Di nava 9 salan de şoreşa jinên Êzidî

“Em nêzî 500 malbat 12 rojan li çiya man, carekê ji nişka ve tevgerbûnek çêbû, em hemû bi tirs û kelecan rabûn ser piyan, min dît ku du jinên bi çek û rûken, ber bi me ve hatin û gotin, 'netirsin em heval in, em hatine we rizgar bikin'.”

Fermana 3’ê Tebaxa 2014’an ku di dîroka Êziyan de, weke fermana 74’an tê pênasekirin, bingehê xwe ji zihniyeta zilamên desthilatdar ku hezar sale li ser gel û civakan pêşdixîne digre. Di encama zihniyeta dîroka şaristaniya navendî de ku ger li ser navê ol, ger li ser navê desthilatdarî, ger li ser navê nijadperestî, ger li ser navê netew dewlet û her wiha bi sedemê cur be cur ferman li ser civakan hatine pêkanîn. Bêguman, ev zihniyet zihniyetekî desthilatdar e, ne zihniyetekî olî, yan jî baweriyekê ye. Tenê yek hedefa  desthilatdariyê heye; desteserkirina ax, mal û milkê mirovan e. Bi vê sedemê feraseta zihnî ya dagirker û qirker ve hezarê caran weke fermana 4’an êrîşê hovane li ser civakan hatine meşandin. Herî dawî fermana ku DAÎŞ’ê li Şengalê kirî, berhamê vê zihniyetê ye. Di vê wateyê de, hemû ferman, qirkirin, tunekirin, rûxandin û her wiha tevkujî û tûndiya ku li ser civakan hatine kirin, bi vê zihniyetê ve girêdayî pêşketî ye.

DAÎŞ heman tiştî di sedsala 21’emîn de, li ser navê Îslamê û bi şîara 'Allahhûekber' komkujî, tevkujî û qirkirinên civakî pêk anîn. Lê di cehwer de, li ser navê ol şerê desthilatdariyê dikir. Ev jî herî zêde li ser civaka gelê me yê Êzidî bi rengekî bêwijdan û bêexlaqî û bi şêwazekî hovane kirin. Ji xwe felaket û fermana li ser Şengalê kirin tê zanîn, li ber çavê dinyayê hate kirin. Di vê fermanê de herî zêde, jin û zarok desteserkirin û êşeke mezin bi wan dane kişandin. Yek ji sedemê wê jî jinên Êzidî ne xwedî pergalekî parastinê bûn. Ji vê pergala bêparastinê bi hezaran jin dîl hatin girtin, li sûka hatin firotin, li mala hatin kolekirin û her wiha çi tiştê xerab hebû anîn serê wan. Vê jî nîşan da ku civakekî jinên wan bêparastin bimîn e, ew civak jî bêparastine. Jinên Êzidî bi vê rastiyê ketin ferqa gelek tiştan û dersên gelekî mezin ji fermanê derxistin e. 

Piştî fermanê bi hatina jinên gerîla ji çîyayê azad matmayîbûnek cîdî û diyarker li ser jin û mêrên Êzidî da avakirin. Dayikekê dema qala wan kêliyên di çiya de dikir, bi hestyarî, xemgînî û kêfxweşî, yanî hemû hest di heman kêliyê de dianî ser ziman û wiha digot, “Em nêzî 500 malbat 12 rojan li çiya man, carekê ji nişka ve tevgerbûnek çêbû, em hemû bi tirs û kelecan rabûn ser piyan, min dît ku du jinên bi çek û rûken, ber bi me ve hatin û gotin, 'netirsin em heval in, em hatine we rizgar bikin'. Em hemû matmayî man û me li hevdû meyze kir. Ji bo me tiştekî nû bû, weke xewnekê bû, jin û çek, nakokî û guman di derbarê jinê de bi me re çêbû. Bi rastî em gelekî pê serbilind bûn. Me hemû jinan bi kêfxweşî di nav lorikên çavan de wan hembêz kir û tilîlî kişand. Bi hatina wan her dû jinên gerîla re kêliyên zor û zehmetiyê veguherî kêliyên azadiyê.” Di vir de ya grîng bi heqîqeta jin re rûbirû dimînin û vê heqîqetê dixin ber lêpirsînê. Bixwe xwe dipirsin, jina ku bêhêz e, bikêr nayê, lewaz e, nikare tiştekî bike çawa bû di vê astê de hatiye me rizgar bike? Her wiha gelek pirs û nakokiyan bi wan re çêdike. Bi vî awayî dikevin ferqa rastiya jinê. Belê wekî vê dayikê bi hezaran jinên Êzidî ji van jinên gerîla bandor bûne û hêza jin ji xwe re esas girtine. Li ser vî esasî, ji wê rojê heya niha jinên Êzidî hêza jin bi tekoşînê di nav rêveberiya xweser de, di çeperê herî pêş de li dijî êrîşên derve bi kevir û berxwedanê rê nedane dijminên xwe ku bi yek gavî bi pêşde biçin. Nûmûne yek ji wan jinên têkoşer û berxwêder dayê Kinê ku îro cihê xwe di rêveberiya TAJÊ’yê de digre, li dijî êrîşên PDK'ê wiha gotibû, 'yan jiyaneke azad, yan jî mirineke bi şeref'. Ev gotin pir vekirî û şênber bi zanebûn û biryardarî asta tekoşîna jinên Êzidî radixe ber çavan. Ev gotin heqîqetek nû, ferasetek nû, fikrekî nû, zihniyetekî nû raber dike û pê re rengê felsefeya jiyana nû dihûne. Bi gotina yan jiyaneke azad yan jî mirineke bi şeref li dijî êrîşên dijmin xwe kirin mertalên zindî. Ev jî nîşan dide ku êdî jinên Êzidî xwe jî, dostê xwe jî û dijminê xwe jî nas dike. Dema PDK'ê di bin navê pêşmergeyên rojava de êrîş kirin û dema di çarçova peymana 9 Cotmehê artêşa dewletê li Dîgurê êrîşî asayîşa Êzidxanm kirin herî zêde jin weke mertalê zindî li ber wan sekinîn û dijmin neçar ma bi paşve gav biavêje. Dîmenê wa yên bi çek bal dikişand, hema hema gelek ji wan di nav refê YJŞ'ê de perwerdeya fêrbûna şixulandina çekan dîtine. Ya rastî ev jî dide xuyakirin ku yê herî zêde ji fermanê ders derxistine û bi wê dersê hewldana xwe parastinê zêdetir pêşxistine jin in.

Di vê wateyê de, ev neh sal in jinên Êzidî di nav rêveberiya xweser de, girîngî didin xwe rêxistinkirin û xwe parastinê. Îro gelek jinên Êzidî dizanin çek bi kar bînin û parastina xwe bikin. Heta tola xwe bi tevlîbûna pêngava rizgarkirina Reqayê jî standine. Yek ji wan jinên ku dîl ketibû destê DAÎŞ’ê û wê birin Reqa û xwe ji destê DAÎŞ’ rizgarkirî bû ku îro yek ji fermandarên YJŞ'ê ye, cihê xwe di pêşengiya rizgarkirina Reqayê de girtibû.

Bi rêxistina TAJÊ'ê re di nava sazî û dezgehên giştî de cih girtine. Bi baweriya exlaq û çanda xwezaparêz bi fikir û felsefa Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re yekparebûnek hevgirtî pêşketî ye. Hêz û vîna serbixwe ji vê de bijkivî ye. Vê bandoreke mezin li ser civakê kiriye. Ji xwe civaka Êzidî weke jinên navdar xatûna Fexra, dayika Memoyê Elî Şîrîn, Meya Xatûn, dayê Zero û her wiha xwedî mîrateyeke kûr û dîrokî ne. Êdî ne tenê ferman çi êrîşê bi ser wan de werin xwedî hêz û vîna xweparastinê ne. Êdî her kes li beramberî van jinên têkoşer û berxwêder bi rêzdarî nêz dibe. Ev rêzgirtin jî bi ked û hewldanên xwe ya bêhempa dane avakirin.

Di vê wateyê de, êdî ferq û cûdahiyek cîdî dinavbera rewşa jinên berî fermanê û piştî fermanê de çêbûye. Êdî jinên Êzidî li dijî zihniyeta ku rê li ber van fermana vekirî ye, têdikoşe û li ber xwe dide. Heta ev zihniyeta desthilatdariyê hebe, wê ferman jî çêbibin. Ji bo pêşiya fermanan were girtin pêwîstî bi guhertin û pêşketina zihnî ya zilamê desthilatdar heye. bi boneya vê yekê jinên Êzidî bi israr û biryar in ku tola xwe bi guhertina vê zihniyetê rakin. Di fermanê de, jinên gerîla ku bi hewara gelê Êzidî hatine, bi xwe re çerx guherî û hîn jî diguhere. Ev maraton bi êşa birînê fermanê di lûtkeya herî jor de bi lez û bez pêşdikeve.