Eleqeya DYE ya ji bo Şengalê

Piştgiriya DYE dide dewleta Tirk a ku bi sedan salan li ser Kurdan û nasnameyên etnîk û dînî qir dike, tê wateya ku tu carî evqasî piştgiriya kapîtalîzmê nehatibû kirin.

Di 3’ê Tebaxa 2014’an de dema ku DAÎŞ’ê êrîşî Şengalê kir, dihate diyarkirin ku bi destê DYE û Komara Tirkiyeyê wê planeke qirkirinê bihata kirin. Li gorî vê planê piştî ku DAÎŞ’ê Şengal stend, wê êrîşî Kantona Cizîrê ya Rojava bikira. Di êrîşa DAÎŞ’ê de ya li ser Rojava, Şengal cihekî stratejîk bû. Heke DAÎŞ’ê Şengal bistenda wê ji Cizîrê dest pê bikirina û ji bo ketina Rojava, hemû şoreş tasfiye bikirina. Dihate diyarkirin ku vê plana qirêj ji aliyê DYE, Komara Tirk û PDK’ê hatibû kirin û berê DAÎŞ’ê dabûn ser vî tiştî.

Li gorî hesabê DYE heke ev plan rast bimeşiya wê li Iraqê hevsenga di navbera Şîî û Suniyan de jî ava bibûya. Ji ber ku li Iraqê hêzê Şîîyan bi qasî ku karibe DYE’ê bitengijine, zêde bûbû. Ev jî dihat wateya ku Îranê wê bandora xwe li ser Iraqê zêdetir bikira. Wê ev tişt nehata hesabê DYE’yê. Ji aliyê din ve jî Şoreşa Rojava ya ku bi awayekî alternatîf li dijî modernîteya kapîtalîst bi pêş diket jî, bûbû sedemeke aciziyê.

Jixwe hesabên Tirkiyeyê bêsînor bû. Tirkiyeyê dixwest bi destê DAÎŞ’ê Êzidiyan qir bike, Şengalê bistîne û Şoreşa Rojava tasfiye bike. Heke bigihişta vê armanca xwe wê Bakurê Rojhilatê Sûriyeyê û li Iraqê jî xeta Şengal, Mûsûl, Kerkûk û Telaferê bi dest bixista. Xewna Osmaniyan a sedsalan wê bi saya DAÎŞ’ê pêk bihata. Li Mûsûlê krîza dîlan a bi mehan domiyabû jî, yek ji veşartina lîstika di navbera AKP û DAÎŞ’ê de bû.

Li gorî vê planê ji ber ku PDK Şengal firotibû para wê jî Kantona Cizîrê, petrola Dêrik û Rimêlanê bûya. Li gorî planê heke êrîşa DAÎŞ’ê ya li ser Rojava bi ser biketa, wê ev herêm bidan PDK’ê. Dihate diyarkirin ku yek ji sedema PDK’ê Şengal da DAÎŞ’ê jî ev peyman û plan bû.

Lê dema ku gerîlayên PKK’ê ketin dewrê û mudaxeleyî Şengalê kirin, ev hesabên wan ên qirêj serobin bû. 12 gerîlayên fedakar, bi piştgiriya YPG û YPJ’ê êrîşa DAÎŞ’ê ya li ser Şengalê şikand, civaka Êzidî ji bin qirkirinê rizgar kir û pêşiya êrîşên DAÎŞ’ê ya li ser Cizîrê girt. Di vê maweyê de geşedanên gelekî balkêş çêbû, DAÎŞ’ê di heman demê de berê xwe da Mexmûr, Kerkûk û Hewlêrê. Ev ne di nav planan de bû. Wisa diyar e ku kesên ev plan çêkirin bi taybetî berê DAÎŞ’ê da Başûrê Kurdistanê. Wê demê zêde nehat nîqaşkirin ku kê berê DAÎŞ’ê daye Başûrê Kurdistanê.

Vê plana ku di sala 2014’an de bi mudaxeleya gerîlayan hatibû pûçkirin, a niha dîsa hatiye nûkirin û tevî hin guhertinan dixin dewrê. Rayedarekî DYE got ku “Iraq, Tirkiye û PDK li Şengalê dikare çareseriyeke sivîl ava bikin’ dibe destpêka êrîşeke nû. Vê plana êrîşan ne dûrî dagirkeriya dewleta Tirk a li ser Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spîye. DYE dixwaze xwe bispêre Tirkiyeyê û pê re jî Sûriye û Iraqê dîzayn bike.

Di rojên dawîn de daxuyaniyên rêveberiya DYE ya li dijî Kurdan, peyamên ji bo tasfiyekirina PKK’ê û Iraqê dixe nav van planan, zêdetir derket pêş. DYE bi xîreteke mezin dixwaze Tirkiye û Iraqê nêzî hev bike, bi destê Tirkiyeyê teşeyekî nû bide Sûriye û Iraqê.

Vê hewldana DYE ya teşekirina herêmê êdî gelekî zelal e. ji Îdlîbê heta Serêkaniyê, ji Serêkaniyê heta Heftanîn û Xakurkê destûra êrîşên Tirk daye û ev jî diyar dike ku di teşekirina nû de DYE rolek daye Tirkiyeyê. DYE bi bikaranîna Tirkiyeyê dixwaze li herêmê dînamîkên demokratîk ên şoreşger bişkîne. Bi vî awayî jî DYE yekser piştgiriyê dide polîtîkayên dewleta Tirk û dibe şirîkê wê.

Piştgiriya DYE dide dewleta Tirk a ku bi sedan salan li ser Kurdan û nasnameyên etnîk û dînî qir dike, tê wateya ku tu carî evqasî piştgiriya kapîtalîzmê nehatibû kirin. DYE bi vê helwesta xwe dibe sedem ku gelê Kurd ji wan nefret bike. Vê polîtîkaya li dijî gelekî ku bi qehremanî li dijî DAÎŞ’ê şer kiriye, DAÎŞ têk biriye û gelê herî mazlûm ê dinyayê ye, di wijdanê gelê Kurd û mirovayetiyê yê de DYE mehkûm dike.

Tişta ku di sala 2014’an de bi destê DAÎŞ’ê hatibû kirin, a niha jî tê xwestin bi destê Tirkiyeyê were kirin. Pêşiya Tirkiyeyê vedikin ku Tirkiye bibe serwerê Şengal, Mûsûl, Telafer û Kerkûkê. Wê PKK were tasfiyekirin, Başûr jî di nav de wê hemû destkeftiyên Kurdan ji holê were rakirin, dixwazin polîtîkayên qirkirinê ya li ser Kurdan jî bigihînin encamê. Kurd û gelê herêmê divê li hemberî vê komploya qirêj a hêzên paşverû bêdeng nemîne. Têkoşîna hevpar a gelan a demokratîk îro gelekî hewce ye. Tifaqa stratejîk a gelên herêmê û têkoşîna hevpar wê karibe hemû komployan têk bibe.