Civîna sêalî ya li Îranê û helwesta koalîsyona navneteweyî

Gelo ev civîna sê alî ya Tirkiye, Rûsya û Îran bersivek ji bo civîna Cidde be? Wê Tirkiye karibe destûra êrîşa li ser Sûriyeyê ji Rûsya û Îranê bigire yan na? Bi daxuyaniya fermandarê QSD'ê re aliyê Kurd nêta xwe ya li ser berxwedanê rave kir.

Piştî raperîna gelan a li welatên Ereban hate destpêkirin û pêl bi pêl belav bû, bi demê re rê li ber hilweşîna gelek rejîman vekir, herî dawî hate li Sûriyeyê qelibî. Ji sala 2011’an û vir ve li Sûriyeyê krîzeke mezin a civakî, siyasî û jiyanî heye. Sûriye li ber pêleke mezin a êrîşan ket û taybet di mijara çeteyên DAÎŞ’ê de serobino bû. 

Li gel vê yekê Kurd ne bû alîgir û herêmên xwe parastin. Li ser vê yekê berdêlên mezin da û herêmê xwe heta Reqa, Tebqa û Baxozê ji çeteyên DAÎŞ’ê di warê leşkerî ya li ser erdê têk bir. Dewleta Tirkiye xwe li vê ranegirt û xwest bi destê çeteyan êrîş bike û heta astekê mezin jî vê kir. Dema ku bi çetan nekarî raste rast kete dewreyê  Bab, Cerablûs, Ezaz û Idlib dagir kir û li van herêman çete bi cih kirin. 

Tirkiye bi vê yekê razî nebû û tim xwest êrîşî qadên Kurdan bike, li ser vê yekê bi hevkariya Rûsya, Îran xwest di mijara Sûriyeyê de qaşo çareseriyê peyda bike dest bi hevdîtinên Astana kirin. Civîna yekem a Astana 23-24`ê Çileya 2017’an destpê kir. Heta niha 18 civînên Astana di navbera van sê aliyan de çêbû, lê heta niha ti encam bi dest nexistiye. 

Ev aliyeke yê madalyonê ya hewldanên qaşo çareserkirina pirsgirêka Sûriyeyê ye. Li aliyê din Emerîka jî heye û bandoreke wê mezin li Sûriye heye. Li beşeke mezin a koalîsyonê ye û dîsa hêzên wê li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hene. Li vî alî jî bi navbeynkariya Emerîka jî li hevkirinek sala 2019’an hate kirin û wê hêzên QSD’ê bi qasî 30 kêlometre ji xeta sînor dûr bikeve, Tirkiye û Emerîka wê li van xetan dewriye bavêjin. Lê em dibînin Tirkiye her diçe ji vê zêdetir dixwaze û çavê wê li temamî dagirkirina herêmên Kurdan dîsa serweriya xaka Sûriyeyê heye. 

Em dibînin di hemû civînên hewldanên qaşo çareseriyê de Tirkiye heye û yekane aliyê pirsgirêkan jî kûr dike ye. Tirkiye li Astana li gel Îran û Rûsya dixwaze kartên destê xwe li hember wan bikar bîne û eger li gorî wan tevger neke wê xwe bide aliyê Emerîka, li aliyê Emerîka jî kartên di destê xwe de gef dike ku nêzîk nebe wê xwe bide aliyê Rûsya-Îranê. Tam roleke xirab dilîze. 

Li gel van hemû bûyer û pêşketinên belavî demê bûyî, demê dawî hewldanên Emerîka yên li himber Îran, Rûsya û Çînê ya li Rojhilata Navîn û taybet li ser Iraqê carê niha kom bûye, heye. Rojên borî Serok Dewletê Emerîka Jeo Bîdin serdana Siûdî Erebistan kir û li gel Prens Mihemed Bîn Selam li Civîna Ewlekarî û Geşepêdanê ya Ciddeyê civiya. Ev civîn gelek dengvedanên cuda bi xwe re anî. Li vê civînê Serokwezîrê Iraqê Mûstefa El Kazimî amade bû. Di civînê de hemû hewldan ew bû ku Iraqê di warê enerjiyê de ji Îranê qût bike û girêdayî Kendavê bike. Yek ji mijara din di vê civînê de ew bû ku eniyeke xurt a li ber Îran, Çîn û Rûsyayê bû. Vê bereyê lewaz bike û taybet Emerîka û Îsraîl bikare derbeyek xurt li Îranê bide. Eger ku di warê enerjiyê de bikare alternatîfek li Komkara Ereb ji bo Iraqê bê peydakirin, wê guşarek mezin bikeve ser Îranê û ew dahata enerjiyê ji bo Îranê diçû, bi temamî li ser qût bibe û ambargoya li ser tengavtir bibe. Heman demê jî wê Emerîka bikare derbeyek din li Îranê bixe. 

Dîsa yek ji xala din a balkêş Sûriye li vê civîna Cidde amade nebû. Sûriye jî parçeyek ji vê mijarê ye. Ji ber ku sînorê xwe yê bi Iraqê û dîsa destê Îranê li Sûriyeyê jî xurt e. Di gelek warî de xwe bi cih kiriye. Aliyek dixwazin Sûriyeyê jî bikişînin vê yekê û destê Îranê lewaztir bikin. Lê çima nehate beşdarkirin ew jî cihê pirsê ye. 

Niha jî di demekê welê de ku civînên wiha balkêş tê kirin, em dibînin sê aliyên ku ti ji Astanayê û Cenevreyê çênekirî wê li Îranê dîsa bicivin. Li vir xaleke din heye, hemwext Wezîrê Karê Derve yê Sûriyeyê Feysel El-Miqdad diçe Îranê û li bendê ye ku roja Çarşemê bi hevpîşeyê xwe Husên Emir Ebdullahiyan re bicive. 

Her wiha ev civîn hemwextî gefên Tirkiye ya bê navber û li ser israre ku êrîşî Rojavayê Kurdistanê bike tê. Tirkiye ji bo êrîşî Rojava bike li berdêla erêkirina Fînlandiya û Swêd a NATO’yê guşar li ser NATO kir ku destûr bide êrîşî Rojava bike û desteka ji bo Rojava û QSD’ê bê qutkirin. Lê wer xuya ye encamek baş ji vê yekê negirt, niha jî Serokkomarê Tirkiye Recep Tayyîp Erdogan li Tehranê ye û wê hem bi Îranê û hem jî bi Rûsyayê re bicive. 

Li bendê ye ku di mijara Sûriyeyê de li hev bikin û êrîşa dagirkeriyê bide destpêkirin. Li vir dixwazim balê bikişînim ser vê yekê, heta niha Tirkiye rejîma Esad qebûl nedikir tevlî civînan bibe û Rûsya hem nûnertiya Sûriye dikir û hem jî weke hêzeke grantor tevlî civînê dibe. Vê carê balkêşe Wezîrê Karê Derve yê Sûriyeyê jî li Tehranê ye. Gelo wê Sûriye tevlî civîna sê alî bibe an na? Her wiha tevlî bibe Tirkiye wê demê neçare gotina heta niha rejîma Sûriye rewa nedidît rewa qebûl bike û tawîzan bide. Ev jî têra xwe mijareke ya lêkolîn û lêhûrbîn li ser bê kirine. 

Dîsa wê ev civîna sê alî ya Tirkiye, Rûsya û Îran bersivek ji bo civîna Cidde be? An jî wê lihevkirinek sê alî li gel Sûriye ku bikare destê Emerîka li Sûriye û Iraqê lewaz bike be? Ji ber ku Emerîka diyar kiribû ku wê rê nede valatî bikeve destê Rûsya û Îranê ya li Iraq û Rojhilata Navîn. 

Di vê civînê de gelo Tirkiye wê bikare destûra êrîşa li ser Sûriyeyê ji Rûsya û Îranê bigire yan na? Her wiha wê bikare Rûsya qane bike ku Sûriye weke Efrîn, Girê Spî û Serêkaniyê vekişe û êrîşî Kurdan bike? Ji ber ku berê jî hêzên Kurdî li gel rejîmê li hev kiribûn, lê kêliya dawî hêzên rejîmê xwe paşve vekişandibû. Gelo vê carê jî dibe di kêliya dawî de hêzên rejîmê xwe vekişin. Wê Tirkiye bertîlek çawa pêşkêşî Îran û Rûsya bike, cihê meraqê ye.

Li aliyê din ji xwe herî dawî fermandarê Giştî ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk Mezlûm Ebdî daxuyaniyek dabû çapemeniyê û ragihandibû ku ev şer wê li cihekê qadekê sînordar nemîne, wê belavî hemû herêmê bibe û domdirêj bajo. Aliyê Kurdî niyeta xwe û biryara xwe zelal li gel hêza xwe, Rêveberiya Xweser û dîsa gel û pêkhateyên herêmê anî ziman. 

Li vir a tê meraqkirin, di serî de Emerîka û hêzên koalîsyona navneteweyî ya hevpeymanên Kurdan in wê çi bike? Li ber êrîşeke muhtemel ku Tirkiye li ser israr e wê bikare cih li gel Kurdan bigire yan xwe li êrîşan bêdeng bike? Wê tawîzan bide yan na? Bi êrîşeke li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê re hebûna Emerîka û destkeftiyên Emerîka yên li herêmê wê nekevin bi xeteriyê yan na?