Şopdarên doza rastiyê

Şopdarên rastiyê; endamên çapemenî û ragihandinê tim rastî tundî, êşkence û zexta mêtingeran tên. Li her çar parçeyên Kurdistanê jî endamên Çapemeniya Azad ji aliyê dagirkeran ve tên armancgirtin.

Di dîroka mêtingehkar û desthiladaran de gelek caran ji bo ku rastî dernekeve holê, yên ku rastiyê dişopînin dibin armanca êrîş û zextên wan. Ji ber ku şopandina rastiyê, derxistina heqîqetê ye. Şopdarên rastiyê; endamên çapemenî û ragihandinê tim li rastî lîstokên xerab, tundî, êşkence û zexta mêtingehkaran tên. Li her çar parçeyên Kurdistanê jî endamên Çapemeniya Azad ji aliyê dagirkeran ve tên armancgirtin. 

Yekem şehîdê Çapemeniya Azad ê li Bakurê Kurdistanê; Cengîz Altûn 

Yekem şehîdê Çapemeniya Azad Cengîz Altûn di 9'ê Tîrmeha 1968'an de li navçeya Hîsar a Êlihê ji dayik bû. Cengîz piştî ku lîse li Êlihê qedand, di sala 1990’î de qeyda xwe li Beşa Makîneyê ya Dibistana Pîşeyî ya Êlihê kir. Cengîz di sala 1991’ê de di Rojnameya Yenî Ulkeyê de dest bi kar û xebatên rojnamevaniyê kir. Ji ber ku Cengîz weke welatparêzekî mezin bû, ji nêz ve bi Tevgera Azadiya Kurd re eleqedar bû. Bi rojnamegeriyê re mijûl dibû. Rojnamegeriya Kurdî ya ku bi Rastiya Gel dest pê kir û bi Welatê Nû dom kir, hîn nû dest bi pêşketina xwe kiribû û ji ber vê rewşê jî dewletê gelek zext li ser dikir. Ji ber ku pergala wan di meriyetê de bû û dibe bi temamî hatiba bêdengkirin. Ji ber vê yekê Cengîz ji bo wan bû armanc. Cîhan hemû matmayî mabû. Di destpêka salên 1990’î de li herêmê êrîşên kontra dest pê kirin. Ew çalakî bûn sedema armancgirtina bajarê Êlihê. Cengîz li vir çi diqewimî ji rojnameyê re şand, li wê derê hem dihatin tomarkirin û hem jî ji aliyê cîhanê ve dihatin bihîstin. Berdêla rojnamegeriyeke wiha giran dibe, bi rastî jî ev yek dibû sedem ku mêtingehkar nekarin armancên xwe pêk bînin. Dewleta mêtingehkar û desthilatdar wê demê bi awayekî eşkere û veşartî hemû gel û çapemeniya gelan bêdeng dikir. Lê belê Cengîz tevî hemû şert û mercên dijwar jî rojnameger û ruhê paqijiyê bû. Ji ber wê jî her roj li dijî wî gef dihatin xwarin. Cengîz her carê serî li Serdozgeriya Komarê ya Êlihê dida û bi daxwaznameyan diyar dikir ku gef li wî tên xwarin. Cengîz Altûn di 24’ê Sibata 1992’yan de di encama êrîşeke hovane de hate qetilkirin û bû yekem şehîdê Çapemeniya Azad. 

 Dîrok û cihê şehadeta şehîdên Çapemenîya Azad yên Bakurê Kurdistan û Tirkiyeyê:

-Cengiz Altûn, Rojnameya Yen Ulke, Êlih, 24’ê Sibata 1992’yan.
-Hafiz Akdemîr, Rojnameya Ozgur Gundem, Amed, 8’ê Hezîrana 1992’yan.
-Çetîn Ababay, Kovara Ozgur Halk, Êlih, 29’ê Tîrmeha 1992’yan.
-Yahya Orhan, Rojnameya Ozgur Gundem, Serêkaniyê/Riha, Gercuş, 9’ê Tebaxa 1992’yan.
-Huseyîn Denîz, Rojnameya Ozgur Gundem, Serêkaniyê/Riha, 10’ê Tebaxa 1992’yan.
-Musa Anter, Rojnameya Ozgur Gundem, Amed, 20’ê Îlona 1992’yan.
-Namik Taranci, Kovara Gerçek, Amed, 20’ê Mijdara 1992’yan.
-Orhan Karaagar, Nûçegihanê Rojnameya Ozgur Gundemê yê Wanê, Wan, 19’ê Çileya 1993’yan.
-Ûgûr Mûmcû, Rojnameya Cûmhûriyetê, Enqere, 24’ê Çileya 1993’yan.
-Kemal Kiliç, Rojnameya Ozgur Gundem, Akçakale-Riha, 18’ê Sibata 1993’yan.
-Mehmet Îhsan Karakûş, Rojnameya Farqînê, Sîlvan, 13’yê Adara 1993’yan.
-Ferhat Tepe, Rojnameya Ozgur Gundem, Bedlîs, 28’ê Tîrmeha 1993’yan.
-Mûzaffer Akkûş, Rojnameya Mîllîyet, Çewlik, 20’ê Îlona 1993’yan.
-Nazim Babaoglû, Rojnameya Ozgur Gundem, Siwêrek-Riha, 12’ê Adara 1994’an.
-Îsmaîl Agay, Rojnameya Ozgur Ulke, Êlih, 29’ê Gulana 1994’an.
-Ersîn Yildiz, Rojnameya Ozgur Ulke, Stenbol, 3’yê Kanûna 1994’an.
-Seyfettîn Tepe, Rojnameya Yenî Polîtîk, Bedlîs, 29’ê Tebaxa 1995’an.
-Metîn Goktepe, Rojnameya Evrensel, Stenbol, 08’ê Kanûna 1996’an.
-Hrant Dînk, Rojnameya Agos, Stenbol, 19’ê Çileya 2007’an.
-Engîn Çeber, Kovara Meş, Stenbol, 9’ê Çiriya Pêşîn 2008’an.
-Metin Alataş, Rojnameya Azadiya Welat, Edene, 4 Nîsana 2010’an.
-Kadîr Bagdu, Rojnameya Azadiya Welat, Edene, 14’ê Cotmeha 2014’an.
-Rohat Aktaş, Rojnameya Azadîya Welat, Cizîr, 24’ê Sibata 2016’an.

 Şehîdên Çapemenîya Azad ên Rojhilatê Kurdistan û Îranê;
 Ji sala 1979’an û pêde ku desthilata Komara Îslamî hate ser kar, rayedarên nûhatî bi lez û bez feraseta xwe ya li dijî ‘azadiya raderbirîn an jî beyankirinê’ dane xuyakirin.  Li Rojhilata Navîn kîjan hikumet li ser desthilatiyê be an jî nû hatibe ser kar, ne girîng e; dîrok dide xuyakirin ku kêm hikumet hene ku bi "azadiya derbirînê" re hevaheng in û li dijî pênûsa azad in. Hikumet bi eşkerekirin, rexne û her tiştê ku hêza wan piçûk dikin re mijûl dibin. Mînakên wan dewletan yên herî berbiçav Îrana serdema Pehlewî û Xûmêynî, Baasîyên cinayetkar yên li Îraqê, Tûnis û hwd. in. Di vê navberê de nûçegihan û rojnameger ji hemû aliyên din zêdetir li rastî gefên kuştin û girtinê tên. Girtîgeh ji bo hikûmetan weke amrazeke tepeserkirinê û belavnebûna nûçeyên rast û durist rêya herî hêsan e. Hin desthilatdar vê tercîhê hildibijêrin ku rexnegirên xwe bi temamî ji holê rakin. Li Îran û Kurdistanê jî di rêya agahdarkirinê de bi dehan rojnameger û rewşenbîrên naskirî canê xwe ji dest dane.

Dema ku Riza Pehlewî hate ser desthilatdariyê yek ji kesê ku ji ber helbestên xwe yên şoreşgerî hate terorkirin Mîrzadê Êşiqî Kurdistanî bû. Piştî wî jî gelek kesên din hatine kuştin û terorkirin ku yek jî dîroknivîs Ehmed Kesrewî bû. 

Bi hatina desthilatdariya Xûmênî re re hêvî ew bûn ku dawî bi kuştina rojnamevan û rewşenbîran were. Lê belê  desthilatdariya nûhatî zû da diyarkirin ku ew li dijî ragihandina azad e.

Di Sibata 2017’an de Saziya Ragihandina Bêsinor eşkere kir ku 4 rojnamevan bi navê; “Seîd Sultanpûr”, “Rehman Hatfîmonferd”, “Simon Ferzamî” û “Elî Esxer Emîranî” di salên 1980‘yî de ji aliyê desthilatdariya Îranê ve hatine qetilkirin.

Simon Ferzamî rojnamevanekî hemwelatiyê Swîsre û Îranê bû ku piştî şoreşê li Îranê karê xwe berdewam dikir. Ew berpirsê ofîsa “Agence France-Presse” li Îranê û sernivîserê “Journal de Tehran”ê bû ku di Gulana 1979`an de bi tawana sîxuriya ji bo Emerîkayê hate girtin û piştre jî ew îdam kirin.

Di 10 salên derbasbûyi de, gelek rojnamevan li hundir û derveyî Îranê  hatine kuştin û revandin. Ew di bin zextên giran de neçar kirin ku li dijî xwe îtirafê bikin. Wêblagnivîs Star Bêhiştî li pey girtinê di bin êşkenceyên giran û hovane de hate kuştin. Rojnamevanê naskirî Halê Sehabî di merasima şîna bavê xwe de hate kuştin. Ruhilah Zem bi rêbazên xapandinê ji Parîsê kişandine Îraqê û li wir ew girtin û li Tehranê îdam kirin. Ew xwediyê ajnsa Amednews“ bû ku di agahdarkirina civakê de xwedî rolekî mezin bû û bi belgeyên zindî sirrên veşartî yên rayedarên Komara Îslamî eşkere dikirin û milyonan şopînerên wî hebûn. Mesûd Mulevî di karê ragihandinê de yek ji kesên jîr bû ku di eşkerekirina navê kesên li Îranê gendelî dikir de  xwedî roleke mezin bû. Mesûd ji Îranê reviya û xwe gihande Stenbolê. Sedema kuştina wî ku wê demê 33 salî bû, ew belgeyên dewletê bûn ku hinek ji wan di kanala xwe ya Telegramê de belav kiribûn. Dema ku ew hat Tirkiyê, di Nîsana 2017’an de kanala Telegramê ya bi navê “Black Box (Sinduqa Reş)” vekir. Wî xwe weke “dengê gelê Îranê” û “medyaya eşkerekirina gendelî, tawanên veşartî û pişt perdeya rejîma Komara Îslamî” da zanîn. Bi vî awayî gelek belge, agahî, vîdeo û dengên derbarê dezgehên dadwerî, wezareta ragihandinê û rêxistina îstixbarata Spahê Pasdaran de belav kirin ku bertekeke mezin di nava civak û ragihandina cihanê de hebû. Ew berê di nava sîstema desthilatdar de xebitîbû û li rex Refsencanî û Xatemî jî wêneyên wî hene. Vîdeoyên Mulavî hene û nîşan dide ku ew çendîn car di radyo û televizyona Komara Îslamî ya Îranê de weke “bavê zanista nû ya hişê çêkirî ya cîhanê” hatiye binavkirin.

Riza Hodasabir lêkolîner, çalakvanê olî-mezhebî ku karê rojnamevaniyê jî dikir, di roja 10’an a greva birçîbûnê de dema ew ji nexweşxanê vedigerandin Girtîgeha Êvîn, jiyana xwe ji dest da. Salên piştre dîsa 6 rojnamevanên din jî hatine kuştin ku navên wan ev in:

‘’Kuroş Aryameniş, Îbrahîm Zalzade, Zehra Kazimî ku hemwelatiya Kanadayê bû, Omîd Riza Mîrsiyafî, Yeqûb Mêhnihad û Elîriza Êftixarî. 

Di van 10 salên dawî de li gorî agahiyan, 10 endamên Çapemenîya PJAK’ê şehîd bûne û nasnameya 6’an hatine diyarkirin. Balafirên şer ên dewleta Tirk di 1'ê Gulana 2018'an de bombe li Navenda Çapemeniyê ya PJAK'ê ya li Herêmên Parastinê yên Medyayê barandibûn. Ji ber vê bombardûmanê 6 kedkarên çapemeniyê şehîd bûbûn ku navê wan wiha ye: - Hêrîş Amed (Diyako Bextiyar) - Argeş Bawer (Kardo Elyalî) -Firat Çelê (Behcet Tekîn) - Armanc Merîwan (Cemal Resulî) - Wedat Amed -Raman Cawîd (Rehîm Borna)  Yêkem rojnamevanê ku li Başûrê Kurdistanê hate şehîdkirin;

Reûf Kamil Akreyî 

Rojnamevan Reûf Kamil Akreyî di sala 1951’an de li navçeya Akrê ya Dihokê ji dayik bû. Di navbera salên 1976 û 1977’an de di Beşa Aboriyê ya Zanîngeha Mûsilê de di rêza yekemîn de û li tevahiya Iraqê jî di rêza duyemîn de bû. Piştî ku Reûf Akreyî salekê li Navenda Statîstîkan a Dihokê xebitî, bû seredîtorê Rojnameya Rêgay Rencdêran ku bi Kurdî û Erebî weşanê dike. Akreyî di sala 1992’yan de ji bo ku şerê PDK û YNK'ê û êrişên wan yên li dijî Tevgera Azadiyê de bi dawî bibe, çû Akademiya Mahsûm Korkmaz a li Bekaayê û bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re hevdîtin pêk anî.

Reûf Kamil Akreyî di 26’ê Gulana 1993'yan de li Dihokê li pêşiya mala xwe ji aliyê çekdaran ve hat qetilkirin. Asayîşa Dihokê cenaze nîşanî malbatê neda. Asayîşa PDK'ê destûr neda ku êriş bê lêkolînkirin. Şehîdkirina Reûf Akreyî yekemîn cinayeta li hemberî rojnamevanan bû ku piştî Raperîna li Başûrê Kurdistanê pêk hat. ‘Endamên Çapemenîya Azad yên ku li Başûrê Kurdistanê hatine şehîdkirin ev in;

- Rauf Kemal Akreyî - Ebdilstar Tahir Şerif - Soran Mame Heme - Serdeşt  Osman - Denîz Firat - Agir Bane - Kawa Germîyanî - Şûkrî Zeynedîn - Nûjiyan Erhan - Nagîhan Akarsel - Mûrad Mîrza -Gulistan Tara  -Hero Bahaddîn  Şehîdê destpekê yê dengê heqîqetê yê li Rojavayê Kurdistanê;

Mazlûm Bagok 

Dema ku çeteyên DAIŞ‘ê yên hov êrîşê  Şengalê kirin, Mazlûm Bagok dema ku koridora mirovî ya şervanên YPG û YPJ’ê ji bo gelê Êzîdî vedikir û heman demê de jî êrîşên çeteyan bişopîne û qirkirina li ser gelê Êzidî ji hemû cîhanê re ragihîne,  bi şêwazeke hovane hate şehîdxistin. Mazlûm Bagok navê xwe di dîroka Rojavayê Kurdistanê de nivîsand.  

Endamên Çapemenîya Azad ên ku li Rojavayê Kurdistanê hatine şehidxistin ev in;

 -Mazlûm Bagok (Ehmed Saado), di 28’ê Îlona 2014’an de dema ku vekirina korîdora mirovî ya di navbera Rojava û Şengalê de dişopand, şehîd bû.

-Dilşan Îbiş,  Nûçegihana Ajansa Hawarê dema ku di 12’yê Cotmehê de hemleya Hêzên Sûriyeya Demokratîk a Rizgarkirina Rojhilatê Çemê Firatê ji çeteyên DAIŞ’ê dişopand, şehîd bû.

-Seyîd Evran, rojnameger, nivîskar û şoreşger di 22’yê Îlonê de di encama krîza dil de şehîd bû.

-Şîlan Botan (Rîm Xişman),  endama çapemeniya YPG, YPJ’ê di 25’ê Nîsana 2017’an de, di encama bombardûmana balafirên şer ên dewleta Tirk a li ser Çiyayê Qereçoxê de şehîd bû.
 -Xerîb Welat (Xerîb Reşo), rojnamevan û yek ji damezrînerên ragihandina YPG’ê ye ku di 21’ê Nîsana 2017’an de, dema ku şopandina Pêngava Xezeba Firatê ya ji bo rizgarkirina Reqayê ji çeteyên DAIŞ’ê dikir, şehîd bû.

-Îlon Nohlat (Ronahî Omer), endama çapemeniyê ya YPG, YPJ’ê di 20’ê Mijdara 2016’an de li herêmên Şehbayê di encama bombebarana artêşa Tirk a li ser herêmên Şehbayê de şehîd bû.

-Arîn Cûdî  (Ahîn Îbrahîm), di 31’ê Çileya 2016’an de li herêma El-Hawlê ya bajarê Hesekê dema karê rojnamegeriyê dikir, di encama teqîna mayînekê de, şehîd bû. -Agîrî Yilmaz (Meryem Mihemed), di 13’ê Nîsana 2015’an de dema ku li gundê Xan Mamed ê Kobanê,  rizgarkirina herêmên Kobanê dişopand, şehîd bû.

-Rêwan Zagros (Kadar Xelef), di 21’ê Çileya 2014’an de li gundê Filistîn ê ser bi bajarokê Cezaa ve, dema ku şerê YPG’ê yê li herêma Cezaa ya Girkê Legê dişopand, şehîd bû.

–Rustem Gilo (Selah Sîdo), di 11’ê Mijdara 2016’an de di encama bombebarana artêşa Tirk a dagirker a li ser herêmên Şehbayê de şehîd bû. 

-Aram Can (Aram Ebdullah), di 2’yê Hezîrana 2016’an de li navçeya Ebû Qelqel di hemleya rizgarkirina Minbicê ji çeteyên DAÎŞ’ê de, şehîd bû.

– Bahoz Harûn di 1’ê Çileya 2015’an de dema ku şerê li dijî çeteyên DAÎŞ’ê yê di nava bajarê Kobanê de dişopand, şehîd bû. 

– Mistefa Şukrî di 13’ê Tîrmeha 2016’an de di pêngava rizgarkirina Minbicê de birîndar bû û di 19’ê Tîrmeha 2016’an de li Nexweşxaneya Qamişlo şehîd bû.

-Tolhildan Welat (Ocalan Ehmed), endamê çapemeniya YPG’ê bû û di 22’yê Çileya 2018’an de di encama êrîşên hewayî yên artêşa Tirk a dagirker yên li dijî herêma Efrînê de, şehîd bû.

–Mihemed Reşo, peyamnêrê kanala ÇIRA TV, di 13’ê Cotmeha 2019’an de  li Serêkaniyê di encama bombardûmana balafirên dewleta Tirk a dagirker de şehîd bû.
 –Sead El-Ehmed, nûçegihanê Ajansa Hawarê, di 13’ê Cotmeha 2019’an de  li Serêkaniyê di encama bomberdûmana balafirên dewleta Tirk a dagirker de şehîd bû. 

-Heqî Bagok (Heqî Hesen), endamê çapemeniya YPG’ê di 25’ê Nîsana 2017’an de di dema bomberdûmana balafirên şer ên dewleta Tirk a li ser Çiyayê Qerçoxê de şehîd bû.

-Ezîz Sînka, di Çapemeniya Azad  de dixebitî û di sala 2019’an de li herêma Til Temirê ji ber bomberdûmana dewleta Tirk şehîd bû.

-Dilovan Gever (Dilan Olmez), endama ragihandina YPJ’ê bû û di 13’ê Cotmeha 2019’an de li bajarê Girê Spî di encama bombebarana balafirên şer ên dewleta Tirk de şehîd bû 

-Fîras Dag, endamê ragihandina YPG’ê di sala 2017’an de şehîd bû. 

-Rêwan Genco (Ehmed Hamo), endamê çapemeniya YPG’ê bû û di 25`ê Nîsana 2017`an de di dema bomberdûmana balafirên şer ên dewleta Tirk a li ser çiyayê Qereçoxê de şehîd bû.

– Îsam Ebdullah, Nûçegihanê ANHA’yê di 20’ê Mijdara 2022`yan de, di dema  bombebarana dewleta Tirk a li ser gundê Teqil-beqlê yê girêdayî bajarê Dêrikê de şehîd bû.

–Wedat Erdemcî, derhênerê belgefîlman bû  ku di  10’ê Cotmeha 2019`an de dema mala wî li bajarê Serêkaniyê ji aliyê balafirên şer ên dewleta Tirk a dagirker ve hat bombebarankirin, şehîd bû. 

– Necmedîn Sînan, xebatkarê kanala JIN TV, di 23’yê Tebaxa 2023’yan de li ser rêya Qamişlo-Amûdê di encama êrişa balafira bêmirov ya dewleta Tirk de şehîd bû.