Gelê Kurd wê xwedî li hepsiyan derkeve

Li Tirkiyeyê ji deh hezarî zêdetir girtiyên siyasî hene. Bi qasî ku li ti devera cîhanê nayê dîtin, girtiyên siyasî yên jin hene.

Li Tirkiyeyê ji deh hezarî zêdetir girtiyên siyasî hene. Bi qasî ku li ti devera cîhanê nayê dîtin, girtiyên siyasî yên jin hene. Dibe ku bi qasî hêjmara giştî ya li cîhanê, li Tirkiyê dîlgirtiyên jin hene. Di dema faşîzma leşkerî ya 12’ê Îlonê de 3-4 zindanên ku zextên giran li wan dihatin kirin, hebûn. Lê îro bi dehan zindanên weke Amed, Mamak û Mêtrîsê hene. Ji % 90’ê girtiyên siyasî yên li Tirkiyê Kurd in. Vê gavê li zindanan ji ber tekoşîna azadiyê ya gelê Kurd yan jî parastina gelê Kurd, li ser girtiyan sîstemeke zextê ya gelekî giran hatiye avakirin. Her roj êşkenceyên giran li girtiyan dikin. Her kêliyeke jiyanê bûye rewşa êşkenceyê. Ewladên gelê Kurd ên herî birûmet û anor, ji aliyê desthilatdariya qirker, dagirker, faşîst ve di bin zexteke giran de tên hiştin. Êdî her roj ji zindanan agahiyeke mirinê tê.

Girtiyên di zindanên Tirkiyeyê de rûmeta her çar parçeyên Kurdistanê û Kurdên li cîhanê hemûyan in. Dema ku li hemberî dewleta Tirk a dagirker-qirker a ku pêşengê dijminahiya Kurdan e, tekoşîna azadiyê dimeşandin, dîl hatin girtin. Şehîdên me, gaziyên me, gerîlayên me û Rêber Apo di serî de, girtiyên me yên di zindanan de, xwediyên rasteqîn ên wan nirxan in ku bi navê azadî û demokrastiyê li Kurdistanê hatine afirandin in. Ji vî alî ve hemû gelê Kurd, deyndarê xwedîderketina li Rêber APO û girtiyên azadiyê ye. Heta ku gelê Kurd xwedî li girtiyan dernekeve, nikare xwedî li hebûna xwe, li jiyana xwe ya azad û demokratîk derkeve.

Vê gavê sîstema tecrîda giran û êşkenceyê ya li Îmraliyê, bûye sîstema zext û êşkenceyê ya li hemû zindanên li tirkiye û Kurdistanê. Her roj li zindanan şoreşgerek dîlgirtî şehîd dibe. Piştî qetilkirina Garîbe Gezer a li zindanê, 3 şoreşgerên din ên girtî jî şehîd bûn. Ji bo girtî li zindanan nexweş û seqet bimînin, her cûre zext tê kirin, dema ku nexweş jî dibin, nayên dermankirin û wan terkî mirinê dikin. Dijminahiya Kurdan bi rengekî herî eşkere li zindanan derdikeve holê. Ji Rêber Apo û dîlên şoreşger hemûyan tol tê hilanîn. Faşîzma leşkerî ya 12’ê Îlonê armanc dikir ku di şexsê girtiyan de, qira PKK’ê bîne û hêviya azadiyê ya gel ji holê rake. Îro jî heman armanc heye. Bi tenê şêwazên zext û êşkenceyê hatine dewlemendkirin. 

Polîtîkayeke ku di dema faşîzma 12’ê Îlonê de nehate dîtin, girtiyên ku pêwîst e werin berdan, di zindanan de tên hiştin. Li ser girtiyên ku pêwîst e werin berdan, poşmanî tê ferzkirin, dema nayê qebûlkirin, weke ku cezayekî din were birrîn, di zindanan de tên girtin. Vê gavê bi sedan girtiyên siyasî yên wiha hene. Eşkere tê gotin, heta mirinê hûnê di zindanê de bin. Pêkanîneke ku li ti devera cîhanê nîne, tê pêkanîn. Wisa ye ku destûra bingehîn û qanûnên ku dijminê Kurdan e jî nayên bicihanîn. Jixwe, kengî gerîla derbekê li wan bide, yekser êrişê zindanan dikin, bi dehan siyasetvanên Kurd tên girtin.  

Tirkiye vê gavê li gorî nifûsa xwe, di hêjmara girtiyên siyasî de, di rêza yekemîn a cîhanê de ye. Jixwe, îro li cîhanê di tiştên xerab hemûyan de, di nava 10 yan jî 15 welatên cîhanê de ye. Rastiyeke Tirkiyeyê heye, ew li xerabiyê difikire û xerabiyê dike. 

Li Tirkiyeyê di zindanan de mirin hertim li ber derî ye. Her roj girtiyek yan dimire yan jî bi nexweşiyeke giran dikeve. Tiştên ku di merasîma cenazeyê dayika Aysel Tugluk de hatine kirin, hîn di bîra mirovan de ne. Bi rengekî ku li ti devera cîhanê nayê dîtin, êriş û heqaret li cenazeyan tê kirin. Bi kîjan zêhniyetê êrişî dayika Aysel Tugluk hatibe kirin, vê gavê Aysel Tugluk jî bi heman zêhniyetê terkî mirinê hatiye kirin. Li Tirkiyeyê ne exlaq, ne wijdan û ne jî edalet maye. Polîtîkaya qirkirina Kurdan, hiştiye ku dewleta Tirk, saziyên wê û burokratên wê bikevine vê rewşê. Jixwe, wekî din li Tirkiyeyê li ser gelekî nikare polîtîkaya qirkirinê were meşandin. 

Me berê jî destnîşan kiribû, berpirsiyariya partiyên siyasî yên Kurd, derdorên demokratîk hemûyan e ku xwedî li Rêber Apo derkevin. Partiyên ku li siyasetvanên Kurd û şoreşgerên di bin êşkence û zilmê de xwedî dernakevin, nikarin ji xwe re bibêjin, em siyasetavan û welatparêzên Kurd in.

Girtiyên siyasî rûmeta gelê Kurd hemûyî ne. Gelek jî tenê dikare bi xwedîderketina li rûmeta xwe, jiyana azad û demokratîk heq bike. 

Ez bawer dikim ku gelê Kurd xwedî derkeve li girtiyên li Îmralî û zindanan hemûyan ên di bin zext û zilmeke mezin de, ew ê nîşan bide ku ew jiyana azad û demokratîk heq dike!

ÇAVKANÎ: YENÎ OZGUR POLÎTÎKA