Di têkoşîna 50 salî ya tevgera Apoyî de em şahidê vîn û hêza polayî ya gerîlayan bûne. Sala 1982’an li Zindana Amedê berxwedanî û têkoşîna bê hempa ya şoreşgerên Apoyî li dijî sîstema desthilatdar û zordar a li ser Kurdan, mînakeke ku di dîroka Kurd de bê hempa ye û tu caran ji bîr naçe. Di wan salên dawî de jî ku dewleta Tirk a dagirker ne tenê bi artêşa xwe ya dagirker, belku bi hemû teknîk û heta bi bikaranîna çekên qedexekirî yên kîmyewî êrîşî zarokên azadîxwaz ên Kurd dike; em bûn şahidê vîn û berxwedana bê hempa a gerîlayên azadiyê û dibin jî. Ev çend beytên helbestê dikare kêmekê behsa mînaka vîna gerîlayan bike ku bi vîna xwe ya polayî li dijî hemû ew êrîşên bê exlaqî û dijî mirovî yên dewleta Tirk a dagirker, li hemberî teknîk û heta çekên kîmyewî û çekên nukleerî yên taktîkî şer dikin û ew tiştane nikarin heta misqalekî jî ji vîna wan kêm bike.
Ji 14’ê Nîsanê ve heta niha ku dewleta Tirk a dagirker û faşîst dest bi operasyona dagirkeriyê li Herêmên Parastinê yên Medyayê kiriye, me dît û heta niha jî dibînin ku gerîlayên azadiyê bi cesareteke polayîn û bi can û dil ji bo parastina xaka Kurdistanê li hemberî hemû êrîşên artêşa Tirk a dagirker sekinîn û disekinin jî. Destpêka operasyonê bi giranî li herêma Zapê bû. Dewleta Tirk a dagirker weke ku plan kiribû nekarî ber bi pêş ve biçe, ji ber ku di wê qonaxê de bi berxwedanî û şerekî bê hempa ya gerîlayên azadiyê re rû bi rû hat. Dema ku dît li Zapê her ku diçe tengav dibe, di 25’ê Gulanê dest bi berfirehkirina operasyonê li ser Qadên Berxwedanê yên Girê Hakkarî, Girê Cûdî, Girê Amediyê û Girê FM kir. Lê nezanî ku dibe gerîla bi fîzîkî ji hev dûr bin lê bawerî û vîna wan yek e û ji bo ku xaka xwe li hember dagirkeran biparêzin, di asteke fedayî de şer dikin û li berxwe didin.
Dewleta Tirk a dagirker ku dît bi teknîk û artêşa xwe ya dagirker ve nikare encamê bigire, bera xwe da çekên qedexekirî yên kîmyewî û gazên jehrî û çekên nukleerî yên taktîkî. Rojane bi dehan caran li hemberî tunelên şer çekên kîmyewî û çekên nukleerî yên taktîkî bikar tîne, mînaka ber bi çav a vê kiryara bê exlaq li Çiyayê Reş bû ku 8 gerîla ji ber çekên kîmyewî tevlê karwanê nemiran bûn. Piştî wê jî ne tenê li hemberî tunelên şer, di heman demê de li jîngeh û hawîrdora wan jî çek û gazên kîmyewî û heta çekên fosfor bikar anî. Bê guman eger lêkolîneke biçûk têkildarê vî çekî bê kirin emê bibînin ku ziyana wan çekan ne tenê ji bo mirov, di heman demê de ji bo hemû zindiyan û heta xwezayê jî çiqasê kujer e. Gaza klorê, her wiha çekên termobarîk mînakên wan çekên qedexekirîne ku bikar anîna wan ji aliyê dewleta Tirk ve bi belge hatiye îsbatkirin. Heta dema dibîne ku bi wana jî nikare encam bigire, bi kepçeyan tunelên şer xirab dike yan jî bi beran deriyê tunelan asê dike da ku gerîlayan tengav bikin. Lê gerîlayên azadiyê rojane bi çalakiyên ku dikin hemû planên dewleta Tirk a dagirker pûç dikin. Artêşa Tirk a dagirker ewqasê ditirse ku ji nişka ve gerîlayek ji kûderê derkeve û li wan bide, her wiha rojane bi dehan dagirker tên cezakirin. Di aliyê derûnî de jî hejandinek di wan de çêdibe ku em vê rastiyê bi guhertina hêzên xwe ya rojane ji aliyê wan ve dikarin bi eşkereyî bibînin.
Di gelek nivîsan de behsa şêwazê wan çekên kîmyewî hatiye kirin, ji bo ku dubare nebe ez jî naxwazim behsê bikim. Tişta ku dixwazim behsa wê bikim çav û wijdana raya giştî ye. rojane li ser medyayan behsa êrîşên hovane yên dewleta Tirk a dagirker li Herêmên Parastinê yên Medyayê tên kirin û heta xelkê navçeyê jî bi çavên xwe wan êrîşane dibînin, rojane dengê bi dehan teqînên mezin tê û hemû çiyayên derdorê dihejin û heta binê piyên xelkê wî navçeyê jî diheje, yan jî rojane li ber çavê wî xelkî bi sedan wesayîtên leşkerî û yên ji bo çêkirina baregehan derbasî wan herêmane dibe. Di hemû wan êrîşên derbasbûyî de bi dehan car dewleta Tirk a dagirker bi zanabûn ji bo çavê gelê herêmê bitirsîne, cihên sivîlan û heta seyrangehên gel bombebaran dike û di wan êrîşan de jî çendîn zarok û çend kesên din jiyana xwe ji dest dan.
Bi rastî jî gelo qet me destê xwe daniye ser wijdana xwe û me ew êşa kuştina zarokên Kurd hîs kiriye? Her yek ji me vê pirsiyarê li xwe bike û bi xwe re dirûst û rû rast be. Ez jî weke rojnamevanekê ku şahidiyê ji wan tiştan re dikim û dema vê pirsiyarê li xwe dipirsim, bi rastî jî dibêjim ez çawa dikarim beşeke biçûk jî be bibim dengê wijdana xwe û vê êşê hîs bikim û ji xelkê re veguhezînim. Di vê baweriyê de me ku eger her yek ji me wate ew kesên ku hestê welatparêzî û edaletperwerî bi wan re heye, bibin dengê wjdana me; em dikarin pêşiya wan êrîşên dagirkeriyê bigirin. Bê guman hin kes hene ku ne tenê ji wan re xak ne girînge, di heman demê de ji bo berjewendiyên xwe em bihêlin xak, heta dikarin wijdana xwe jî bifiroşin. Ew çi dikin bila bikin, lê di vê baweriyê de me ku kesên welatparêz û xwedî wijdan bê ka çiqasê li dijî xiyanetkar û hevkarên dagirkeran in. Ji bo wê jî eger em dengê xwe derxînin, di vê baweriyê de me û piştrastim ku wê dengê wijdan bi ser bikeve, ne xwefiroşî û nokerî. Gerîla jî bi dengê wijdan û hestê berpirsiyartiya li beramber gelê Kurd, li dijî vê dagirkeriya li ser xaka me şer dikin. Eger em jî wijdana xwe bi wijdana gerîlayan re bikin yek û bi hev re bibin dengê niştîmana me, bê guman wê serketin a azadîxwaz û welatparêzan be.