Ev pergal hem dirizîne û hem jî dikuje

Heta ku gel hesab ji desthilatdariyê nexwaze û xwe neke îrade, wê talankirin û mirina wan bidome… Ev pergal hem dirizîne û hem jî dikuje!

Li ser erdheja mezin ya 6 ê Sibat'ê, çend hefte derbas bûn. Tê texmînkirin ku bi 100 hezaran kes jiyana xwe ji dest dan e. Rêveberiya Tirkiyê ya Erdogan'ê faşîst, heta ji dest tê windahiya kêm didin nîşandan. Li gor nûçeyên, saziyên ragihandinê koçberên Sûrî na hesibînin. Her wiha yên nasnameyên wan ne diyarin jî nayên hesibandin. Lê beriya ku xebatên lêgerîn û xelaskirinê bi dawî bibin Erdogan da xuyakirin, ku ew ê dest bi avakirina avahiyên nû bikin. Ragihandinin di bin emrê wî dene jî, dengê gel û rewşa gel teyîsandin zêdetir, bi kiryarên hikûmetê hewl didin operasyonên têgihanê bikin. 

Ger li rewşa heyî binêrin dewlet pir rast kar dike! Yê dewletê îdare dikin çi kêmasî û berpirsiyariyên wan nînin. Lê ji 100 hezar zêdetir avahiyên hilweşiyayî li holê ne. Çend bajar û dorhêla wan bûne weke xerabeyan. Yên bi saxî xelas bûne jî, ew ê çawa bijîn? Malên wan ji bo mayînê ne bi ewle ne. Bêhna pere girtiye, edî kî dikare wî bide sekinandin! Xebatên lêgerînê û xelaskirinê dereng destpê kir û yên ku dikaribûn xelas bikin jî, ji bo mirinê hatin terikandin. Rûxmî ewqas mirin û hilweşandinan, yek rayedarê hûkûmet û dewletê nefikirî ku dev ji kar berde. Ev yek nîşan dide ku rizandina di dewletê de, wîjdan û rêveberî jî çiqas rizandi ye. Heman rewş ji bo rêveberiyê Sûriyê jî derbasdar e. 

Hember van bobelatan ti kes berpirsiyarî ranake. Kêmasiyan, ya bi xwedê û qederê, yan jî bi kêmasiyên gel dixwazin pênase bikin. Rûxmê ku mirovên pispor dizanîn ku ev herêm li ser xeta erdhejê ye û li ser vê yekê, rapor jî nîvîsandibûn. Pêwîst dikir ku rêveberî li gor vê, tedbîr bigirta û pîvanên avakirina avahiyan li gor vê diyar bikira û bişopanda. Lê kesê ku xwe berpirsyar bibîne û li ser xwe bigre, li holê nîne. Ev yek jî li Rojhilata Navîn bûye tiştekî di rêzê de. Erdogan dibêje salek din bidin min. Li pey vê jî planê paşxistina hilbijartinan dike. Erdogan weke gûrê ku devê wî gihîştiye xwînê, mirinê nafikire. Li pêşiya wî bi 100 hezaran term hene, di vê rewşê de jî heya mirinê xwe bi desthilat û dizî ve girêdaye. Bêhna pere girtiye, edî kî dikare wî bide sekinandin! Di dema seroktiya xwe ya şaredariya Îstanbolê de dizî kirin û li gor xwe li hev anînê, pir baş fêr bûye. AKP’ê jî bi pereyên heram ava kiriye. Saziyên ragihandinê bi pereyê diziyê, kirî. Piştre dema dewlet bi dest xist, dewlemendên xwe ava kir. Qasî ku gel xizan bû, ew jî dewlemend bûn. Ji bo tawanên xwe veşêrin û desthilatê xwe bidomînin, nava dewletê vala kirin. Ango hemû saziyên dewletê bidest xistin û çavkaniyên aborî talan kirin. Welat bi çar gavî ber bi faşîzmê birin. Ne edalet hêştin ne jî demokrasi. 

Pîvanê 'li hûndir şer, li derve şer' Mîna Hîtler, Erdogan jî ku bi ehleq, nirxên mirovî û hiquqê re mijûl nabe; bi awayekî xwazayî xwe bi krîz û kaosê ava dike û bi wan re xebitandina saziyan weke şêwazê rêveberiyê hilbijartiye. Tirs û zordarî kir çavkaniya xwe. Ji bo vê yekê bi Baxçelî û ergenekon; bi mafya û hemû hêzên tarî re li hev kir. Pîvanê 'li hûndir şer, li derve şer' ji xwe re esas girt. Li şûna ku mixalifan, weke hêzeke reqabetê bibîne, weke hêzeke divê were pelçiqandin dît û dewlet, îstîxbarat, dadgehan û ragihandin hemû şand li ser wan. Me got Erdogan bêhna pere girtiye. Li gor wî derfetê dizîyên nû ava dibe. Ger gel rê bide ku ew li ser desthilat bimîne, welat ew ê vegere qada înşaatê. Hemû derfet ew ê ji TOKİ û pênc çeteyên Erdogan re bimîne. Qada ku herî baş nas dikin û herî zêde rêxistinkirîne, serdema dizî û nelirêtîyên îhaleyan destpê bike. Ji derve di bin navê alîkariyên erdhejê de, milyaran dolar wê biherikin. Alîkariyên hûndir jî hene, dewlet jî çavkaniyê xwe veqetîne. Bi propagandayên, bajaran carek din radikin ser piyan, birînan dipêçin, ew ê careke din milyaran bidizin. 

Tenê ji bo pere were, çawa xwe kirin xûlamê Rûs'an û Îmarat'ê, me temaşe kir. Niha tenê di bin kontrolê wan de bi milyaran dolar ew ê hebe, edî kî dikare wan bigre? Êdî bêjin 'ji faşîzm û pergala qayyumen re bese' Erdogan çima bibe demokrat, ji bo çi demokrasiyê çalak bike? Di pîvanên Ewropa yê ku Erdogan bi kîn û dijminahî lê dinêre, yekî wiha dikare bibe reîsê komara welatekê din? Li wir xemsariyek hebe, talanek û diziyek wiha hebe, rojek tenê jî nikarin li ser kar bimînin. Bifikirin reîsên kevn û nû yê DYA yê, FBI bi ser mala wan de digre û belgeyên veşartî digere. Dozger ji bo vê yekê dikare biryar bide. Li Tirkiyê kî dikare tiştek wiha xeyal jî bike? Dozger ferman bide malên wezîran, mala Erdogan lêgerîn çêbibe û derheqê wan de belgeyek lêpirsînê bê amade kirin! Operasyonên 17-25'ê Kanûn'ê de Erdogan dozger ji kar girtin û bi ferman, hemû belge ji holê dan rakirin. Gel, heta ku ji rêveberiyên xwe hesab nexwazin û îrade ava nekin, şelandinê wan û kûştinê wan, wê berdewam bike. Li Sûriyê û Tirkiyê çima saziyên civaka sîvîl nayên xwastin? Civakek çalak, nîqaş dike û xwe rêxistin dike, ji bo xwe xeter dibînin? Eger bi baldarî lê binêrin, gelê Amedê kêm jî be xwe ji derveyê dewlet rêxistin kiriye û pêş xistiye. Lê Erdogan, ji bo ku Amedê bixîne tiştek nema nekir. Hevserokê Şaredariyan terorîst îlan kir û xistin zîndanan. Hemû şaredariyên HDP’ê yên li Kurdistan'ê bi rêka qayyûman dest danîn ser. Divê êdî bejin 'ji faşîzm û pergala qayyumen re bese'. Ji ber ku ev pergal hem dirizîne, hem jî dikûje. Em ji bîr nekin tenê napelçiqîne û xizan nake.

ÇAVKANÎ: ROJNAMEYA RONAHÎ