Dema Dîktayên li Îran û Tirkiyê bi ser hatiye!

Dema dîktatorên li Îran û Tirkiyeyê bi ser hatiye û dawî dibe. Gelê Kurd jî pêşengiya vê dikin bêguman ji bo wê jî herî zêde êrişên mezin li ser gelê Kurd heye.

Du dewlet netewên Îran û Tirkiyê li ser lêva kendalên kûr in. Hêzên sermayedar di salvegera komploya navnetewî ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan de hewl dan pêgehên xwe yên li herêmê ji bo parastina berjewendiyên xwe hîn saxlemtir bikin. Ji bo pratîkkirina van planên xwe pêwîstî bi wê dîtin ku du hêzên hegemonîk ên herêmê ango Îran û Tirkiyê jî bixin bin kontrola xwe, bi rêka wan tevahiya herêmê dagir bikin. Di her du şerên cihanê de jî heman tişt kirin û tevahiya erdnigariya herêmê bi rêka van her du hêzên sereke xistin bin yekdestdariya xwe. Îro jî heman polîtîkayê dixwazin bi rêka her du dewlet netewan bicih bînin. Bi tenbîhkirin û kedîkirina her du dewletan ev plana wan pêkane. Bi çêkirina DAIŞ ê re pêvajoya bikaranîna Tirkiyê hîn zelaltir derket holê. Çawa ku di sedsalên bihorî de jî bi pêşxistina bîrdoziya tirkperestiyê, siyaseta tinekirin û qirkirinê li ser gelan dan meşandin, îro jî heman tiştê dikin. Bêguman ji ber ku hişmendiya heyî ya çi di dema Osmaniyan de çi jî di dema avabûna komarê û heta niha ji vê re zemînek guncav bûye, hîn baştir xwe daye bikaranîn û jê re vekirî bûye. DAIŞ bi zanebûn di himbêza tirkperestiya faşizan de hat mezinkirin û perwerdekirin. Heta demekî ev hêza ku bixwe mezin kirin, di bin desthilatdariya wan de bû. Lê ji vir û şûnve ne dewleta dagirker a Tirk ne jî çeteyên ku bi navên cur be cur bi piştgirî û desteka tam a Tirkiyê hatin perwerdekirin, nayên kontrolkirin. Dibe ku bi gef û cezayên car û bar hewl were dayîn faşîzma heyî bikeve bin kontrolê lê belê êdî ev ne pêkane. Marê ku dema biçûk bû serê wê nehatiye pelixandin, dema mezin bûye yan wê êrişî xwediyê xwe bike yan jî wê were kuştin. Erdogan û çeteyên girêdayî wî jî niha tam di pozisyonek wiha de ne.

Têra xwe li ser şerê li Sûriyê re Erdogan hat bikaranîn. Îjar ev têrê nake bêguman. Hêj hedefa esasî ya hêzên hejmonîk ên navnetewî pêk nehatiye. Tirkiye û Îran divê di herêmê de gelekî bê bandor bibin, di astekî ku bikarin di şerê xwe yê parvekirinê de wan dewletan di navbera xwe de parve bikin. Ji bo bigihêjin vê armanca xwe ya esasî şerê li Sûriyê dîsa gur kirine. Ji bo dewleta Tirkiyê têra xwe ji hal bikeve û bikeve bin kontrola wan pêwîste di şerê li Sûriyê de bikeve haleke perişan ku muhtacî wan bibe û bikeve dest û lingên wan. Jixwe ya îro jî tê kirin eve. Tayp Erdogan wer dihesibîne hêzên wek Rûsya û Amerîka rêka wî xweş dikin û dixwaze heta jê hat di xaka Sûriyê de hespê xwe bibezîne. Lê niha ketiye serbejêrtiyek wiha de ku êdî vegera ji wê gelekî zehmete.

Îran jî wek Tirkiyê divê di bin kontrolê de be. Şerê li Sûriyê yê parvekirinê, xwepêşandanên li Lubnan û Iraqê hemû amadekariyên ji bo şerê li dijî Îranê û lawazkirina wê ye. Ya herî girîng ewe ku dewleta Tirk ne tenê li Sûriyê tê bikaranîn, li Iraqê jî di kûrkirina nakokiyên di navbera Sunî û Şîeyan de tê bikaranîn û lawaziyên wê yên di mijara Mîsaqî Millî de tên bikaranîn. Çiqasî Tirkiye li Sûriyê were lawazkirin, ewqas wê di vê pêvajoyê de li beramber Îranê were bikaranîn. Trump di hevdîtina xwe ya dawî de her wiha xwest Tirkiyê neçar bike ku li beramber Îranê bikeve helwestek pratîkî. Ji bo wê jî hema piştî hevdîtina li Amerîka destpêkirina xwepêşandanên li Îranê balkêşe. Yanî rewşeke ku dihat çavrêkirin. Bêguman ambargoya li ser Îranê, hatibû astekî ku êdî xelkê Îranê ev rewş qebûl nedikir û wê li dijî rejîmê û siyasetên wê yên şaş rabûya ser piyan. Gel rabûye û daxwazên gelên Îranê tenê bi buhabûna nirxê benzînê ve bi sînor nîne. Gelek sedem û wateya serhildana gelên Îran û Rojhilatê Kurdistanê heye. Wê hêzên devre bi taybet Amerîka û Îsrail çawa li Sûriyê kirin, li Îranê jî bi piştgiriya hinek welatên Erebî û Tirkiyê carekedin komên çeteyan çêbikin û plana xwe ya li ser Îranê birêve bibin. Xwepêşandanên li Îranê dibe ku bi tehrîk yan jî piştgiriya hinek hêzan pêk were. Lê belê bi çi sedemê dibe bila bibe, li kolanan îradeyek gel heye ku daxwaza azadî û jiyana azad dike. Rejîma Îranê jî di navê de kesên dixwazin serhildanên gel li Îranê ji wateya xwe ya heqîqî dûr bixînin, tenê wek gurê di kemînê de rûniştine li benda nêçîra xwe ne. Çi Tirkiye li beramber Îranê were bikaranîn çi jî Îran aloz û tevlîhev bibe, her du rewş jî ji bo gelên azadîxwaz firsendeke dîrokî ye ku ala sosyalîzma heqîqî li ser xaka Mezopotamya li ba bibe. Wext hatiye ku gelên di bin zilm û dagirkeriya dewlet netewên Îran û Tirkiyê de bi îlhamwergirtin ji tekoşîna gelên Kurdistanê ku diyare bandoreke wê ya gelekî mezin heye, çarenûsa xwe bixwe diyar bikin. Her wiha nehêlin bi destê zalim, xayîn û nexweşên desthilatdariya li ser xaka xwe, bibin qurbanê şerê parvekirinê yên hêzên hejmonîk. Rewşa li Îranê wê raste rast bandorê li ser rewşa li Tirkiyê bike. Ji bo wê jî ya li Îranê xelk li dijî wê li kolanan hawar dikin, li Tirkiyê jî heman daxwazin. Serhildan û berxwedana gelên li Îran û Tirkiyê dikare ne tenê çarenûsa wan gelan, çarenûsa tevahiya gelên li Rojhilata Navîn biguherîne. Rewşa li Iraq, Lubnan û Efxanistanê jî dikare biguherîne. Ji bo wê jî di serî de Kurdên Rojhilatê Kurdistan û tevahiya gelên Îranê gava destpêkê ya bidawîkirina temenê zilm û faşizmê davêjin. Çawa berxwedaniya gelên bakur rojhilatê Sûriyê gelek planên van hêzan vala derxist û ew di bîra ku bixwe kolane de fetisand û wê bifetisîne,  serhildana bi îrade û bi berdewam a xelkên Îranê jî wê gelek planan vala derxîne. Naxwe her kesê bixwaze serhildanên li Îranê li gor xwestek û meylên xwe bikar bîne. Çawa bi kontrolkirina rejîmên şahenşahî gelên Îranê bi salan hatin bikaranîn, îro jî dixwazin heman tiştê bikin. Dema dîktatorên li Îran û Tirkiyeyê bi ser hatiye û dawî dibe. Gelên Kurd jî pêşengiya vê dikin bêguman ji bo wê jî herî zêde êrişên mezin li ser gelê Kurd heye. Jixwe di serhildanên li Rojhilat de jî herî zêde rewşa awarte li bajarên Rojhilat hatiye zêdekirin û rejîm li Kurdistanê di nava panîkek mezin de ye. Wê Kurd li Rojhilat, Rojava, Başûr û Bakur çarenûsa tevahiya herêmê biguherînin û dawî li dîktayan bînin.