Bi mûçeyên karmendan bûne xwedî qesir!

Rayedarên PDK’ê yên ku dahata Başûrê Kurdistanê ji bo berjewediyên xwe yên hîzbî û binemalî bi kar tîne, bi çavberdana li mûçeyên pêşmerge, karmend û heta xwendekaran, li Emerîka bûne xwedî qesirên bi milyonan dolarî.

Başûrê Kurdistanê ku bi dewlemendiya xwe ya petrol, gaza spî-neftê û sirûştiya xwe ya bedew, tê nasîn, civaka wê ji ber krîzên aborî û nebûna derfetên jiyan û dehatê, her diçe jiyan lê ditevize.

Qadeke ku wilo bi berhem û ji jiyanê re destdayî, em dibînin di warê navxweyî de her diçe xirabtir dibe. Girîngî bi çandiya navxweyî nayê dayîn, xizmetguzarî, siberoja civakê her diçe ji ber nêzîkatiyên şaş û nebûna pilaneke baş a bajarvanî û dîsa neyeksaniya belavbûna dahatê, kiriye ku civaka Başûr ji welat bireve.

Timî di rojevê de çalakiyên cihêreng ên karmend, mamoste, xwendekar, jin û hwd. ji bo mafê xwe Başûr deng vedide. Diviya bû, ev herêm, ji parçeyên din herî zêde aram û xwedî jiyanek baş a destdayî ba. Lê mixabin ji ber siyaseta PDK û YNK ya di serî de navxwe û li gel Iraq û heta derve kiriye ku Başûrê Kurdistanê bikeve rewşek wiha.

PDK BI BÛYERÊN SOSRET TIM DI ROJEVÊ DE YE

Bi taybetî di salên dawî de Başûrê Kurdistanê tim bi çalakiyên ji bo mûçe nedayînê, dîsa PDK hevkariya wê ya bi dewleta Tirk a dagirker û bicihkirina çeteyên Roj a li qadên gerîla, di warê îstixbaratî de agahî li ser gerîla parve kirin, derxistina Kurdên Bakur ji Hewlêr û heta ferzkirina sîxûriyê li ser Kurdên a ji bo dewleta Tirk, ji ber nebûna jiyan û zextê di serî de koçberiya ciwan û dîsa gelek xelkên Başûr timî cihekî germ ê xwe di rojevê de girtiye.

Her diçe alozî, qeyrana aborî û siyasî ya li Başûr kûrtir dibe. Krîza aborî ne bes bû, cihgirtina PDK’ê ya li gel dagirkeriya Tirk a ji 23’yê Nîsana îsal ya li herêmên Zap, Avaşîn û Metîna yên Herêmên Parastinê yên Medyayê pêk tên, kiriye ku jiyana li gundanên sînor û dîsa aboriya heyî hemû biçe ji bo Tirkiye û civak perîşan bibe; rê li ber kûrbûna krîzên aborî û siyasî ya navxwe û derve bike.

MIRINÊ TERCIH DIKIN, JI BO MAYÎNA BAŞÛRÊ KURDISTANÊ

Li gel van hemû bûyer û pêşketinan, Başûrê Kurdistanê kete rewşeke êdî jiyan lê bitevize. Bi welatiyên Kurd ketin ser rêya koçberiyê. Di rojeva Kurd û cîhanê de penaberên Kurd ên li ser sînorên Polonya û Belarûsê bi serma, birçîbûn û mirin deng veda. Bi dehan penaberên Kurd ên Başûrê Kurdistanê ji ber serma- birça mirin. Welatiyên ji vî warê bi xêr û bêr reviyan, ne ji bo biçin jiyanek xweştir. Tîne ziman ku ji ber rewşa siyasî, êrişên dagirkeriyê û nebûna siberojeke ewle ya di destê desthilatê de dike ku bikevin ser vê rêya mirinê. Heta vê rêya mirinê tercih dike, ji mayîna Başûr a di vê rewşê de.

Civak ji ber nebûna elektirîk, av û xizmetguzarî di her warê jiyanê de timî bi gazincin û li ser piyan in. Tevî ku bi salan ev hikûmet hatiye avakirin, lê proje û pilanên dem dirêj ên warê xizmet û şaristaniyê nehatine avakirin. Di her warî de gendelî, dizî û nelirêtî heye. Her alî ji bo xwe didize û depo dike. Di serî de rayedarên hikûmetê.

HEVKARIYA BI TIRKIYE RE KIR KU PDK BIKEVE VÊ REWŞÊ

Yek ji sedemê vê yekê ew e ku her Kurdek tîne ziman, hevkatiya PDK’ê ya bi dewleta Tirk re ye. Em dibînin ku dahata Başûr ji bo dagirkeriyê diçe û rayedarên PDK’ê Tirkiye ji bo xwe dike modelek û gelek warî wan ji bo xwe esas digire. Taybet dema ku hevkarî xurt bû, em dibînin ku alozî û çalakiyên Başûr zêdetir bûn. Herî dawî xwendekar ji bo bûrs (dermale) daketin qadan û dem dem çalakiyên wan dewam dikin. Xwendekar nikarin bixwînin, diqedînin nikarin kar bikin. Ji xwe karker û hejar keda xwe ya rojane difiroşe heta dikare pariyek nan bibe mala xwe û zarokê xwe nîv têr birazîne heta roja din tê.

LI SER XWÎNA XELKÊ HEJAR LI DESTHILATÊ NE

Herî dawî bûyerek tirajedî li Başûrê Kurdisatanê rû da. Ji ber barana barî pitikek jî di nav de bi kêmanî 12 kes mirin. Sedemê vê yê esasî jî nebûna xizmetê û plansaziyên nelirêtiyê kir ku bi sedan mal av ber bikeve û lêhî rabe. Di werza zivistanê de Hewlêr jî di nav de li gelek navçe û bajarokan lêhî radibe. Ev jî sedemê wê nebûna binesaziyek baş û bikaranîna madeyên sexte ya kar e. Ev şirket û dezgeh jî hemû girêdayî hikûmetê ne û pereyên ji bo vê tên dabînkirin, tên dizîn. Yek ji mijarên din ên balkêş jî di rewşek wiha de, rayedar ji bo vê yekê binixumin, demildest li ber kamereyan bangên alîkariyê kirin û qaşo bi hewara wan diçe. Lê me bi xwe dît ku gel bi xwe ev yek ragihand, rayedarên hikûmetê bi erka xwe nerabûne. Pilansaziyên wan hemû vala ne.

‘HEWLÊR BÛYE BEHRA SPÎ Û SILÊMANÎ JÎ BÛYE TEKSAS’

Yek ji mijarên din ên balkêş jî ew e ku bûyerên navxwe yên li herêmê rû didin hene. Yek ji van jî nakokiyên navbera binemala Telebanî de ye. Demê dawî bi derxistina Hevserokê YNK’ê Lahor Şêx Cengî ya ji aliyê Kurê Mam Celal Bafil Telebanî ve kir ku Silêmanî ya hinek li gorî Hewlêr aramtir û baştir be, bibe sedemê nakokî û aloziyên cuda. Ji ber nakokiyên Şêx Cengî û Bafil Telebanî ji alîgirên wan kesên nêzî hev bi rengên cuda hatin kuştin. Jixwe rewşa Hewlêr li ber çav bû, ev rewşa Silêmanî ya navbera malbata Telebanî de derket, rewş giştî aloz kir. Li ser vê yekê herî dawî Hevjîna Mam Celal Hêro Telebanî gotinek balkêş kir û got: “Hewlêr ji bo gel bûye behra spî û Silêmanî jî bûye Teksas.”

YÊN RASTÎ DIBÊJIN CIHÊ WAN NE NAVA CIVAKÊ, GIRTÎGEHE!

Ji xwe kes nikare van malbatan rexne bike. Rewşa siyasetmedar û rojnamevanên Behdînan li ber çav e. Kesên li ber dagirkeriyê radibin û rastiyê vedibêjin, cihê wan ne li nava civakê, girtîgehe. Bi tohmetên sîxûriyê ceza li rojnamevan û siyasetmedaran tên birîn. Heta niha bi dehan rojnamevan û çalakvanên Behdînan girtî ne.

BI PEREYÊN XELKÊ BÛNE XWEDÎ MAL, MILK Û VÎLA

Rewşa civakê li Başûr ev e, lê li aliyê din rewşa rayedar û malbatên Barzanî û Telebanî pir cuda ye. Li Başûrê Kurdistanê cihên herî xweş û stratejîk di destê van malbatan de ne. Çi li Silêmanî û çi jî li Hewlêr û deverên din. Li Hewlêr devera Serêreş hemû malbata Barzanî bicih bûye û qesrên wan hene, li Silêmanî jî Telebanî li Dabaşan bicih bûne. Taybet li vir mijara esasî mijara mal û milkên malbata Barzanî ye. Cara yekemîn di sala 2018’an de bi standina 2 vîlayên ku li ser navê Heval Doskî yê xebatkarê malbata Barzanî ji nîqaşê re hat vekirin.

Herî dawî mijara mal û milkên malbata Barzanî bi lêkolîna ku Rojnamegerê Amerîkî Zack Kopplîn bi belgeyan parve kir, di rojevê de hê germ cihê xwe digire. Rojnameger Kopplîn, destpêkê peymanên di navbera şirketa leşkerî ya taybet a Amerikayê û şîrketên Serokwezîrê Iraqê yê berê Nûrî El Malikî de derxist holê. Li ser vê têkiliyê xwe gihand peymanên di navbera şîrketên leşkerî yên Amarika û malbata Barzanî de. Kopplîn piştî xebata 6 mehan a li ser rapora malbata Barzanî parve kir. Li gor vê raporê 4 xanûmanên malbata Barzanî ku bihayê wan bi 75 milyon dolar in li Amerîkayê hene.

Bi belgeyan piştrast bû ku Muksî Barzanî li Miamiyê bi bihayê 18.3 milyon dalarî dermanxaneyeke standiye. Her wiha 4 şîrketên mezin ên malbata Barzanî li Amerîkayê hene. Kopplîn li ser van daneyan diyar dike ku ev mal û milkên ku êdî tên zanîn tenê parçeyeke ji serweta malbata Barzanî ye.

Li Kaliforniya, Beverly Hillsê 2 qesrên malbata Barzanî hene. Li Virginia xanûmanek wan heye. Niha jî li Mîamiyê derxanxaneyek wan a 12 hezar m2 derket holê. Ev mal û milkên malbata Barzanî tenê yên derketiye holê ye. Tê diyarkirin ku li Emerîkayê bi sedan şirketên paravan li ser navê Barzaniyan kar dikin û vê sextekariya wan dinixûmînin.

Bi derketina van re li gor daneyên emlakên li Dûbaî tê îdeakirin ku li Dubaiyê jî mal û milken malbata Barzanî ji yên Amerîkayê qat bi qat zêdetir hene.

Dema em li rewşa jor dinêrin dibînin ku ji bo çi rewşa Başûr wiha ye. Hikûmet di serî de PDK di her gav û kêliyê de diyar dikin ku ‘pere tine’. Hikûmeta Iraqê dahata neftê nade, ew ji bo wê nikarin heqdestê karmend, pêşmerge û xebatên xizmetê ji bo civakê bikin. Lê dema em li qesir û şirketên wan binêrin em ê bibînin ku çav berdaye du qurîşên didin pêşmerge û civakê bûne xwedî qesir û mal û milk.