Nûçeya Lezgîn: DEM Partî: Heyet wê di nava çend rojan de biçe Îmraliyê

Berxwedana li Bendava Tişrînê wê şoreşa me mayînde bike

Ya rastî hêza vîna gel a ji pola çavkaniya xwe ji bîr û bawerî, fikir û ramanên Rêber Apo digire. Ji xwe armanca dijmin jî ew e, bi êrîşên xwe yên dijwar gel bitirsîne. Lê gel bi gotina, “Em ji mirinê mezintir in” bersiv dide dijminê har û hov.

Dema tevî hevalên gazî ji bo çûna bendava Tişrînê em bi rê ketin ez gelekî bi kelecan bûm û min xwe wiha his dikir ku ez ê biçim nava şerekî germ ê mîna şerê li hemberî çeteyên DAIŞ’ê. Ji ber dijmin bi qasî êrîşî hevalên li eniyên şer dike, ew qasî jî êrîşên nemerd li dijî sivîlên li ser bendava Tişrînê jî pêk tîne. Lewma mirov xwe di nav şerekî dijwar de his dike. Dewleta Tirk a dagirker bi balafiran êrîşî gelên li bendavê dike ku ji bo parastina xak û kerameta xwe di nav berxwedanê de ye. Lê tevî her tiştî jî gelên bi salan e bi hesreta azadiyê ne, paşde gavan navêjin. Pir bi wêrekî li ber xwe didin. Ji dijminên bav û kalan re dibêjin, “Em hene û li vir in.  Hûn çi dikin bikin. Em ê teqez bi ser bikevin.”  

Gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê vîna xwe ya azad li wir dane diyar kirin û ev jî cihê kêfxweşiyeke pir mezin bû. Di heman demê de jî gel ji keç û kurên xwe yên têkoşer hêz digirin. Şervanên YPJ û QSD’ê yên bi îradeyeke mezin di nav berxwedanê de ne manewiyeteke xurt ji gel û jinan werdigirin. Jixwe dema mirov li rûyê jinan, dayik û bavan dinêre, ronahiya hêza Rêber Apo xuya dike. Ev jî ji bo me hemûyan dibe hêza têkoşînê.

Ya rastî hêza vîna gel a ji pola çavkaniya xwe ji bîr û bawerî, fikir û ramanên Rêber Apo digire. Ji xwe hedef û armanca dijmin jî ew e, bi êrîşên xwe yên dijwar gel bitirsîne û berxwedaniya wan têk bibe. Lê gel bi gotina, “Em ji mirinê mezintir in” bersiv dide dijminê har û hov. 

Dema me sekna gel a dilwêrek didît em jî hîn bêhtir kêfxweş dibûn. Ez bi xwe jî dema çûm Bendava Şehîdan, li beramberî wê berxwedana bêhempa ya gelan heyecan û coşeke terîfa wê zehmet e, ez dorpêç kirim. Ev rastiyeke bênîqaş e ku ti hêz wê nikaribe li hember vê berxwedan û têkoşîna muezem a gelan û şervanên wan bisekine. 

Jixwe gelek hevalên gaziyên şer jî bi me re bûn. Tevî her tiştî jî xwedî sekneke pir xurt bûn û digotin, “Em ê biçin bendavê. Ev der cihê şerefê ye. Em tola xwe ji dijminê xerab hiltînin û wê serketin a me be.” Hebûna hevalên gaziyên şer a li bendava şehîdan hêz, moral û manewiyeteke xurt dide xelkê sivîl ê di nav berxwedanê de. Dema em li wir bûn di êrîşa balafirên dewleta Tirk a dagirker de hevalekî gaziyê şer birîndar bû. Lê qet moralê heval xerab nebû, coş û heyecana wî kêm nebû. 

Bila dewleta Tirk a dagirker zanibe ku wê ti caran nikaribe welatê me dagir bike. Heya ew gelên fedaî û şervanên wan ên qehreman hebin wê têkoşîna wan jî berdewam be. Gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi salan e xwe bi fikir û felsefeya Rêber Apo perwerde dikin. Bûne xwedî vîn û cesareteke pir mezin. 
Divê were zanîn ku Rêber Apo em gihande vê rojê, em kirin xwedî partî û artêş. Hewce ye em jî ji bo azadiya fizîkî ya Rêber Apo berxwedanê mezin bikin. Her wiha ji bo fikir, felsefe û îdeolojiya Rêber Apo bigihîje hemû gelan em ê timî di nav têkoşînê de bin. 

Weke gaziyên şer, gel û şervanên YPG, YPJ û QSD’ê divê em têkoşîna xwe bi ser bixin. Vîna gelan di ser her hêz û teknîkê re ye. Careke din soz didin şehîdên bendava Tişrînê ku em ê welatekî azad û demokratîk diyarî wan bikin.  

Bêguman ê em bi tevahî fêrî berxwedaneke wer mezin kirin, Rêber Apo ye. Ji bo em bibin layiqî Rêber Apo û şehîdan a ji me tê xwestin ew e bêteredut û bêfikar em têkoşînê mezin bikin, armanc û hêviyên şehîdan bi serketinê tacîdar bikin.