û rêjeya xwepêşandanan jî dijwar bû û li gelek cihan destwerdanan hişt ku xwepêşandan ji pîvanên demokratîk derkevin; kuştin, şewitandin, hilweşandin hwd derketin pêş. Dema daxwazên gel ên rewa bi armancên siyasî re gihişt hev, refleksa klasîk a desthilathilatdariyê ya ‘xwe parastinê’ derket pêş û gelek baş tê zanîn ku nav û teşeyê vê tundiya bê pîvan, derkete asteke jor, veguherî ‘terora desthilatdarî û hêzên ewlehiyê!’

Li aliyê dîtir pirsgirêk û qeyranên ku xwepêşandanên gel çavkaniya xwe jê digirin jî nakokî û şerê aborî, siyasî, îdarî hwd din a deshiltdariya Başûrê Kurdistanê, bi desthilatdariya Iraqê re ye. Lihevnekirin û pêkneanîna rêkeftineke maqul a hikumeta Hewlêr û Bexdayê rasterast bandor li kolanê jî dike. Vêca niha em berê xwe bidin xalên lihevnekirin û nakokiyên Hewlêr û Bexdayê:

- Petrol: Xala sereke ya nakokiyê ev mijar e. Di navbera her du hikumetan de pirsgirêka neftê bûye girêhişk û nayê çareserkirin jî. Şirketên neft-petrolê yên li Başûrê Kurdistanê kar dikin, bi hikumeta herêmê re peyman çêkiriye. Bi kêmbûna bihayê petrolê re ev şîrîkeyên petrolê nikarin bi bihayê ‘pêwîst’ neftê bifiroşin. Hikumeta herêmê jî nikare ji wan re bazareke ku petrola xwe bifiroşin çêbike. Lewre ev şîrîke gelek zerer dikin û dixwazin zerera wan bê dayîn.

-Hikumeta Bexdayê dixwaze dahênana petrolê dewrî wê bê kirin. Her çiqas hikûmeta Hewlêrê destpêkê ev red kiribe jî, piştre bi bergîdana ku deynê şîrketên petrolê û yên hikumetê bide, amade ye ku petrolê dewrî hikûmeta Bexdayê bike. Hikumeta herêma Kurdistanê halê hazir 27 mîlyon dolar deyndarê şîrketên neft û petrolê ye. Lê belê hikûmeta Bexdayê van deynan qebûl nake û dibêje ev deyn yê hikûmeta Hewlêrê ye, ji bûdçeya ku berê ji hikumeta Kurdistanê re hatî veqetandin divê ev deyn hatibûya dayîn.

-Xala mûçexuran: Xaleke dîtir a nakokiya di navbera her du hikumeta de, hejmara mûçexuran e. Hejmareke mezin ya karmendan a ser bi hikûmeta Hewlêrê ve heye û hikumeta Bexdayê naxwaze mûçeya hejmareke ewqas zêde ya mûçexuran bide. Li gorî yasaya Bexda guncav dibîne, dibêje ku divê li gorî rêjeya nufusê mûçexur hebin. Li gorî rêjeya hikûmeta Bexdayê 650 hezar karmend-mûçexur qeydkirîne lê belê hikûmeta Hewlêrê radigihîne ku ji 1250 hezarî zêdetir mûçexurên ser bi hikûmeta Kurdistanê ve hene. 

-Bi ser hikûmeta Kurdistanê ve hejmareke zêde ya karmendên teqewîtbûyî heye û mûçeyên van tê dayîn. Lê belê Bexda naxwaze vê mûçeyê jî pêşwazî bike û bide.

-Hejmareke gelek zêde ya hêzên parastin-ewlehiyê ya bi ser hikûmeta Başûrê Kurdistanê ve heye. Lê hikumeta Bexdayê red dike ku mûçeyê tevahiyê bide. Tenê dayîna mûçeya 90 hezar personelên ewlehî-asayîşê qebûl dike. Lê belê hikûmeta Başûr dixwaze ku Iraq pereyê 290 hezarî bide.

-Xaleke dîtir a nakokiyan jî deriyên sînorî yên bazirganiyê ne. Li gorî zanyariyan 7 deriyên sînorî yên bi ser Başûrê Kurdistanê ve  (4 fermî ne 3 ne fermî ne) hene. Hikûmeta Bexdayê dixwaze ku hikûmeta Hewlêrê van deriyan û dahata wan radestî xizêneya giştî ya Bexdayê bike. Lê belê heta niha hikûmeta Hewlêrê ev qebûl nekiriye. 

-Mijara Balefirgehan: Mijareke dîtir a nakokiyan jî kontrol, dahat û serweriya balafirgehan e. Li gorî daneyan dahata balafirgehan ji ya deriyên sînorî zêdetir e û Bexda dixwaze serwerî û dahata balafirgehên Hewlêr û Silêmaniyê radestê wê bên kirin. Ev jî di navbera her du hikûmetan de mijara nakokî û aloziyan e…

Li gel van pirsgirêkên navxweyî û yên bi hikûmeta Bexdayê re, dîsa siyaseta ku rêveberiya Kurdistanê li herêmê dimeşîne, nexasim têkilî û tifaq û bazariyên bi dewleta Tirk re, ev encam bi xwe re anî. 

Van hêmanan jî hişt ku xwepêşandan di asteke wiha de li seranserî Başûrê Kurdistanê pêk bên. Ji ber destwerdana tûnd a hikumetê ya li xwepêşandanan bêyî encameke şênber bi dest bixin bi xisareke zêde sekinîn. Lê belê ne diyar e ka dê careke dîtir kengê û bi çi awayî destpê bikin. Çimkî qeyrana heyî ya aborî, siyasî û civakî hêj bi kûrahî didome, çareser nebûye. Tişta herî aqilane a rêveberiya Başûrê Kurdistanê bike ew e ku bi feraseta yekîtiya neteweyî guh bide daxwazên gel, li seranserî welat pêvajoyeke demokratîk bi gel re bide destpêkirin ku bikare hem di hundir de, hem jî li derve kêşeyên xwe yên aborî, civakî, siyasî, leşkerî, îdarî hwd çareser bike û aramiyê pêk bîne.