Biraziyê Ahmet Turk di êrîşa çekdarî de jiyana xwe ji dest da
Biraziyê siyasetmedarê Kurd Ahmet Turk Huseyîn Rêber Turk li Mersînê di êrîşa çekdarî de jiyana xwe ji dest da.
Biraziyê siyasetmedarê Kurd Ahmet Turk Huseyîn Rêber Turk li Mersînê di êrîşa çekdarî de jiyana xwe ji dest da.
Biraziyê siyasetmedarê Kurd Ahmet Turk, Huseyîn Rêber Turk (29) di 28'ê Çileyê roja Sêşemê de li navçeya Akdenîzê ya Mersîn li Çarxerêya Kopruluyê ya Serbest Bolge ya Taxa Karaduvarê rastî êrîşa çekdarî ya kesên nasnameya wan nediyar hat.
Di êrîşê de Turk jiyana xwe ji dest da. Di êrîşê de kesek jî birîndar bû.
Cenazeyê Huseyîn Rêber Turk wê li Mêrdînê bê veşartin.