Dema hesabpirsîna ji kujeran

Gelo bi rastî jî wê neyên girtin? Rêveberiya YNK'ê nikare kujeran bigire yan jî naxwaze bigire? Hesabê vê qetilkirina ku nava rojê li Silêmaniyeyê hate kirin ji aliyê hiqûqî ve wê neyê pirsîn?

Endamê Komîteya Piştevaniya bi Malbatên Şehîdan re ya PKK'ê Şukru Serhat 17'ê Îlonê li Silêmaniyeyê hate qetilkirin. Di nava vê hefteya derbasbûyî de daxuyaniyên girîng hatin dayin ku bûyera kuştinê şermezar kirin.

Hin ji rêveberên YNK'ê yên ku Silêmaniyeyê bi rê ve dibin daxuyaniyên girîng dan û diyar kirin ku kujer wê bêne dîtin û darizandin. Lê belê tevî ku hefteyek di ser re derbas bûye hîn jî têkildarî kujeran agahiyeke şênber nîne. Qet nebe daxuyaniyek bi vî rengî ji raya giştî re nehatiye dayin. Ji niha ve fikar çêbûne ku wê 'kujerên bûyerê veşartî bimînin'.

Weke ku gelek hêz û derdoran bi rengekî rast anîn ziman, êrişa li dijî endamekî PKK'ê nava rojê li naverastê, bi qasî êrişek li dijî PKK'ê di heman demê de êrişek li hemberî YNK'ê, li hemberî xelkê Silêmanî û yekîtiya Kurdan, her wiha li dijî têkiliyên navbera PKK û YNK'ê ye. Lewma wateya siyasî a vê kuştinê mezin e. Tevî ku bi vî rengî ye hîn jî kujer nehatine tespîtkirin û nehatine girtin, ku ev yek cihê fikar û gumanan e.

Gelo bi rastî jî wê neyên girtin? Rêveberiya YNK'ê nikare kujeran bigire yan jî naxwaze bigire? Hesabê vê qetilkirina ku nava rojê li Silêmaniyeyê hate kirin ji aliyê hiqûqî ve wê neyê pirsîn?

Daxuyaniya rêveberê YNK'î Kûbat Talabanî ya li ser bûyerê atmosfereke erênî afirandibe jî hefteyek di ser re derbas bû, lê hîn jî tiştekî şênber nehatiye kirin. Ev jî dibe cihê pirsan. Pêkane ku destwerdanên cuda li bûyerê hatibe kirin.

Rêveberiya faşîst a AKP-MHP'ê ku her êriş û qetilkirinê bi pesindayinê xwedî lê derdikeve, newêrî xwedî li qetilkirina Şukru Serhat derkeve û ev rastiya ku her kes pê zane veşartî hişt.

Rêveberiya PDK'ê, ku li cihekî Başûrê Kurdistanê dema bêvila endamekî kontrgerîla û MÎT a Tirk xwîn bibe dibêje 'Ev êriş li dijî min hatiye kirin' û helwestê nîşan dide, dema ku yê hatibe qetilkirin PKK'î be yan jî Kurdek be, hefte jî, meh jî di ser re derbas bibe deng jê dernakeve.

Bêguman kuştin Şukru Serhat (Yasîn Bûlût) li Silêmaniyeyê ne bûyera kuştinê ya destpêkê ye ku ji aliyê MÎT a Tirk ve hatiye kirin. Demeke kurt beriya vê bûyerê li dijî welatparêzekî Kurd êrişa çekdarî hate kirin ku ji Bakurê Kurdistanê derbasî Silêmaniyeyê bû bû û ew welatparêz bi giranî birîndar bûbû.

Pêşmergeyekî berê yê YNK'ê ku berê piştgirî dida têkoşîna azadiyê ya PKK'ê, li hundirê wesayita xwe hate qetilkirin. Par jî endamê Komîteya Têkiliyên Derve ya PKK'ê Demhat Agît û endamê Komîteya Tenduristiyê Cemîl Amed li Silêmaniyeyê li naverastê bi êrişa balafirên dewleta Tirk hatin qetilkirin.

Bi kurtasî, qetilkirina Şukru Serhat li Silêmaniyeyê ne bûyera destpêkê ya kuştinê ye ku dewleta Tirk li Silêmaniyeyê kiriye.

Eger bûyer hinekî din bi berfirehî bê nirxandin, wê were dîtin ku ji sala 2007'an û vir ve dewleta Tirk Başûrê Kurdistanê ji xwe re kiriye qada êrişê. Eşkere ye ku ev pêvajo bi peymana DYE-Dewleta Tirk û hevdîtina Bush-Erdogan ve dest pê kiriye. Her çend rêveberiya DYE'yê hewl dide vê înkar bike jî, her çend idbêje 'Ewlehiya qada hewayî ya Iraqê ne di destê me de ye' jî rastiya ku me destnîşan kir, ne cihê nîqaşê ye.

Di nava 14 salan de Başûrê Kurdistanê bûye qadeke welê ku MÎT a Tirk û artêşa Tirk bi kêfa dilê xwe tevdigere û her roj êrişan dike. Di encama êrişên hevpar ên artêşa Tirk û MÎT-Parastinê bi hezaran kes ku piraniya wan PKK'î ne hatin qetilkirin. Qetilkirina Şukru Serhat jî yek ji van êrişan e.

Gelo di van êrişan de tenê PKK'î hatin qetilkirin? Bêguman piraniya wan PKK'î, her wiha bi dehan zarok û ciwan, bi sedan sivîl jî hatin qetilkirin.

Ji Şarbajar heta Qendîlê, ji Şeladizê heta Zaxoyê êriş li sedan gund û wesayitan bû û bi sedan mirovên me yên sivîl di encama van êrişan de şehîd bûn.

Ji vê jî wêdetir artêşa Tirk di êrişên dijî gerîlayên PKK'ê û gundiyan de gazên bi jehr jî bi kar tîne. Gelek belge hene ku vê rewşê piştrast dikin. Yanî dewleta Tirk ne tenê bi dagirkirina Kurdistanê û kuştina Kurdan sûc dike, di heman demê de bi bikaranîna çekên qedexekirî sûc dike.

Qetilkirina Şukru Serhat dewama van êriş û komkujiyan jî be aliyên vê komkujiyê yên cuda jî hene.

Yek ji wan ew e ku êriş û komkujiyên heta niha li gorî îstîxbaratê bi êrişên hewayî dihatin kirin, lê qetilkirina Şukru Serhat bi îstîxbaratê bi rengê sûîqesta ji bejahî ve hate kirin.

Eşkere ye ku rêveberiya faşîst-qirker a AKP-MHP'ê biryar daye ku li Başûrê Kurdistanê li dijî PKK'iyan û welatparêzên Kurd hemûyan ji bejahî ve bi rêbaza sûîqestê êrişan bike. Ev rewşeke nû ye û qetilkirina Şukru Serhat a li ser vê bingehê hate kirin destpêkeke nû ye. Bi kurtasî aliyekî xwe bi vî rengî ye.

Aliyekî din ê bûyerê jî ew e ku dewleta Tirk û hêzên pê ve girêdayî heta niha bi rengekî eşkere xwedî li vê bûyera kuştinê derneketine. Faşîzma AKP-MHP'ê ku bi êrişên hewayî pesnê xwe dide, di qetilkirina Şukru Serhat de bêdeng maye.

Bê şik û guman ev bûyera kuştinê ji aliyê faşîzma AKP-MHP'ê ve hatiye kirin.

Rastiyeke ku bûyera kuştinê mîna Komkujiya Parîsê ya 9'ê Çileya 2013'an ji aliyê MÎT'ê ve ya bi serkêşiya Hakan Fîdan hatiye kirin.

Diyar e ku hevkarên wan ên mîna PDK'ê ji faşîzma AKP-MHP'ê xwestiye ku bi rengekî eşkere xwedî li bûyerê dernekeve. Ji ber ku komkujiyên navborî rûyê xayin ê PDK'ê yê li gel dijmin disekine teşhîr kiriye û PDK êdî nikare barê van bûyeran hilgire. Ji xwe faşîzma AKP-MHP'ê ketiye rewşeke welê ku êdî nikare van kiryarên xwe bi rengekî eşkere li xwe bigire. Lewma hildiweşe, ji hev dikeve.

Bêguman bûyera qetilkirinê ya navborî polîtîkayeke giştî ya faşîzma AKP-MHP'ê jî be aliyên xwe yên girîng hene ku li Silêmaniyeyê bi taybetî li dijî Şukru Serhat hate kirin. Ji ber ku Şukru Serhat li Silêmaniyeyê ji aliyê xelkê ve gelekî dihate naskirin û yekî dihate hezkirin bû.

Hem bi piştevaniya xwe ya bi malbatên şehîdan re kir ku bê naskirin û hezkirin, hem jî taybetmendiyên kesayetiya wî yên welatparêz, gelparêz, alîkar û piştevan, kir ku Şukru Serhat bê naskirin û hezkirin. Ji ber vê yekê jî faşîzma AKP-MHP'ê bi taybetî û plankirî êriş li dijî wî kir. Bi qetilkirina Şukru Serhat re xwestin ku çavê welatparêzên Kurd bitirsînin ên ku bi PKK'ê re tevdigerinr.

Di serî de xelkê Silêmaniyeyê Kurdên welatparêz hemû bi vê têgihiştinê nerazîbûneke girîng li dijî vê bûyera kuştinê nîşan dan.

Bêguman ev nerazîbûn û çalakiyên li ser vê bingehê hatin lidarxistin gelekî girîng in, bi wate ne; lê têrker nînin. Beriya her tiştî divê çalakî bê navber dewam bikin.

Her wiha divê bi rê û rêbazên dewlemend û xurt çalakî bên lidarxistin. Ji bo serketinê jî yekkirina çalakiyan esas e. Ji vê jî girîngtir, divê çalakî ji asta teşhîrkirina rastiya AKP-MHP a faşîst qirker bê derxistin û bigihêje wê astê ku derbên giran lê dixe û bibin çalakiyên tolhildana hesabpirsînê. Yanî mîna ku gerîla dike.

Ji ber ku dem dema hesabpirsîna ji kujerên faşîst-qirker e. Divê kiryarên kujerên faşîst ji wan re nemîne. Pêwîste tola her komkujiyê qat bi qat ji kujerên faşîst hemûyan bê pirsîn.

Mîna ku gerîlayên azadiyê yên Kurd dikin, eşkere xuya dike ku hiqûqa navneteweyî û edalet jî dest bi hesapirsîna ji kujerên faşîst ên AKP-MHP'ê dike.

Em van têkoşînên li dijî faşîzm û qirkeriyê silav dikin û Şehîdê Şehîdan Şukru Serhat bi rêz û hezkirin bi bîr tînin!

ÇAVKANÎ: YENÎ OZGUR POLÎTÎKA