NÛ BÛ

Dewleta Tirk li Ranyayê bombe li sivîlan barand: 4 şehîd

Dewleta Tirk a dagirker li Ranya ya girêdayî bajarê Silêmanî yê Başûrê Kurdistanê, wesayîteke sivîlan bombebaran kir û 4 kes qetil kirin.

Li gorî nûçeya Rojnews’ê, balafirên şer ên Tirk li Ranyayê wesayîteke sivîlan hedef girt.

Hat diyarkirin ku di encama êrîşê de 4 kes şehîd bûn û welatiyek jî birîndar bûye.

Di saetên nîvro de jî balafirên şer ên Tirk, li bajarokê Dinarte yê girêdayî navçeya Akrê ya bajarê Duhokê êrîşeke hewayî pêk anîbû û du kesên bi hev dû re zewicî, şehîd kirin.