Afirandina rojeva rast
Gelo rojeva rast çiye? Yekem, têkoşîna li dijî sîstema tecrîd û qirkirinê ya Îmraliyê ye. Ev her tim destpêka her tiştî tê. Duyem, nêzîkatiya dewletê ya li hemberî pirsgirêka Kurd e û şerê ku li ser vî bingehî çêdibe ye…
Gelo rojeva rast çiye? Yekem, têkoşîna li dijî sîstema tecrîd û qirkirinê ya Îmraliyê ye. Ev her tim destpêka her tiştî tê. Duyem, nêzîkatiya dewletê ya li hemberî pirsgirêka Kurd e û şerê ku li ser vî bingehî çêdibe ye…
Destpêkê me hemûyan got, “Hilbijartinên 14’ê Gulanê gelekî girîng in” û em hemû di heman fikrî de bûn. Em hîna jî di heman çavdêriyê de ne. Di warê Tirkiye û Kurdistanê de hilbijartinên 14’ê Gulanê gelekî girîng in. Nexasim bandora encaman hat dîtin. Ev bandor wê zêdetir bibe. Wisan tê fêmkirin ku siyaseta Tirkiyeyê wê ji nû ve bê avakirin. Ji ber ku Tayyîp Erdogan û Tifaqa Komarê hewl dide dîktatoriyê bike sazî. Ev yek dibe avakirina sîstema ku derbeya faşîst-leşkerî ya 12’ê Îlona 1980’an dixwest ava bike. Yanî “Komara Duyemîn” ku sala 1980’an hat destpêkirin, bi vî rengî çêkerek diyar qezenc kir.
Em di heman nêrînê de jî bin, bi taybetî piştî hilbijartinê hinekên ji nava me nêrîn guhertin. Dema ku Tayyîp Erdogan û Tifaqa Komarê hilbijartin bi hîle û zorê qezenc kir û rêveberî xesp kir, ji nava me hinekan bi gotina “hilbijartin ewqas girîng nebû, ji xwe faşîzm bi hilbijartinê nedihilweşiya û rewabûna hilbijartinê nebû” nêrînên xwe guhertin. Di rastiyê de hinekî jî hewl dan ku moral bidin xwe û derdora xwe. Bê guman di demên wisa de moral dayîn girîng û pêwîst e jî; lê ev rewş divê ti carî danekeve asta xwe xapandinê. Eger dakeve asta xwe xapandinê û rastiyê veşêre, aha wê demê rewşa duyemîn a zirardîtinê tê jiyîn.
Niha kesên dibêjin hilbijartinên 14’ê Gulanê ewqas girîng nebû, bila li rewşa CHP’ê binêrin û li gorî wê biryar bidin ku hilbijartin girîng e yan ne. Eger hilbijartin girîng neba, wê demê çima CHP hat vê rewşê? Tam ne diyar e ku wê hîna bigihije kuderê. Dibe ku rewşa wî mîna ya PASOK a li Yewnanistanê be, yanî heman tiştî bijî. Dibe ku bikeve rewşa ku Yekîtiya Sovyetan di Partiya Komunîst de jiya.
Bila şaş neyê fêhmkirin, em ne di nav wan kesan de ne ku ji vê rewşa CHP’ê xemgîn in. Bi rastî em jî di nav wan kesan de ne ku difikirin eger Kemal Kiliçdaroglû ji serokatiya CHP'ê neçe, Tayyîp Erdogan ji desthilatdariyê nayê şandin. Diyar e ku CHP ji ber ku nikare bibe desthilatdar vê rewşê dijî. Ger ji desthilatdariyê biketiba wê çi AKP û MHP çi rewş jiyaba? Pêşbîniya herî sivik ew bû ku ew ê di dîrokê de biherikin. Kesên ku ji bo avakirina dadgehan nêzîk bûn, jî hebûn. Ji ber ku di siyasetê de bû sedema van hilbijartinan, tê wê wateyê ku hilbijartinên 14'ê Gulanê girîng bûn û encamên heyî jî girîng in. Yên li ser vê bingehê nêzîk bibin û bûyeran rast analîz bikin dikarin siberojeke siyasî biafirînin. Yên ku bi tenê ji bo moralê xwe bixapînin dê bi encamên girantir ên siyasî re rû bi rû bimînin.
Kêm û zêde dikaribû bihata texmînkirin ku eger desthilatdarî nebe CHP wê vê rewşê bijî. Ji bo CHP bibe desthilatdar jî şert û merc hebûn. Îcar çima di hilbijartinê de CHP bi ser neket û nekarî bibe desthilatdar û ket vê rewşê? Bersiva vê pirsê di sernavê gotarê de ye. Di rêveberiya Kemal Kiliçdaroglû de CHP’ê ti carî nekarî rojev rast ava bike. Ji xwe re rojevek jî ava nekir. Her tim bi rojeva Tayyîp Erdogan û AKP-MHP’ê tev digeriya. Hema wî hewl da ku bi wan re pêşbaziyê bike. Em dikarin bibêjin ku ew di ava ku wan amade kiribû de melevanî kir. Bi vî awayî pirsgirêkên Tirkiyeyê yên rastî dernexist pêş, li ser pirsgirêkên wê yên sereke nesekinî. Ji gotinên siyasî yên burokratîk û rûspî wêdetir, mîna “sîstema parlementeriyê ya xurtkirî” derneket. Lê belê pergala ku wî xêz kiribû ne nû ye, pergala ku berê dihat bikaranîn bû û xebatên pergala nû ya tifaqa AKP-MHP'ê ji ber ku bi ser neket ji aliyê civakê ve piştgiriya wê hat kirin. Bi kurtasî li Tirkiyeyê civaka li ser esasê demokrasî û azadiyan guhertin xwest, CHP’ê jî soz da ku civakê vegerîne berê.
Kemal Kiliçdaroglû edaleteke pûç kir. AKP dema di axaftin û meşê de bi edalet jiyan dikir, di mijarên herî bingehîn de piştgirî da neheqiyê. Ji ber vê yekê bawerî tune bû. Kemal Kiliçdaroglû hewl da xwe wek yek ji kesên heram naxwin nîşan bide. Lê ev rewş di civakê de weke lewaziyekê dihate xuyakirin. Li şûna ku ji bo pirsgirêkên bingehîn ên Tirkiyeyê bi çareseriyên demokratîk bi civakê re rû bi rû bimîne, fikirî ku li ser xitimandina rêveberiya AKP-MHP'ê û bilindkirina daxwaza gel a guhertinê dikare bibe desthilatdar. Lê belê tenê bi rûreşkirina dijmin nekarîbû piştgiriya civakê bigire û bibe desthilatdar û encam jî ev bû.
Kemal Kiliçdaroglu û CHP’ê wisa difikirîn ku bi axaftinên krîza aborî û li ser esasê ku ev krîz gihiştiye lûtkeyê dikarin bibin desthilatdar. Lê belê, wî nikarîbû sedemên bingehîn ên krîza aborî rast tespît bike. Wî tenê hewl da ku li ser encamên xwe yên hêsan belav bike. Wî qeyrana aborî bi nebûna demokrasiyê ve girê neda û eşkere nekir ku sedema wê nebûna azadiyê ye. Bi kurtasî, wî nedikarî an jî nedixwest bibîne ku sedema sereke ya qeyrana aborî pêkhatîbûn e û ev jî ji ber avahiya îdeolojîk û siyasî ya ku damezrandina dewleta Tirk îfade dike bû. Ji ber ku encamên siyasî yên diyar ên vê yekê, weke mînak, nikare çareseriyeke demokratîk a zelal a pirsgirêka Kurd pêşbîn bike. Pergala faşîst-qirker a li Îmraliyê li ser Rêber Apo hatiye avakirin û tevahiya Tirkiyeyê bi rêve dibe, eşkere nekir. Nekarî tam xwe bigihîne wateya şerê li hemberî gerîla ya li Zap, Avaşîn û Metîna ya li çiyayê Kurdistanê û êrîşên dagirkeriyê yên li Bakurê Sûriyeyê.
Bi kurtasî, ya yekem li hemberî Îmraliyê nêzîkatiyeke rast û demokratîk nîşan neda û çareseriya demokratîk pêş nexist. Ya duyem, li dijî şerê li Kurdistanê derneket û li ser esasê muxalefetê çareseriya pirsgirêka Kurd pêşniyar nekir. Bi vî awayî, wî sedemên krîza aborî nedît û eşkere nekir. Ji ber ku ne li ser jiholêrakirina sedemê bû, tiştên ku ji bo çareseriya qeyrana aborî dan pêş, ne qanih bû. Di derbarê gelek mijarên din de jî heman tişt dikare bê gotin. Mînak bi awayekî cidî û têr nêzî azadiya jinê nebû, li dijî êrîşên desthilatdariya mêr ên faşîzma AKP-MHP’ê têkoşîn neda. Li dijî wêranî û talankirina xwezayê helwesteke vekirî nîşan neda û şer kir. Çima? Ji ber ku ev hemû di dawiyê de wê bibin sedema dijberiya li dijî qirkirina Kurd. Lê CHP damezrênerê “Komara Yekemîn” bû û ev komar li ser dijminatî û qirkirina Kurdan hat avakirin. Eşkere ye ku CHP’ê ev zihniyet û siyaseta xwe neguherandiye. Di bin desthilatdariya Kurdekî asîmîlebûyî de ne pêkan bû ku wê biguhere. Kurdekî asîmîlebûyî nikare vê guherînê bike, tenê di pêkanîna zihniyet û siyaseta navborî de dikare civakê bixapîne. Nexasim ev tişt çêbû.
Wê demê çima em van hemûyan diyar dikin? Ji ber ku li Tirkiyeyê li ser zihniyet û siyasetê nîqaşên zêde tên kirin. Siyaseta demokratîk hewl dide xwe nû bike û tifaqa çep a demokratîk li ser esasê xwerexnekirina ku daye destpêkirin ji nû ve ava bike. Di wê rewşê de divê nîqaşan rast bike û rojeva xwe her tim rast ava bike. Divê di rojeva kesên din ên wekî CHP'ê de neyê girtin.
Îcar rojeva rast çi ye? Ya yekem têkoşîna li dijî tecrîda li Îmraliyê ya qirkirinê ye. Ev her tim destpêka her tiştî tê. Ya duyem jî nêzîkatiya şerxwaz a dewletê ya li hemberî pirsgirêka Kurd e û şerê li ser vê bingehê ye. Yê ku di serî de krîza aborî jî pirsgirêkên li Tirkiyeyê diyar dike pergala qirkirina Îmraliyê û şerê li Zapê ye. Kî/ê van bibîne û neke rojevê, nikare pirsgirêkên Tirkiyeyê bi rêk û pêk bîne rojevê. Li ser van esasan mirov dikare li dijî zihniyet û siyaseta serdest a mêr, ango destdirêjî û qetlîamên li ser jinan, birîna daristanan û qetlîamên xwezayî yên weke Akbelenê, bandorên enflasyon û krîza aborî, li dijî zext û êşkenceyên hovane yên li ser jinê û zext û êşkenceya li girtîgehan derkeve. Ger ev yek bê kirin helbet wê rojev rast were avakirin. Wê demê civak têdigihîje û tiştên tê gotin qebûl dike, mirov îqna dibe û tevlî têkoşînê dibe.
Ji ber vê yekê, ya yekem ew e ku rojeva rast were danîn. Ya duyem jî ew e ku dereng nemînin û xwe bi argumanan ne fetisînin. Sêyem, ne ku tenê siyaseta dewletê pêşbînî bike û xwe li gorî wê bi şêwe bike; berovajî wê, li ser esasê têkoşîna li dijî zihniyet û siyaseta faşîst-qirker, xwe weke demokrasiyeke ji dervey dewletê ava bike. Ya çaremîn jî pêşbîniya têkoşînê û avakirina hêza çalakiya demokratîk e. Em ji bîr nekin, Rêber Apo got, “Zimanê demokrasiyê çalakî ye.” Wê demê demokrasiya bêyî çalakî divê neyê fikirîn û pêşbînîkirin.
Çavkanî: Yenî Ozgur Polîtîka