Eşkere ye, ku faşîzma AKP-MHP'ê niha hem ji aliyê têkoşîna demokrasî û azadiyê ve hem jî ji aliyê sîstema ku di nav de ye hatiye dorpêçkirin. Ev rewş dike ku gelekî tengav bibe. Ji bo xwe ji vê rewşê xelas bike, bi her awayî zilmê û fenan dike. Ji DYE heta Fransayê, ji Rûsya heta Iraqê û PDK'ê li ber her kesî digere.
Pêngava berxwedanê ya 'Dema azadiyê' ku Tevgera Azadiyê ya Kurd di 12'ê Îlona 2020'î de dest pê kir, li nava welêt û derveyî welêt bi gavên nû mezin dibe, belav dibe. Ji Wanê heta Stenbolê li Kurdistan û Tirkiyeyê çalakiyên berxwedanê yên antî faşîst ên girîng tên lidarxistin. Çalakiyên ciwanên zanîngehê jî li çalakiyên azadiyê yên jinan ên bênavber zêde bûn. Li çiyê û bajaran, çalakiyên gerîla yên derba giran li faşîzmê dixin, bênavber dewam dikin.
Li Rojava û Ewropayê gelê Kurd û dostên wan timî li ser piyan e. Bi şêweyên çalakiyên afirîner, faşîzma AKP-MHP'ê bênavber teşhîr dikin. Berxwedana gelê Başûrê Kurdistanê jî li vê zêde dibe ku di kêliya herî krîtîk de helwesta herî bi bandor nîşan dide. Kampanya berxwedanê ya ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan li çar aliyên cîhanê belav dibe. Piştî Sendîkayên Karker ên Îngiliz niha jî Konfederasyona Sendîkayan a Efrîkayê ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo dest bi kampanyayekê kiriye. Bi dehan partî û rêxistinên sosyalîst daxuyanî dan, êrişên li ser PKK'ê şermezar kirin û piştgirî dan pêngava 'Dema azadiyê' ye.
Ev hemû nîşaneya çi ne? Eşkere ye ku nîşan dide, têkoşîna li dijî faşîzma AKP-MHP'ê li çar aliyên cîhanê belav bûye û her kes vehewandiye. Faşîzma Erdogan-Bahçelî li asta navneteweyî bi çalakiyên demokratîk ên jin û ciwanan, kedkar û karkeran û gelan hatiye dorpêçkirin. Pêngava berxwedanê ya 'Dema azadiyê ye' ku ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan bi rê ve diçe, veguheriye çalakiyeke azadiyê ya global.
Li gel vê yekê faşîzma AKP-MHP'ê ji aliyê sîstema ku di nav de ye jî hatiye dorpêçkirin. Bi pêşengiya Fransa û Yewnanistanê, zextên Yekîtiya Ewropayê zêde bûne. Bûyerên ku li DYE'yê piştî têkçûna Trûmp qewimîn, xuya ye herî zêde faşîzma AKP-MHP'ê ditirsîne. Piştî şoqa têkçûna hilbijartinê, rûdana bûyera 'Serdegirtina Kongreyê' ku mîna darbeyê bû, ji ber 'zexta demokratîkbûnê' ya ji Emerîkayê rû bide, ziravê faşîzmê diqetîne. Rûsya ji bo berjewendiyên nû timî zorê dide desthilatdariya faşîst a AKP-MHP'ê. Hêviya ku bi PDK'ê û Rêveberiya Iraqê ve hatine girêdan zêde encamê nadin. Bi kurtasî, bûyerên nava sîstemê bi xwe êdî ne li aliyê faşîzma AKP-MHP'ê ye, berevajî li dij e.
Di rewşeke wiha de wê faşîzma AKP-MHP'ê çi bike? Eşkere ye ku di rewşeke wiha de yekane tişta hatiye bîra faşîzmê ew e ku li ber her kesî bigere. Ev demeke jî vê dike. Di vê çarçoveyê de Tayyîp Erdogan û Mevlut Çavûşoglû her roj bangeke nû dikin. Ji bo karibe êrişeke leşkerî bibe ser herêma Eyn Îsa ya Rojava bi Rûsyayê re hevdîtinan li ser hev dike. Li ser vê bingehê tawîzên nû û mezintir dide Rûsyayê. Bêguman ev jî têrê nake, li aliyekî jî nameyan li pey nameyan ji Serokê DYE yê nû hatiye hilbijartin û Serokkomarê Fransayê re ku bi her awayî heqaret lê kiribû, dinivîsîne. Bûyerên ku beriya demeke kurt qewimî bûn weke ku ji bîr kiriye, qala dostaniya qedîm a bi DYE'yê re dike, dibêje ku cihê wan li nava şaristaniya Ewropayê ye.
Faşîzma AKP-MHP'ê vê yekê jî bi zexeliya margîseyê dike. Lê belê ev jî têrê nake. Dilê xwe ne rehet e ku karibe bi rêya van encama dixwaze bi dest bixe. Ji ber vê yekê jî dikeve nava lêgerînên nû û careke din serî li fen û zilmê dide. Careke din bi dek û dolabên xwe yên berê digerînin.
Eger bê bîra mirovan; Rêveberiya Tayyîp Erdogan bi piştgiriya DYE'yê ketibû hilbijartinên 29'ê Adara 2009'an ên xwecihî lê têk çûbû, her wiha piştî têkçûna li Zapê ya Sibata 2008'an di hilbijartinên 29'ê Adarê de têk çûbû, serî li du tiştan dabû: Fen û zilm! Li ser vê bingehê di 15'ê Nîsana 2009'an de dest bi operasyonên qirkirina siyasî kir û ji bo van operasyonan binixumîne qala 'vebûna Kurd' kiribû. Lê belê piştî ku ev bi kêr nehat, qala 'vebûna demokrasiyê' kiribû, piştî ku ev jî bi ser neket gotibû 'vebûna yekîtiya mîlî'. Lê di rastiyê de operasyonên qirkirina siyasî yên di 14'ê Nîsanê de dabû destpêkirin zêde kiribû, şaredarên di 29'ê Adarê de hatibûn hilbijartin girtin, rêveberên DTP'ê yên bajar û navçeyan girtin, di encamê de jî Partiya Civaka Demokratîk (DTP) di 11'ê Kanûnê de girtin. Zextên li Îmraliyê yên li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di asta darbeyê de bilind kiribûn. Gotina 'vebûnê' ya navborî jî ji bo nixumandina zexta faşîst û zilmê, ji bo xalandina raya giştî ya hundir û derve bû.
Eşkere ye, eger jê bê; faşîzma AKP-MHP'ê piştî têkçûna li Heftanînê dixwaze heman tiştî bike, bi fen û zilmê dixwaze tevbigere. Bi tifaqa DYE-Dewleta Tirk-PDK'ê ji bo tasfiyekirina PKK'ê di sala 2020'î de êrişên plankirî hatin kirin. Piştî ku ev êriş hatin têkbirin û faşîzma AKP-MHP'ê ji her alî ve hate tecrîdkirin, niha weke çareya dawî serî li fen û zilmê dide. Gotina 'reform' a ku dema dawî gelekî tê bihîstin, ji êrişên dagirkeriyê yên li ser Eyn Îsayê heta bi êrişên qirkirina siyasî yên li dijî HDP û ESP'ê, bûyerên diqewimin hemû divê li ser vê bingehê bên nirxandin.
Diyar e ku zext û kiryarên terorê yên rêveberiya faşîst a AKP-MHP'ê wê zêdetir bibe û wê derfetên xwe yên dawî jî ji bo şer bi kar bînin. Ji ber ku dîktatoriya faşîst ji bilî vê yekê nikare li ser piyan bimîne, nikare temenê xwe dirêj bike. Rastiay rêveberiya heyî ku bi temamî ketiye ser xeta MHP'ê, ji bilî dijminatiya li Kurdan, jinan û gelan, ji bilî zexta faşîst, terorê û komkujiyan çareyeke xwe ya din nîne. Ji ber ku rêyeke din a dewamkirina faşîzmê nîne.
Ji ber vê yekê divê mirov bi gotinên derewîn û sexte nexapin. Nepêkane ku faşîzm reformê bike yan jî siyaseteke cuda bimeşîne. Ji bo bibe desthilatdar û li ser desthilatdariyê bimîne tenê rêyeke xwe heye; e ew jî fen û teror e. Yekane rêya faşîzmê ew e ku bi fenan civakê bixapîne û bi terora faşîst û komkujiyan jî civakê bitepisîne. Lewma ya ku faşîzmê heta niha kiriye ev e. Bêguman ji niha û pê ve jî wê tenê vê bike. Zane ku di vê pêvajoya serberjêrbûna wê de tenê bi vî rengî dikare hinekî temenê xwe dirêj bike.
Wê demê eşkere ye ku faşîzma AKP-MHP'ê wê dema bê hewl bide zexta faşîst û terorê zêde bike. Divê kes ji vê rastiyê gumanan neke. Lê belê zexta faşîst, teror û komkujî wê mîna berê li pêş çavan neke, wê neparêze. Ji ber ku raya giştî ya hundir û derve di vê mijarê de zexteke giran dike. Wê demê wê zextê û kiryarên terorê bi rengekî hîn nixumandî bike. Peyva 'reformê' jî ji bo nixumandina vê yekê hatiye rojevê. Yanî di gotinê de wê timî 'reforman' bike, di rastiyê de jî zexta faşîst, zilm û komkujiyê zêde bike. Bi gotina 'reformê' wê hewl bide zexta xwe ya faşîst, teror û komkujiyên xwe binixumîne.
Hingî divê mirov gelekî baldar be, bi fen û derewên faşîzma AKP-MHP'ê nexapin, nekevin nava bendewariyên sexte. Bi vî rengî têkoşîna demokrasiyê ya li dijî faşîzmê divê ji bo kêliyekê jî be neyê qelskirin. Eger ev bibe, wê faşîzma AKP-MHP'ê nikaribe kiryarên xwe yên sala 2009'an dubare bike. Ji ber ku li gorî wê demê gelekî lawaz û teşhîr bûye. Eger li hemberî fenên faşîst, berxwedana şoreşgerî-demokratîk bi xurtî bê kirin, wê hingî lîstikên faşîzmê xera bibin, rûyê wê yê rast wê eşkere bibe û li pêşberî berxwedanê hilweşe. Fen û zilm jî wê êdî nikaribin faşîzma AKP-MHP'ê xelas bike.
ÇAVKANÎ: YENÎ OZGUR POLÎTÎKA